Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
êşa qirikê - tirşik
êşa qirikê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êşa ku mala meriv xera dike û tu kêfa jiyanê pê nahêle ye. ji doh ve qirika min diêşe û kuxîna min jî heye. xwedê îsal ji nexweşiyan xelas nebûme. êdî nezer li min ketiye çi bûye nizanim lê aciz bûme ji nexweşiyan êdî. berî nexweş diketim du-sê rojan de derbas bû lê îsal çiqas nexweş dikevim herî kêm heftekî derbaws dibe.



09.04.2016 22:36 | kurê xelkê

2. êşa ku nahêle mere tehmê tiştekî bistîne. taybetî jî cigare...



09.04.2016 23:03 | bêhna_piştî_baranê

3. herçikas welê nayê zanîn jî êşa ku tiştên cemidî jêre başin.. av û hwd.



10.04.2016 04:32 | kurtikfiroş

4. eşa hinek sedemên wî evin; ketina zimanokê, heloq, kansêr,guatr.. an tiştek sor hatiye vexwarin(çay/cixare) an tehl bûye..



10.04.2016 10:16 | shorbevan

5. Êşa ku ev 4 roje wê qûn li min qetand. Ji seba wê nikarim nan û av jî bixwim. Îja ji ber birçîbûnê bêhal dikevim. Di vî 4 rojî de min 4 kîlo dane. Heke hinekî din jî bidome teqez ezê bimrim.

Ji ber tirsa vîrûsa koronayê bêeleqabûna bijîşka ez naçim nexweşxanê jî. Hama li mal çi heb, şirûb, fisfis, dermanê kurmancî, dermanê pîrika hebe, hemûyan bikar tînim. Heya ku min fisfiska poza, ya ku pozê xitimandî vedike min bere qirika xwe dabû. Piştî bikaranîna wê rojek derbas bû hêj nû pê hesiyam ku ew ya poza ye. Ma xopanê tema wê tehl wek ziravê bû. Ji xwe divê min ji tema fêm kiribûna.



21.06.2020 14:24 | tîrêj zana 21

6. Êşa ko ez her zivistana xwedê dikêşim. Di qirika min da tijî nexweşî derdikevin her sal. Ji bilî sermayê, wextê ez tiştekî nepaqij bît dixwem jî destxwera êş dikevîte qirika min.



21.06.2020 22:19 | buffaloskinners

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» êşa fantom

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî