Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
weşîna porî - tirşik
weşîna porî

Navê mijarê ya ewil ev bû:weşîna por
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bela serê mêran e. ji xwedê re şikur ku hê derdeke min a wisa tuneye. lê bi taybetî emrekê şûn de tê serê hemû mêran. weke ku ez dizanim têkiliyeke girîng di navbera weşîna por û genetîkê de heye. lê ew gen ji bav tê yan ji dê tê nizanim.

(bnr: keçel)

(bnr: nivîskarên tirşikê yên keçel) *



06.04.2016 16:43 | nazim tolhildan

2. niha 22 salî me û bi qasê tê bîra min ji 6-7 salan ve porê min diweşe lê ji ber ku lê bala xwe didim û tevdîra xwe digirim niha baş e. xwedê neyîne serê dijminê min jî. *



06.04.2016 18:08 | kurê xelkê

3. yek ji wan nexweşiyan e ku herî zêde tê îstîsmarkirin. ji yên din mînak: fitqa pişt, sêrbûna jinan.

tu ji kê bipirsî wê deh pêşniyaran li te bike lê mixabin yek jî kêr nayê.

ekola hevalekî min neynin bîra xwe heyran yên min digihijin ser milên min.



07.04.2016 16:23 | simurg56

4. tiştê ku bi serê gelek mêran tê ye. heke mirov jixwe ne bawer be, ev bela dikare li ser de bandorekê giran û pirsgirêkên psîkolojikal bihêle.



27.12.2020 15:20 | hueyn

5. Tişteke nojdarî ye. Her çiqas bandora stresê hebe jî ez bawerim têkiliya wê bi stresê re tune ye



27.12.2020 23:45 | rodem

6. ji lîseyê heya îro jî car caran li min dibe bela ku sedema wê jî nexweşiya seboreîk dermatît e.
lehnet li vê nexweşiyê werê. min got car caran çimkî nexweşî bi kêliyaya û her wekî din jî bi bandora stresê jî zêde dike ಥ_ಥ

tenê şikir dikim ku di malbatê de(bav, ap, bapîr û hwd.) kesên keçel nîn in û naxazim bibim yê ewil jî.....



05.05.2021 18:03 ~18:04 | merwano

7. Tiştekî nexweş e li mirova peyda dibe. ava mêxik yan jî rûnê wî ji bo weşîna por gelek baş e.Çêkirina ava mêxikê : qasî kefa destekê mêxik û 3-4 îskan av bikelîne û têxe nav qutikê spreyan û rojane bi porê xwe bide. Bêhnxweş e ewê we aciz neke. Çêkirina rûnê mêxikê: 20 heb mêxik têxe nav îskanek zeytê û 5 rojan li ber tavê bihêle. Paşî jî bi tevdan li serê xwe bidin û bira demjimêrekê li porê we bimîne piştî jî bişon, hûn dikarin ew rûne heftê carekê bikar bînin



06.06.2021 20:23 ~20:22 | navîgiranmezelîwêran

8. weşîna asayî yan bi navê xwe yê zanistî androjenîk alopesî bi serê nêvîyê zelaman de tê û ne girêdayî ti nexweşîyeka dî ye. çareserîyên demkî hene (minoxidil, prp) lê mixabin heya niha ji bilî çandina porî çareya wê nehatîye dîtin.



27.01.2024 16:38 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşîna porî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî