1. sepaneke ragihandinê ye. gava qala wî dikin dibên wek whatsapp e lê ji whatsappê hezar qatî çêtir e. meriv dikare bêyî ku telefon girêdayî înternetê be ji kombersê jî têkeve. ji bo whatsappê jixwe lazim e telefon girêdayî înternetê be. dîsa ew ne problem e . telefon girêdayî înternetê be jî carna nakeve di ser kombersê re. |
|
03.04.2016 14:09 |
kurê xelkê
|
2. Sepaneke ku bi whatsappê re pêşbazîyê dike. Bi gelek teybetîyêb xwe ji whatsappê çêtir e: |
|
03.04.2016 22:37 |
gumgumok
|
4. sepaneke rusî ye. |
|
02.01.2018 08:41 |
cinorek
|
5. Dema protestoyan li îranê hatiye asteng kirin. Lê paşê disa serbest bûye. |
|
02.01.2018 08:41 ~2018.02.19 19:16 |
cinorek
|
6. îro min di gotareke de xwend ku tiştên ku li ser taybetiya ewlehiyê ya telegramê tê gotin serobino kir. li gorî wê gotarê navgînên krîptolojiyê/şîfrekirinê/ewlehiyê yên telegram bikartînin, ji yên watsapp û yekdestiyên* din sed car zeîftir in. bi ser de li gorî nivîsê telegram ne çavkaniya vekirî ye ku ew wiha dide naskirin lê min ji derekî din dît ku wele rast e, nivîsbariya wê bi xwediyan e. |
|
18.02.2018 21:37 |
biruya hayao miyazaki
|
7. sepana ku cara ewil min jî saz kir. kêrhatî xuya dike. gelek taybetîyên wê, di whatsappê de tune. bi gelemperî tê gotin ku ji whatsappê ewletir e. jixwe guman tune ku whatsapp ne ewle ye û hemû agahîyên me bi kar tîne. baş e ku vê gavê nade dewletên wek tirkiyê lê teqez dide amerîkayê. |
|
30.11.2019 11:10 |
simurg56
|
8. Salan in bi kar tînim û ev demek dirêj e piştgiriya kurdî jî dide. Ji ber wê kêfa min gelek jê tê. Min hemû heval û hogir û malbat kirin telegramvan. Ji ber wê ye, xeynî kesên biyanî an jî nasên dûr, hewce nakim têkevim WhatsAppê. Dema têkevim jî, destên min dihere livok û lêdayekên telegramê û hay lê dibim ku tune ye, yekcar digirim. |
|
30.11.2019 11:28 ~11:49 |
biruya hayao miyazaki
|
9. Sepana ku min zimanê kurdî tê de nedît. Yekî/ê kerema xwe re alî min bike.:/ |
|
30.11.2019 12:11 |
xelîl
|
10. Ji bo sepandina kurdî hûn dikarin li vê qanala fermî ya kurdî vebikolînin |
|
30.11.2019 12:22 ~2019.12.01 13:17 |
biruya hayao miyazaki
|
11. Sepana ku li Îranê dewsa hemû medyaya civakî digirê ye. |
|
01.12.2019 02:20 |
gumgumok
|
12. Dema navê vê sepanê dibînim, hevalên min ên rojhilatî têne bîra min * |
|
01.12.2019 12:32 |
bûtîmar
|
13. sepana ku ji yên din zêdetir ewlehîtir e.Kesên ku ewlehiya xwe difikirin divê telegram bi kar bînin. |
|
14.04.2020 12:00 |
brzn
|
14. ji xwe hemû heval û hogirên min bi vexwendin û zordariya min bûn telegramvan û gelekên wan navrûya wê kirin kurdî. lê ev mehek e, girseye mezin a têkildêrên min ên rêbera telefonê yek bi yek tevlî telegramê dibin û telegram yekser peyamê dişîne min (her wiha ji herkesî re yên ku têkiliya telefonê pê re heye) û dibêje va ev jî tevlî bû, dest bi sohbetê bike. nizanim gelo di van demên dawî de whatsapp têk çû an pêrgî erîşkaran bû û nehate bikaranîn lê ev tiştekî ecêb e. |
|
14.04.2020 12:34 ~12:36 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Xwişk û birano ez ê ji we re tiştekê bibêjim ji bîr nekin, ji alîyê security'yê ve whatsapp > telegram |
|
14.04.2020 13:06 |
soryazyus
|
16. pir metha wê tê kirin lê çêkerê wê yekî ûris e. nizanim, ûris ji min re hinek bêbawer tên. çawa ez ji yandexê hez nakim hine aliyê telegramê jî sar im. |
|
14.04.2020 21:39 |
de facto hozan
|
17. sepana ku gihaştiye 500 mîlyon bikarhêneran. wê dest bi weşandina reklaman bikin. |
|
23.12.2020 21:08 |
hueyn
|
18. bernameya ku ui'ya wê ya 10 sal berê ye. bi wê navruyê xwe yê xerab çawa evqasî hatiye daxistin fehm nakim. |
|
06.01.2021 14:55 |
hueyn
|
20. qet pratîk nîne û bikaranîna wê gelekî zehmet bo min tê. belê di warê securityê de ji whatsappê çêtir e. |
|
07.01.2021 14:11 |
wiha wilo wisa
|
21. sepana ku mirov dişê bi kurdî jî bi kar bîne. lê ji bo kurmancî kêşeyek heye. %70 hatiye wergerandin û serrûpel wek erebî ji rastê ber bi çepê ye. ji ber ku soranî berî kurmancî hatiye lêzêdekirin ev kêşe derketiye. çimkî her du jî kurdî ye û telegram wan zimanek dihesibîne. herwiha soranî %100 hatiye wergerandin û bo hogirbûna soranî û alfabeya erebî gelek baş e. |
|
10.01.2021 19:44 |
keyomerd
|
22. telefona kî hebe li ba min nîvê zêdetirê wan ji rûyê peymana dawî ya WhatsAppê xwe avêtine bextê telegramê. di rojên pêş de jî wiha bidome dê şîrketên telekomunikasyonê dev ji WhatsAppê berdin û bêhtir li ser telegramê kampanyayan çêkin. |
|
10.01.2021 20:00 |
ezcan
|
24. ev dora salek e, nikarim kurdiya wê ya peyitandî bi kar bînim ji ber çewtiya teknîkî ku nivîsandina latînî mîna ya erebî cih dike. ji ber wê pakêta "kesane" bi kar tînim. lê ev jî salek berê sekinî û her bi pêşveçûna telegramê, rêjeya wergerandî kêm dibe û yên îngilîzî zêdetir dibe. |
|
16.01.2021 13:55 ~14:14 |
biruya hayao miyazaki
|
25. Min çende kî telegram bikaranî ema qet kêfa min pêra nat . Nizam çima yanî ambîyasa wî , nivîsa wî balamin nekişand(ne balkêşbû) loma min rakir ji telefonê . |
|
17.01.2021 04:00 |
yaqûp
|
26. clubhouse çawa dixebite û çawa ye bi rastî nizanim lê qas3i min bihîst mirov tenê dikare bi telefonên IOS beşdar bibe û bi dengî di mezelan (rooms) de dikare biaxive.Ev deng nayên tomar (qeyd) kirin.Niha min xwest kurtasî behsa wî bikim jiber ku Telegram jî taybetiyek wisa li ser kom/qanalên xwe zêde kiriye.Bi rastî bi kar anîna wî gelek hêsan e û dişibe bi kar anîna amûra bêtêl. |
|
01.05.2021 23:45 |
brzn
|
27. Sepaneke azad e. Li gor xwe tu dikarî bi rê ve bibe. Ziman û eyarên wê tu dikarî biguherîne. |
|
02.05.2021 12:06 |
azad517
|
29. Piştî biryara Dadgeha Bilind a Delhiyê, Telegram nav, hejmarên têlefonê û navnîşanên IP-yên bikarhênerên xwe dane dadgehê, agahiyên wan kesan ku bi parvekirina materyalan bi binpêkirina îhlala mafê têne tawanbarkirin.Here lînkê li vir helbet divê kiryar û çalakiyên neqanûnî bên astengkirin û jêbirin. lê belê ya nexweş ev e ku awayê hevkariya telegramê bi dadgehê ye. carekê din heke hindistan rabe ji ber sûcekê qanûna xwe agahiyên bikarhênerên tamîlan bixwaze, wê telegram wan jî bide hindistanê. |
|
11.12.2022 12:27 ~12:45 |
biruya hayao miyazaki
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |