Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh - tirşik
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh
(10) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gelek in..

pirraniya wan ji dîn û baweriyên berî îslamê mane.. dema kurdan dînê îslamê qebûl kirrîn ev baweriyên xwe yên pûç û betal û bêbingeh jî bi xwe re tevil îslamê kirrine û hê jî gelek ji wan wekê ku ev bawerî parçeyek ji ferz û ruknên îslamê bin baweriyê pê tînin.. wek nimûne: şev neynûk nayên jêkirin, qajik nayê cûtin, eger di şûşeya çayê ya yekî de du kevçî derkevin tê wê wateyê ku wê du jinan bîne filan..



17.08.2013 01:40 | endazer

2. di nav bawerîyên betal de ev jî henin: tiştek tîk werê misafir tên, tu binê firaqa mast paqij bikî di daweta te da berf dibare (bnr: oha)



17.08.2013 13:13 | bayesar

3. xurafeyên ku pêwist e demildest werin jibîrkirin, in.

bivê bila ji zerdeştiyê ma bin bivê bila bi îslamê re hatibin.

ji ber ku xurafe dijminê nûbûnê, pêşveçûn û azadiyê ye.



17.08.2013 19:59 | simurg56

4. mirov bikute heft anarşîstên memûrê dewletê, riya cinnetê vedibe



22.08.2013 10:49 | quto

5. heçiyê êvara înê bi jina xwe re bikeve navnivînan û nesekine Û nehsiyan bike wekê ku heft gawir kuştibin li cem Xwudê xêr jê re tê nivîsandin.. ne ez dibêjim seydayên heft-fitûw dibêjin: (mijara winda 2288/7584)



22.08.2013 12:08 | endazer

6. xwê. diya min dıgot. xwê serê heft tehmê ji bona wê fizulî nerjînin. di binyada vê xurafeyê de çi radize tu zanî birê min. na tu nizanî. wî çaxî ez ji te re bêjim. berê xwê xwarineke pir muhîm bûye jı bo xwê şer kiriye xelkê. hetta leşkerê romayê meaşê wan bi xwê dihate dayîn.



(bnr: te niya quzê diya formatê te kir wêran)



22.08.2013 20:11 | hun çawane heval:)))))))

7. avê li ser agir de nekin gunehê

qalikê pîvazê neşêwitînin per yên cinanin

li pê avê venxwein bila şeytan we de nemîzê

kî heft qizilbaşî bi kûjê diçe bihûşt e

mij zilma mîrova ne



27.08.2013 15:14 | newenda

8. rastkirina şimika vajî.



17.11.2013 16:30 | karmatî

9. dema nimêj biqedê tevandina pêşiya sicadê ji bo şeytên li ser nimêj nekê.(Bavo bihêlin bila şeytên ji nimêj bikê * )



17.11.2013 16:33 | karmatî

10. dema diyamin nên dixist çûm cem wî behna nanê gelek xweş bû, min got parîkê bistinim. diya min got ew nane nexwe min got cima got ew nanê yekemine dema tû wî bixwî mêrê te dimire(xwedê neke.)*



17.11.2013 22:10 | gelawej

11. xwdêgiravî kesê ku bişev benîşt bicû goştê miriyan dicû. tobe tobe, tiştên netişt di zaroktiyê de bûbûn bela serê me.



17.11.2013 22:44 | ceso

12. xurafeyên ku "ahmet kaya hê nemiriye lê xwe xef dike" jî dikare weke mînak bê dayîn.

wextekê min jî bawer dikir. hê heye an na nizanim



18.11.2013 01:52 | brusk56

13. ji bo mexsed û miradê/a mirhov bi cî were xwarina ketî û qemûşkên nanê tenûrê.



18.11.2013 11:03 | seydayê_peyvan

14. weke li jor hatiye nivîsin, rastkirî nehiştina sicadeyê yek ji van e. me jî qet sicadeyê wisa nedihişt, ji bo şeytan li ser wê mêj neke, me qunceke wê lê diquliband. şeytanê reben ji destê kurdan pir kişandiye.

yek ji eziyetên din yê li şeytên jî ev bû:

dihat gotin ku gava mirov bifikîne (fîk, fikandin, fût, fût dan. yanî bi lêvên xwe dengê gazîkirinê yê mûzîkal derxistin) şeytên tê wê derê. ji aliyê din ve dîsa dihat gotin ku dema mirov bêje bismillah, şeytan ji wê derê direve.

vêca me jî hema her digot fîk û her fîk û paşê me digot bismillah bismillah. bi vî awayê me şeytan diwestand û ji îşê wî dihişt *



18.11.2013 20:56 | simurg56

15. kesên nediqdiqe ne ji bavê xwe ye!



(bnr: diqdiqîn)

(bnr: ne ji bavê xwe bûn)



04.03.2014 05:02 | endazer

16. Ku du kesan bi hevre li ciyekî rîtin divê destên xwe vekin, gava destên wan giha hev wê diranê wan ji bîna gûyên wan wê xera bibe. Divê neghên hev.



04.03.2014 16:20 | hemdilaarda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nav kurdî naverok tirkî
» kurdan

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî