1. Mijara ku li vêr tirşikvanên heja peyv û hevokên xwe ji hev dipirsin e. Carna Google translate û ferheng ne bes in. Alikariya niviskarên tirşikê jî dive. |
|
2016.04.15-20:48 ~2020.11.26 19:27]|
cinorek
![]() |
2. dîvê tiştek wiha be *: |
|
2016.04.15-22:04 |
sergijik
![]() |
3. "Berê xwe bidim kê û kû! ez rebenê Xwedê! winda me mîna çipikek hibra pekiyayî, li ser dawa feqiyekî." |
|
2016.09.18-11:20 ~2016.09.19 09:17]|
cinorek
![]() |
4. di vir de dawa parçeyek ji cilê feqî ye. tam nikarim tarîf bikim ka kîjan beş e lê mîna hembêzê ye. belkî parçeya di navbera navika mirov û organên genîtal de be. |
|
2016.09.18-11:39 |
simurg56
![]() |
5. li gorî sepana ferhenga kurdî ya burhan erdinç, wateya dawê etek e. li cem me jî daw tê bi kar anîn lê heta niha min nizanibû ew û etek yek in. (tabî ihtimala neyekbûnê jî heye hîn, bawerî zêde bi ferhengan nayê) |
|
2016.09.18-12:22 |
mergehez
![]() |
6. daw ya jî dawik, etek e. |
|
2016.09.18-15:04 ~15:10]|
şêxê bêserî
![]() |
8. "barana reş ya ku bi ser kefenê ehmedê xanî de dibariya, dibû kelebox û kefen her ziwa dima" |
|
2016.09.29-09:17 ~2016.09.30 10:09]|
cinorek
![]() |
9. ez zanim lê ez nabêjim jiber kedamin li boşê diçe tirşik forumêde hatiye serê min.., dema hindikin ne dibêjin mala te ava ne jî dibêjin malate ne ava... * vê carê sone; peyvek weka şaş bikarhatiye yanî kelebeka di Tirkîde bikar haniye çewa ez zanim ez nizanim texmîn dikim jiber mêmîk/perperok wekî werdekan pir şil nabin.. tiştê ezdikebim gumana bi dehan nav jibû pirpirka hene çima kelebok?... |
|
2016.09.29-11:19 ~11:20]|
shorbevan
![]() |
10. Kelebox= buhar. Ew dûmana bi kelandina avê derdikeve holê. |
|
2016.09.29-12:51 |
simurg56
![]() |
11. sîmurg rast dibêje lê ez çepik nadimê nizanim hima dilê min jêre naxwaze * |
|
2016.09.29-14:58 |
shorbevan
![]() |
12. seba peyva "tear/gözyaşı" di ferhengên kurmancî de çend peyvên cûda hene; hêstir, rondik û firmêsk. |
|
2016.10.18-09:17 ~09:24]|
cinorek
![]() |
13. tu ferqek nizanim di navbera peyvên rondik û hêstir de. (jixwe ez firmêskê nizanim). |
|
2016.10.18-20:12 |
simurg56
![]() |
14. li cem me peyvek mina "cixendê x" (other than x) heye. ew peyv di kurmanciya standard de tûneye yan ez xelet dinivisim? min nikaribû di ferhengan de peyda bikim. |
|
2016.12.04-08:43 ~2016.12.05 09:11]|
cinorek
![]() |
15. "cixendê" ya li jor behs, bêguman "ji xeynî", "ji xendî", "ji xendê" ye.. |
|
2016.12.04-14:44 |
fethî ronî
![]() |
16. ji bo min dibistanek e. |
|
2016.12.05-09:13 |
cinorek
![]() |
17. @cinorek, peyva cixendê di înternetê de tenê di vê tweetê de derbas dibe; |
|
2016.12.05-18:27 ~18:27]|
simurg56
![]() |
18. "Ez Badînim, bayekî dînim, giyanê min goleke kevizgirtî ye, arîya sêkuçikên koçera ye ku li pey xwe dihêlin." |
|
2017.04.08-06:08 ~13:55]|
cinorek
![]() |
19. @cinorek |
|
2017.04.08-08:31 |
gumgumok
![]() |
20. @cinorek tirşik translate/98654 |
|
2017.04.08-08:32 |
mergehez
![]() |
![]() |
mehmed uzun [4] |
![]() |
navîgiranmezelîwêran [5] |
![]() |
tiştên ku mirovî aciz dikin [4] |
![]() |
tiştên ku dawîya wan nayê [4] |
![]() |
tiştên ku mirovî aciz dikin [2] |