Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
gaspar noé - tirşik
gaspar noé
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Derhênerekî Arjantînî ye, di sala 1963an de hatiye dinyayê û nêzî 8 fîlmên wî hene. Yê yekem dobermann e û 1996an de hatiye kişandin. Yê dawî jî fîlmê bi navê love e ku di2015an de kişandiye. Min Love û i stand alone temaşe kiriye û her du jî baş bûn. Fîlmên wî hebkî cuda ne. Nifir û dîmenên erotîk zêde zêde ne lê çîrokeke fîlm jî heye. Lê diyar e ku derdekî gaspar bi gotina "ahlak"ê re heye.



03.04.2016 12:24 | gulêê

2. derhênerê bi fîlmên xwe bi meriv, "wey te di min niyo!" dide gotin. Fîlma wî ya love bi sahneyên xwe yên rasteqîn yê hevşabûnê meriv ecêb dihêle. bi fîlma xwe ya i stand alone (bi navê orjînal: seul contre tous ) min bi qoltixa min ve zeliqand, gulpegulpa dilê min rê neda min ku heta fîlm biqede û balyozê gaspar noé li nava serê min û baweriyên min bikeve ez ji cihê xwe tevdim. i stand alone tiştek wehşane ye. lehengê fîlmê bavê xwe di dema şer de wenda kiriye û qet wî nas nekiri ye. di temamiya emrê xwe de di nav tenêtiyê de giviziye. Piştî li otêleke xoşewîsta xwe ji keçkaniyê dixe ji toximên ku bera nava wê daye keçikek bê ziman jê re dibe, lê xoşewîsta wî, ew diterikîne. Dest bi karê goştkariyê dike. Rojek ku keça wî bi nexweşê jintiyê dikeve û bo xwîna ji nav ranên wê herikiye nîşanê bavê xwe bide ber bi dikanê ve diçe, di rêde mêrek dixwaze ders dirêjî wê bike. Ku bavê keçikê -ku serlehengê fîlmê ye, ji bîra nekin- bi kêra xwe ya goştê heywanan ji hevda dixist, Îja li mêrikê diweşîne. Bi vê bûyerê dikeve hepsê. Ku ji hepsê derdikeve keça wî dane "yurdê." keçek barmen ku navê wê Lille ye jê hemîle dimîne û bi wê re li mala diya wî bicîh dibin. Herçiqas ji Lille hez nekejî bo ji wî re dikanek goştkariyê veke neçare ku pê re bijî. Di şerek de pitika xwe ya di zikê diya xwe de bi kulm û peyînan dikuje û cardin berê xwe dizvirîne parîsa xwe ku dostên wî yên xizan li wir dijîn. tenê dostê wî çeka di ber wî de maye û dixwaze bi wÊ çekê edelatê nîşanê dewlemendan bide. ber bi dawiya fîlmê de jiyana wî serobin dibe. di heman odeya otelê ku diya keça xwe ji keçkaniyê xistibû, di nava ratî û xeyalê de keça xwe jî ji keçkaniyê dixe, an jî min wisa fam kir.



çûyîn û hatina qamerayê xof dixe nava meriv. meriv nikare di cihê xwe de bisekine. divê beriya fîlm dest pê bike temaşevan hemû nirxên xwe raxe ber xwe, ka di dawiya fîlmê de em kîjan digrin cardin. Bersiv; ne yekî jî.







08.04.2016 14:24 ~14:26 | xewnname

3. Ji fîlmê çend gotin

***

Ev efsane ye, tu nenê dema diya te ji te bimêjîne hez dikî.

û bavê xwe jî tenê dema pere bide te.

Ku carek pêsirên diya te zuha bûn

anjî perê bavê te qediyan

tu wan ji xwe dûr dixî

û dixwazî ji bi rêyek rehet bê belaş bimirin.

***

Baş xwûyabûn tiştek genetîk e lê li hember televîzyon an sarincek ne mecbûrî ku rola "merivê baş" bileyzî. belkê tenê bo serê xw erehet bikî, radibî televîzyonê vedikî.

***

Bo rastiyê veşêrin têkiyên mirovan zêde zêde ne.

***

Jiyan her valahiyek mezin e û her wisa bimîne.

***

kesên fîlmên porno dikşînin, mirovahitiyê fam kirine.

***

reste ez kîrekî me, kîrekî tenê. divê cardin ez rêz li xwe bidim girtin, cardim tîk bibim.



08.04.2016 14:39 | xewnname

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» gaspar noé

Kategoriyên mijarê:: jiyan sinemaflm sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî