Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 18 peyam
    hevrîşk - tirşik
    hevrîşk
    (2) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. hevrîşk

    nanê tendûrê yê ku teze tendûrê dertê di nav rûnê malan da hur dikin û hev dixin ev xwarina çê dibe.

    kêleka wî jî tase avdew hebe weyy..

    an jî (bnr: masîyên şor) jî ji ber vê xwarinê zehv xweş e.



    2016.04.24-16:08 | hozan serhad

    2. xwarina ku bi navê xwe ve pir navdar e, lê bi tehma xwe ve ne ew qas. li stenbolê gotinek ji du gotinên eqrebeyên min yên derbarê xwarinan de hevrîşk bû. lê dema ku cara yekem ez çûm welêt û min hevrîşk xwar hemû xiyalên min hilweşiyan. divê mirov hişê xwe de ew qas mezin neke, di dawiyê de nan û rûn e, ewqas...



    2016.04.25-11:09 | nazim tolhildan

    3. xwarineke serhedê ye.. nanê teze û germ tê hûrkirin û rûnê nivîşkê helandî ve tê hevxistin û xelas. xwarineke bê mesref e *



    2016.04.25-23:50 | sergijik

    4. Hevrîşk xwarineke ji nanê tenûrê yê teze û germ û ji nîvişk çêdibe, nan tê hûrkirin û rûnê nîvişk li ser zêde dikin û piştre lihevdixin.
    Berî derdorê 11-10 salan min Hevrîşk xwariye, ca min Sitê çêkiribû, weke niha ez tahma wê dizanim, erê tahm ji bin zimanê min jî neçûye!

    Gundê Şorê ya xerbî
    2007



    2018.07.31-17:24 | mesûd hemo

    5. xwarina ku tehma wê bi hîç awayî li ser zimanê min naçe! Nanê germ, rûnê nivrişkî û penêrê ji nav toraqê de... birçî bûm belê



    2018.08.01-00:34 | jifêzagorda

    6. Xwarineka gelêrî û neteweyî ya kurda ye
    Ji çêkirinê ra pispori pêwist e, kêmbûn yan zêdebûna rûnê nivîşk, nermbûn yan hişkbûna nan dikare tamê xirab bike. Her wextê rojê tê xwarin lê ez bawerim firavîn çêtire.



    2020.04.10-02:40 | afa

    7. varyanteke wê jî hevrûşk e.



    2020.04.10-10:43 | roberz

    8. Ne xwarineke pesna ye, jê re hostetî navê. Rojên tenûr tê dadan tê çêkirin. Nanê germ hûrê teyfikekê dikin û rûnê nivîşk lê dikin. Rûn pê re dihele, nan dinermije û dibe hevrîşk.



    2020.04.10-14:58 | xeyda

    9. wisa difikirim ku xwarineke serdemên xizaniya erjeng bû. niha qe nebe li mala me nayê çêkirin. belê me bi rûnê nivişkê çênedikir. nanê germ yê nû ji tenûrê derketî, rûn bi ser da ke û paşê hinek şekir pê wer ke. a ji te re hevrîşk.



    2020.04.11-02:55 | hêvî

    10. Xwarina zaroken kurmanc a ye. Tene wexta tê bira min fekiri ji tê hişê min.



    2020.04.11-03:17 | bedevlet

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    29.10.2014 derbasbûna pêşmerge bo parastina kobanî [1]
    Rojeka dirokî bo. Ger kurdistan welatek serxwe be wê çaxê dibe ew ro...
    mir(h)ov [1]
    Ez ji mirovan hêz dikim ne mir(h)ovan. -Birêz Farqîn Xaneqîn...
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    sala 2015 dema pêşmerge ji bo herin kobanê ji tirkiyeyê derbas bûn. wê...
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    îtîrafên tirşikvanan/126701 ez jî li ser rêya îpekê bûm bi seetan em man , de bên de bên b...
    îtîrafên tirşikvanan [5]
    di twitterê de ji tirşikê peyam ji min re hat.got:tu endamê tirşikê yî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hevrîşk

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî