Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
stefan zweig - tirşik
stefan zweig
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarê ku di sala 1881an de li Viyanayê hatiya dinyayê. Qasê 20 heb pirtûkên wî ji weşanxaneya Canê derketine.

(bnr: satranç)

(bnr: clarissa)

(bnr: korku) (tirs)

(bnr: macellan)



Hin ji wan in. Di sala 1942 li Brezilyayê bi jina xwe re întixar kiriye.



22.04.2016 03:14 ~03:14 | gulêê

2. min pirtûka wî ya bi navê satranç ê di rêvÎtîyeke trenê de xwend. ji gelek alîyan ve pir serkeftîye li dor kişîkê buyerên ku ji bîra mirovî naçin, sembolên ku buyerên paşerojê yên ku bandorak mezın li ser me da hiştîye tînin bîra mirov, bi ya min xwendineke bi vî rengî gengaz e.



22.04.2016 14:51 | azad30

3. weşanxaneya lîs kişika nivîskêr wergerandiye:



"kişika Stefan Zweig bi her awayê xwe ve klasîkeke nûjen e, ku ew ê bi kurdiya wergerê xort, Salih badilî, êdî bi kurdî bê xwendin"



kişik, herikabar û balkêş e. meriv li bêhnekê dixwîne. wergêrê wê jî şêweya novelê bi serkeftî daye. min karışık duygular (bitter feelings) a wî jî xwendibû. li navenda çîrokê yekî xort, ê din yexçar du hevzayendî hene û têkiliyên wan ên balkêş tê vegotin. Mîna kişik, ev novel jî derûniya lehengan disêwirîne û meriv li nav meraqê ji serî heta dawî bala xwe didê wê.



22.04.2016 23:00 ~23:01 | biruya hayao miyazaki

4. stefan zweig (1881-1942)
20 cotmeh 1881’ê de li Vîyanayê hate dinyê. Di navbera salên 1920-1928’an de bi nivîs û berhemên xwe hat naskirin. Di emrê xwe de tu caran dîyarîyên fermî qebûl nekir. Sala 1940’ê de ji bo konferansek çû başûrê emrîka û jîyana xwe li wir borand.

Zweig, 23 Sibat sala 1942’an de bi jina xwe Lotte dawîya emrê xwe bi destê xwe anîn û xwekuştin . Di vê xwekuştinê de şErê cîhanê jî li ser wî bandor kiribû.



03.04.2020 19:26 ~19:26 | kajav

5. Nivîskarê ku min 6-7 pirtûkê wî xwendine. Bi rastî di nava pirtûkên wî de ya herî xweş bi min pirtûka "kişik" bû. Pirtûka bi navê "24 demjimarê jinikekê yê dawî" jî gelekî bala min kişandibû û hama di runiştinekê de min qedandibû.



03.04.2020 20:01 | tîrêj zana 21

6. (bnr: irfan ok) li ser heyata wî kîtabeke bi navê yalnız yahudi nivîsîye.
pirtûkeke zehv herikbar e û meriv pir tiştan tê da hîn dibe.

Zweig, merivekî bêdûnde û tenê ye.
nîzikê bîst sala bi friderike maria zweigê ra zewicî dimîne lê maria wî terk dike..
Zweîg paşê di soniya emrê xu da lotte ya delalîka li ber dilê xwe dibîne lê rûyê hitler va psîkolojiya wî xira dibe , tamîş nabe û tevê lotteyê xu dikuje...



04.04.2020 12:42 ~12:43 | bûtîmar

7. Nivîskar e. Tiştekî herî zêde min xemgîn dike ev e ku Stefan Zweîg xwe ji ber sîstema nazîyan kuştiye ji ber ku mirovekî Cihû bû (bi rêhevaltiya jina xwe) lê belê 2 sal piştî kuştina xwe dewleta nazî hatiye sekandin. Gelo Stefan vê yekê bizaniyaba dîsa jî xwe dikuşt?



04.04.2020 17:53 | roz

8. Min çend roj berê #Storytel ê pirtûka wî ya bi navê 'Kişik' guhdar kir. Nvîskarekî gewre ye. Heyfa meran ku jiyana xwe ewqas zû ji dest da.



04.04.2020 19:45 | saqîsiwarîyo

9. Herî dawî min pirtûka wî ya bi navê mecburiyet xwendibû, wek gelek berhemên wî ev jî pir kin bû. Kesekî wek min ku zêde ne evîndarê pirtûka ye, berhemên wî bêhtir bala min dikşînin.



17.02.2023 21:38 | merwano

10. Min di jiyana xwe da herî zêde pirtûkên wî xwendin. Ji ber vê şanaz im.



22.09.2023 22:45 | xweperest

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» stefan zweig

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî