Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
birayên karamazov - tirşik
birayên karamazov
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Romanêk dostoyevskîye.ev romanê nav berhemên dostoyevskîda “berhemê herî xweş” tê qebulkirin. Di romanêda qala jîyana yek bav û sê lawê wî û mirovên derdora wan diki. ev romanêda dostoyevskî dîsa dersa “ psîkolojîye mirova” didi.nivîskar hinek cîh da fikrên lehenga hine xweş dibêji ew fikiran dijî hev be jî, mirov dikarê hemû qebul biki.



17.08.2013 21:20 | bayesar

2. bavên karamazovan jibergirtîyên kale min e , ji xwe zehf kurd heyê , jibergirtîyê merivên (an ji rewiştên) dostoyevskîye û romanên karamazovan yek ji romanên herî nuwazeye.



29.12.2017 20:23 | kurdokercewsî

3. ev roman wek yek ji berhemên herî mezin yên edebîyatê tê qebûlkirin.

bi dîtina vî navî yê bi kurdî, min got qey wergera kurmancîyê ya vê romanê navdar çêkirine.

min ji googleê pirsî... go "niç, tiştê ku tu lê digerî hê nehatîye wergerandin zimanê te" belê, min go. baş e.

google dîsa baş e. bela xwe nade mera. gava tu pirsek lê dikî, dibersivîne û xwe dide alîyê. wîkîpediya di hêla artificial intelligenceê da hinekî din pêşve çûye. tu tiştek dipirsî, bersiv dide, yek jî ew dipirse. wekî em bibêjin, dixwaze hevaltî bi te ra bike. hinekî din sosyal e.

wekî nimûne heke ew pirs (birayên karamazov) min ji wîkîpediyayê bipirsîya, wê dê bigota çi: "mixabin, tiştê ku tu lê digerî hê nehatîye wergerandin zimanê te" ... û berdewam bike "gelo tu dikarî xêra xwe vê yekî bikî?" du vebijêrk dide te: 1."erê" 2."na, spas." ... de were bibê na. wellehî ez fedî dikim bibêjim "na". lê wergerandina pirtûkê ji min nahê, wîko. dev ji min berde!

bi demekî dirêj (bi çend mehan) min nivîskarîya wîkîferhengê kirîye, tu zanî. min bi zorekê xwe ji destê wan xelas kirîye. Erê wille. *

te got pirtukakurdi.com? ... na, li wê derê jî tuneye.



17.01.2020 14:09 ~14:20 | mirovekirind

4. Pêşî bêjim heta min qedand mixabin du meh jî qedîya. Hem ji ber dirêjbûna pirtûk hem jî di wan du mehê de min nikarî zêde wextê xwe bidim pirtûkxwendinê. Lê dîsa jî bi xwendina jiyana birayên karamazov kêfxweş bûm. Ji ber ku mirov ji pirtûkê de dikare xwe bibîne. Karakterên romanê li jiyana me de jî henin. Car caran em bi xwe nin, car caran ev karakter dibin cîranên me dibin heval û hogirên me.

Hêvî dikim Rojekî em wergera Kurdî jî bibînin. Vê rojê em ê fam bikin ku Kurdî êdî li gerdûnê de zimanek serdest e.



04.03.2020 15:38 | kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» birayên karamazov

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî