Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li silopiya çi diqewime - tirşik
li silopiya çi diqewime
(6) (5) (2)
di mijarê de bigere

1. navê nivîseka ku di nasnameyê de hatiye weşandin e.. camêrekî ji silopya di derheqê bûyer û qewimînên civakî yên vê dawiyê yên li silopiya nivîsandine û ji nasnameyê re şandiye di nivîsê de maila ku ji parlementerê bdpê yê şirnexê re nivîsadiye jî cih digire.. ji ber ku nivîs bi tirkî ye ez ê tenê lînka nivîsê li vir parve bikim.. di mesela rastiya nivîsê û îdîayên di nivîsê de jî bi qasê misqalê zerrê şik û gumana min nîne.. mixabin şaredariya silopiya û gelek şaredariyên din ên ketîn destê bdpê de bi destê kesên nezan û dilxirab û xêrnexwaz de ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tên bikaranîn..

http://www.nasname.com/a/silopide-neler-oluyor



17.08.2013 01:09 | endazer

2. ne nûçe ye, gûxwarina malxirabekî û nasnameyê ye.

heta niha devleta tirkan nekariye şaredariyên kurdan bi rant-xwarinê sûcdar bike, ger weke tê gotin her şaredariya bdpê de rant-xwarin hebûya, bila kes mereq neke, erdogan wê sed car zêde bikira û li her derî bigota.

dîsa weke her caran, li ku derê kurdek tiştek bi dest bixe, wê kurdên mayî hewl bidin wî/wê kesî reş bike, derew û bêbextiyan lê bike.



nivîsê de sernavek wisa heye "Şırnak Silopi ye bağlı Başverimli Beldesi Belediye Başkanı”nın halka ateş açması" lê dema mirov binê wê dixwîne tu gû tune.

her wiha tê de behsa çend bûyeran tê kirin û ji ber ku bdp ketiye navberê û aliyan ji hev qetandiye, bdpê sûcdar dike. lê ji aliyê din ve ji ber ku partî neketiya navbera şerên lîseyiyan, dîsa partiyê sûcdar dike.

nasname, bi nûçeyên wisa nasnameya xwe ya "bêşereftiyê" baş nîşan dide.

dawiya dawîn, ji we re jî ji nûçeyên we re jî (bnr: hassiktir diyorum)

(bnr: se direyê karwan dibuhire)



17.08.2013 10:32 | simurg56

3. serê kîrê min oluyor li silopi. çi bûye? yane çend pevçûn û tişt derketine û sedem jî dîsa bdp ye, were û bi kîrê xwe re nekeve mehkemê.



17.08.2013 11:26 | reşkêşevê

4. tiştekî dî min ji bîr kir ez bêjim çend caran bdp xwest ku şaredarê sîlopî istifa bike,?



17.08.2013 11:27 | reşkêşevê

5. (bnr: yê ne li halekî nizane hewalekî)

(bnr: nifşên nû yên kurd yên ku bi dezenformasyonên pkkê mezin bûne)

li silopiya çi diqewime baş nizanim lê zanim ku xelkê silopiya ji şaredariyê û ji parlementerên xwe yên ji şirnex yên ji partiyê ne memnûn in.. baş dizanim ku li silopiya jî û li cizîrê jî têra dinyayekî rant û bertîl û gendelî gêr dibe û di nav komeke biçûk de tê levekirin.. ya ku min şaş dike û metel dihêle mirov çawa tişta ku baş nizane û pê neserwext e wekê ku bi serê çavên xwe dîtibe derheqê nerastîbûna wê de evçend jixwebawer dikare biştexile û evçend bihêsanî dikare bi serê xelkê sond bixwe.. mixabin refleks û reaksiyonên alÎgirên pkkê û bdpê jî biço biço dişibe ya tirkên faşÎst û kemalîst te dî dema polîs û eskerên tirk zilm û neheqiyê li kesekî an li civak û cimaetekî dikin bi dest xwe re bi serê dewleta xwe û esker û polîsên xwe sond dixwin û dibêjin naherê ne mimkun e ku dewleta tirk tiştekî wihareng bike.. dema tu bi belgeyan îsbat dikî jî tavilê xwe dispêrin teoriyên komployê û dbêjin xêrnexwazên dewleta tirk ji bo dewletê û polîs û eskerên tirk li ber çavên raya giştî ya cîhanê kêm û biçûk bixîne van îdîa û nizanim çi quzzilqurtan amade dike û belav dike filan..



17.08.2013 11:43 | endazer

6. bi rastî ji ber van kûçikên dên û zêna xwe didin vê malpera bênamûsan, ez ê bişemirînim û biçim.. ew çi ye bavoo !! ev der cihê çêrdana li tevgera azadî ye ? bila yên wan tiştan dibêjin, bêhtir bixebitin, kêfa xelkê bêhtir li xwe bînin û bila ew bikin !



lê nexwe heke çawa hatibe, wisa bidome; ez tiştên ew dikin, tenê û tenê, wekî bêşerefî bi nav dikim, ji lew re ji bilî reyînê bi kêrî tu gûyî nayên !



17.08.2013 11:55 | mastfirosh

7. (bnr: kesên kor nabînin lê baş li hev tînin)



kesên nebaş û kedxwar di her deverî de hene. ev rast e. lê maşallah hin kes hene tenê van tiştan dibînin û ziman û hebuna xwe li ser van nebaşan ava dikin û van kesan û kirinên xerab jî dixin pêşiya her tiştên din. li deverekê tiştekî weke serê derziyê diqewime qiyametê radikin, di cih de derfetê dibînin ku rexneyên gelemperî bikin, saziyan, kesan tevgeran bilewitînin. oportunîzm û konformîzm e navê hebûna wa ye. rojekê ji rojên xwedê ku ez bibînim ev kes pesnê xizmetên baş û kesên baş bikin ez ê hingî bêjim ha ev camer e. llê mixabin dilê wan biqirêj e zimanê wê nîv metro ye û nava wan reş e gemarî ye ji vir û bi heta bexdayê xuya dikin.



17.08.2013 11:58 | reşkêşevê

8. ger rantek hebe û hinek pere werin ji holê rakirin jî piraniya van pereyan dîsa diçe rêxistinê.

nav rêvebirên bdpê de bêguman yên ku berjewendiyên xwe dixwazin jî hene lê ji hemû partiyên din hindiktir e. partiyên biçûcik yên weke hakpar jî tê de.

bi bûyerên biçûk tevahiya rêxitinê tawanbarkirin û weke nasnameyê dezenformasyona weke (stûr: fîstana bêberî) kirin, eyb e, şerm e, xêrnexwazî ye. net.

şaredariyên bdp xizmeta ku ev 1500 sal in neçûye ber lingên kurdan, kiriye. ev jî net e.



17.08.2013 11:59 | simurg56

9. (bnr: mîzan û pîvan)

naxwe em bûne faşîst û kemalîst û polis jî. min berê gotibû tu nivîskaran provakê dike (bnr: endazer), dîn dike. tu ji vê rewşê jî xwe mafdar derdixe. tu zane rê û rêbazan lê tu nizane ku ev deşîfre bûne, kevn bûne, bêhnpêketî bûne.



17.08.2013 12:07 | reşkêşevê

10. bira çavê meriv kor nebe. bira mêldarî pêşiya rastiyê negire. ev angaşt angaştên mezin in meriv nikare bavêje pişt guhê xwe. mesele ne ev partî an ew şarederî ye mesele rastî û heqîqet, xizmet e. kor û kerr nebin tişteki nebaş nexweş hebe bêjin. dawiya dawiyê dîsa gelê kurdê zirarê jê dibîne. bes e li ser navê partiyan guhên xwe yê genî ji rastiyê re negirin. kurd jî meriv in,baş in jî xirab in jî, hêja jî hene, ker û kuçik jî hene. divê meriv yekcar rexneyan navêje pişt guhê xwe, yekcar jî nexe qibla xwe.



17.08.2013 12:39 | tivirloismail

11. nivîsa li ser buyerên belawele nizam kurê kê bi kîrê kê henekan kiriye, wî jî çuye nizam tilî daye bavo kurê mala xalê apoyê jina biraziyê kirîvê şaredarî. hema buyer dişibe vî awayî û weke din behs tê kirin ku partiyê hinek nelihevkirinan sererastkirine, nizam çima kirine, ma çima wisa kirine lo? paşê dibêje lawo di şerê lîseyiyan de hinek kes ji bo lihevkirinê çune, çima hun neçune. dibêje jinekê bi hezkiriyê xwe re nizam çi gû xwariye û çima gel avêtiye ser adliyê jî partiyê nehiştiye gel herderî talan bike û namusa xwe bi talankirina adliyê xilas bike. û ser hemu tiştî ev hemu bingeha xwe ji mailekê digire. wey lawo ma çima hun ji van tiştan bawer nakin û ji hemu rêxistin, partî û şexsiyeta nefret nakî? ma bila hê çi bikin? ser de jî hin kes dibêjin hun çawa dikarî ji van tiştan bawer nekî û ji xwe bawer bî.



17.08.2013 16:55 | azadixwaz


13. ez mikur têm ez ê li silopiya li ser nasnameci, xwefiroş, bênamûsan biqelibim ser zik.



22.08.2013 10:53 | quto

14. ji serî hata binî bi perspektifek bêbextiyê û reşkirinê hatiye nivîsin.Jixwe ti kaliteya nasnamê nîn e ku tu bikarî pakê jê bikî.Kar û barê xwe , sin'etê xwe kiriye pêşmiqabilitî.Tiştên mantiqî li wê malperê hata niha peyda nebûye ku ev nûçe rast bibe.



24.09.2013 12:31 | cekdar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çiyayê kurda

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî