Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
piştî veqetandina ji xoşewîstê/a xwe ew hîsa ku êdî tu qet yekî mîna wî/ê nabîne - tirşik
piştî veqetandina ji xoşewîstê/a xwe ew hîsa ku êdî tu qet yekî mîna wî/ê nabîne
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hîseke hebkî pîs e. Gellek meriv ji tirsa vê hisê nikarin tekiliyên xwe xelas bikin û dest bi tekiliyeke nû bikin.. Lê divê meriv ji bîr meke, qet diyar nabe ku ji ku dere çi derdikeve an jî çi li benda te ye. Ger tiştek xelas bibe -jixwe mirov hîs dike xelas bûye an jî nebûye- rêya xwe binêr û dom bike. Rast e destpêke de tu yê piçkî xemgîn bibe lê ma ev jî xweş nîn e. Her roj ken û coş nabe heyran. Rojeke jî beytocan veke û bigrî. Ev jî qetek ji jiyana me ye.



14.04.2016 09:28 | gulêê

2. di heqê vê meselê de gotineka pêşiyan heye

(bnr: ne xort ji bo te diqedin ne jî keç ji bo wî)*



14.04.2016 10:05 | ceso

3. ji xwe veqetandin, bi hîsa "ezê yeke wê/î zêdetir bibînim" ve yanê dema ku êdî hezkirin namîne dest pê dike. ji ber wê bawer nakim ku di kesekî/ê de hîseke ku weke "edî qet yeke mîna wê/î nabînim" hebe. lê eger veqetîn ligel hezkirinê jî çê bibe wê demê helbet we hîs peyda dibe û heya demekê dikşîne.



14.04.2016 12:40 | nazim tolhildan

4. miijaara ku zikê mere bi kesê/a ku ev mjar vekirî dişwite.



14.04.2016 14:42 | bêhna_piştî_baranê

5. êşa hemû hezkiriyan e. lê bi qasê min dîtiye û jiyaye, belkî tenê %10 rast be.

ger hestek wisa bi we re çêbûbe, nexwe we bi rastî jî gelek hez kiriye. ger we bi rastî jî hez kiribe, nexwe jixwe çavên we gîrtî bûye. ger çavên we girtî bin, helbet ew bawerî wê bi te çêbe ku kesek din mîna wî/wê tune li welatê tu lê dijî.



14.04.2016 14:51 | simurg56

6. Ev hîs bi zilaman re tam çawa çêdibe nizanim lê ez wexta dibêjim êdî kesekî wekî wî nabînim, pirseke din dide der: Gelo ez ê yekî ji wî çêtir bibînim?
her tim jî wisa dibe. Yekî ji wî çêtir dibînim. Ji ber ku bi her êşê re, bi her temenî re em mezin dibin. Em fêrî tiştên nû dibin. Em dizanin çi dixwazin çi naxwazin û hilbijartinên me jî li gor wê diguherin.



21.11.2020 11:14 | berijahr

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» piştî reşşikdanînê ji sîstema tirşikê derketin
» xwe vedayî kirin
» êdî û hew
» qeter
» yekîtiya xwendekarên kurdistan
» mînakên wergera peyv bi peyv a ji tirkî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî