Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
dilê yekî bi jina wî nexweş bû got e çima tu ber hevîr re qûna xwe dihejînê - tirşik
dilê yekî bi jina wî nexweş bû got e çima tu ber hevîr re qûna xwe dihejînê
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Gotineka bav û kalan e.

Ji bo kesên ku hêncetan (sebep) digerin hema tiştekî bikin an jî bêjin tê bikaranîn.

Ez ne xelet bim di Tirkî de biwêja "buluttan nem kapmak" di heman wateyê de ye.



12.04.2016 22:06 | nan û av

2. mijara gotinek wiha li gorî vê rewşê hebû baş nat bîra min lê bira ev be :



(bnr: hetanî ku a wî bû "şîr û şekir" piştî ji dest çû "min kîrê kerê di te kir")



13.04.2016 01:57 | shorbevan

3. mijara vê meseleya haniye bîra min: rojek mêrikî timî di wexta xweda diçe malê.... jina wî jê xweşe gotinên xweş jêre dibêje delalê min, şêrê min merxasê min çavreşê min ... filan û bêvan çend roja diherime dereng diçe malê rojek dîsa dereng tê malê jina wî dibêje perityo,xêrnedyo tu li kurî nayê malêû dibêje hahoo! wa çavekî te jî kore *



13.04.2016 02:10 ~02:11 | shorbevan

4. gotine ku gotinek din yê pêşiyan anî bîra min;



"(bnr: dilê yekî çûbû goştê keran got guhên wî dişibîya ya kîvroşkan)" bi xwedê gotinek gelek xweş e.



13.04.2016 20:28 | simurg56

5. Gotina ku mesela cîrana me anî bîra mîn. Mêrik dixwest jinikê berde îja digot " jina min ne tu jin e. Bêrikên pantorên min ji hêla hundir de ûtî nake. "



17.08.2016 15:06 | biaqila malê

6. gotineka pêşiyan heye dibêje; barê hêncetan rast nabe.

û di heqîba min de li ser vê du çîrok hene. yek jê;

dibêjin rojekî gurgek keysa xwe ji bizinekî tîne, dilê wî diçe goştê bizinê, lê rasterast nikare ya dilê xwe jê re bêje, ew jî hawara xwe digihîne hêncetan;

- ka were vir, te çima par, dema ez di nav avê de, av li ser min şêlo kir?

+ ezbenî ez bi xwe sê-çar mehî me, para çi halê çi?

- pa ez nizanim, an tu bûyî, an pismamê te, an psixaltiyê te, her yek ji binemala we bû.



û bi wê hêncetê bizinê dixwe.



dîsa dibêjin li gundekî, axayê gund çavê xwe berdaye ser milkê gundiyeke cihû, lê nikare rasterat dest deynê ser milkên wî, rojekî gazî zilêm dike û dibêje;

- kuro hey kafirê şedîd! ka bêje we çima pêxemberê xwudê kuşt heee?



17.08.2016 18:42 | endazer

7. mehna tir û dasê, (bnr: tir li ku das li ku)



18.08.2016 00:19 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilê qul
» yekîtiya xwendekarên kurdistan
» jina ku li paşila pilingan radize
» wîkîpediyaya tirkî
» nexweşiyên ku çilmê mirov tînin
» bûyera haymarket
» gotinenstranan.com
» çima ertoşî govendê de çep diçin
» bernameyên kêrhatî yên androîd
» hevîrdiran
» qûnalês
» xwelîserno

Kategoriyên mijarê:: zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî