Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tirşik translate
peyamên çepikkirî

87916. Mijara ku li vêr tirşikvanên heja peyv û hevokên xwe ji hev dipirsin e. Carna Google translate û ferheng ne bes in. Alikariya niviskarên tirşikê jî dive.


Minak ez pirsa yekem bikim;

wergerandina helbesta jêr bo kurdî çava baştir te çêkirin?

en guzel deniz :
henuz gidilmemis olanidir...
en guzel cocuk :
henuz buyumedi.
en guzel gunlerimiz :
henuz yasamadiklarimiz.
ve sana soylemek istedigim en guzel soz :
henuz soylememis oldugum sozdur...



Behra herî xweş:
Ya ku he jî nehatiye çuyin e...
Zarokê herî rindik:
He jî gir nebû.
Rojên me yên herî xweş:
Yên me he jî neditin.
Û peyva herî xweş ê dixwazim tera bibejim:
Ya ku he jî min negotiye.

edît: spasî ji sergijik re. Here lînkê



01.06.2013 01:27 | simurg56

94101. daw ya jî dawik, etek e.

Li ser 'dawika feqîyekî'



26.10.2013 23:42 | nan û av

94106. hibra pekiyaye ser dawa feqî



27.10.2013 00:18 | endazer

94984. seba peyva "tear/gözyaşı" di ferhengên kurmancî de çend peyvên cûda hene; hêstir, rondik û firmêsk.
ki dikare ferka wan îzah bike ?

"... ku bavê min mizgîna reş da min, min destên xwe şûştin û berê xwe da odeya ku şûşeya hibrê tê de bû û giriyam. min careka din serpoş rakir û rondikên çavên xwe jî tev lê kirin." (Jan Dost, Mirname, p: 44)

"... hoste selaheddîn peşkên baranê yên ku tev li firmêskên wî bûbûn ji ser rûyê xwe yê zirav û henûn maliştin û pirsî..." (Jan Dost, Mirname, p: 12)

"...Ey şehîd, belê, îro rûyê te bûye rûpelek rojnamê û li ber çavên bi hezaran kes e. Lê belê bizanibe dema ku em rûyê te dibînin, tu bi hêstirê çavên me, dikevî dilê me." (Krîstîn Ozbey, Rûyê Wenda, amidakurd.net)



01.06.2013 01:27 | simurg56

95810. "cixendê" ya li jor behs, bêguman "ji xeynî", "ji xendî", "ji xendê" ye..



05.06.2013 14:07 | simurg56

95817. ji bo min dibistanek e.



01.06.2013 01:27 | simurg56

98656. @cinorek
kevz, bi tirkî "yosun". Kevzgirtî: yosun tutmuş

arî, nizanim çiye lê dibe ku herî? Be??



27.10.2013 15:55 | simurg56

124901. Gelo tirşikvanên zimannas,
Dive em çitonî slogana black lives matter bi kurmancî bêjin?

* Ji bo 'black' kijan baş dibe: zengî, reş, reşik, efriqayî
* ji bo 'matter' kijan baş dibe: giring, hêja


(bnr: jiyana reşikan jî giring e)



01.06.2013 01:27 | simurg56

128323. @yusiv
* ji ber ku hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestend, li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.
* hikûmeta îngilîzî ti bersiv bo ultîmatoma xwe nestand loma li dijî almanyaya nazî şer îlan kir. (belkî: îlana şerê da.)
* ji ber ku ji ultîmatoma wan re ti bersiv nehat, hikûmeta îngilîzî îlana şerê da almanyaya nazî. (belkî baştir: li dijî almanyaya nazî şer îlan kir.)

(bnr: yapboz) *



06.06.2013 16:08 | endazer

128325. bi ya min ne xirab e. talûke ev e: kirde pir ji pêveberê dûr ketiye û "almanyaya (nazî)"X2 jî tê bêje kakofonî çêkiriye.
lê pir baş tê fêmkirin.*

edît: ev hevokên tirkî yên bi "fiilimsi"yan mîna trênên haydarpaşayê dirêj dibin, di wergerê de bo kurdî talûke ne. bala xwe bidê di hin wergerên tirkî de tehma tehl ji ber dirêjkirinê tê ku xwîner nikare baş jê fêm bike û dipirse ka gelo wergêr xwestiye çi bibêje. ji ber ku kurdî hewl dide, hevokên kompleks bi gihanekan ava bike. loma hevokan du perçe dike. bi ya şertan jî gihanekên xwe tîne serî an navendê. min ji kurdî vê fêm kir û piranî wiha dikim. *



06.06.2013 16:08 | endazer

128461. @merwano a ku tê, ji xwe niha tê* nabe ku bi ya te qertafa paşerojê* were bikaranîn. pêşniyaz:

*tê ya ku ji xwe tê.
*tê ya ku di rê de ye.
*a ku tê di rê de ye

-ev peyva û "ji xwe" ji bo maneya dema niha ya -mekteyê ye ku ev ji -yorê qewîtir û zeximtir e di maneya dema niha de. belkî ji rê çêtir peyvek hebe. belkî rasterast divê hokera "niha" were bikaranîn çêtir e. wekî:

* tê ya ku ji xwe niha tê.



06.06.2013 16:08 | endazer

129570. Bersiv bo tirşik translate/129551
Annelik: "Dêtî"

içgüdü= "Xwejo"

Xwejoya dêtî



01.06.2013 01:27 | simurg56

130318. Gorê RojiMêra îslamî roja nû bi rojavabûna tirojê destpêdike.
Lowma ne tenê şeva înê, şev û evarên hemû rojan ji bo roja li pey te hisab kirin.
Nimêja teravîhê jî bi wê şeklê evara pêş roja hekemê ya remezanê destpêdike.



01.06.2013 01:27 | simurg56

130360. "hêrayî", "nîvhêrayî" û "nehêrayî" an "xam"
Çavkanî: Here lînkê



01.06.2013 01:27 | simurg56

133646. @merwano cudakariya erênî li wîkîpediyayê: Here lînkê. pêşîn min texmîn kir ku di ferheng û weşanên din ên bianet.orgê hebe lê xafilîm. li wê derê ji bo ayrimcilik yekser peyva cudaxwazî hatiye bikaranîn. heke cudaxwaziya erênî were emilandin wê tiştekî pê nebe, bawer im.



06.06.2013 16:08 | endazer

133703. @edd di lêgerîna googleê de derheqê dema nêçîrvanî û berhevkariyê hinin çavkanî derdikevin. tu dikarî bi kar bînî.



06.06.2013 16:08 | endazer

134661. ne hewce ye mirov li kurdiya her peyvê bigere an peyda bike.
li dinyayê bi hezaran ziman hene bi milyonan peyv, bêje hene û mixabin kurdiya her peyvekê nîn e.

dema em etîmolojiya peyvê dinêrin; peyv ji zimanê îtalyanî hatiye dariştin yanî koka peyvê bi îtalyanî damigiana ye
maneya wê jî şûşeya mezin û gir a avê ye.

bi kurtasî yan tu yê li dewsa peyvê bêjî şûşeya mezin û gir a avê an jî tu yê rasterast bêjî damacana.
hewce nake mirov zêde dirêj bike hama bêje damajana û xelas

edît: damacana bilêvkirineke tirkî ye, nexwe bi kurmancî an damaxana an jî damajana



08.06.2013 14:50 | simurg56

138575. Zarokên xapandî, ji zû de huş bûn.

bi devoka swrhedê jî :

(Zarê xapandî, zû da va huş bûn)



26.10.2013 23:54 | endazer

143669. hişê çêkirî êdî belav bûye û rûniştiye. mirov dikare li gorî wê bêje hişê giştî yê çêkirî



07.06.2013 18:27 | brusk56