Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
taybetmendiyên karekterîstîk ên dîndaran - tirşik
taybetmendiyên karekterîstîk ên dîndaran
(9) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji wan ew ku dema rastî ateîst an jî deîstek werin, dilê xwe pê dişewitînin, dibên wey ew nezan e û divê were hişyarkirin û were rêya heq û heqîqetê..

Kar û halê te tune ye ji wan re behsa cosmosê, Jeolojiyê û biyolojiyê bike lê boş û betal e, carek tu nezan î divê werî rê.

Yek jê jî hemî qirêjî û gemariyên misilmanan bi gotina îslama rastîn ne ev e piştguh dikin û dikin ku hemî qirêjiyan paqij bikin..

Bi xwudê hûn hebekî şaş in, min jî quran xwende, lê min kozmolojî jî xwende bawer bikin em ne nezan in*

Dema rastî ne dîndarek werin cihde dixwazin wan bikin misilman û dîndar

Ez dipirsim, bo xatirê xatiran, madem îslamiyeta rastîn ne ev e ka ji min re mînakeke pratîk a îslamê ya heqîqî nîşan bidin? Ji vir 1400 sal beriya niha kesên ku pêxember dîtine û bûne sahabe, sê helifeyên pêxemberê xwe kuştin, ma 1400 şûnde hûn daw'a çi dikin birê min



03.04.2016 01:15 | ferhenga şikestî

5. bi ayetan bi hedîsan qûşa xwe diqetînin dikin nakin tiştek bi serê kesê li hemberî xwe naxin paşê dibêjin jixwe xwedê carek bela xwe daye wan qelbê wan mor kiriye em bikin nekin nayên riya şaş* dînê we ji were yê me jimere xwedê we bi hidayetê bigihîne filah û bêvan



03.04.2016 01:28 | shorbevan

7. (bnr: di nav kurdan de îslamofobî)



03.04.2016 01:38 | roza

9. piraniya wan hay ji olên ku lê bawer dikin tunene, tenê bawer dikin. û dîsa piraniya wan ji xwedênenasan nefret dikin, ji destê wan were yê xwedênenasan saxe sax bişewitînin û piçek jî wijdana wan aciz nabe. ji ber ku ji bo xwedê dikin.



04.04.2016 11:41 | nazim tolhildan

10. lo birê min, min 5 6 heb peyam şandibu we çima jê bir? ma ev edelete?



04.04.2016 11:47 | azad30

11. ê moderator ev peyam belkî dijî formatê be lê peyamên din we çima jê bir. çendî xeletî hebin jî vîyabu we hinek bifahmdarî tevgerîyaba mijarek wiha germ de dê helbet kêmasî hebe ê willah kî çi bêje bila tiştê hûn dikin bê edeletîye.



li vir 3 4 kes tên gotinên eletewş û derew di derheqê dîndara da dibêjin ew bêgûnehin lê min ji ber ku ew wek holîganên tîma îftira diavêjin dîndara û ez jî bersiv didim. û hin jî tên peyamên min gişka jêbirin. yek du ba neyse lê we hemî jêbir.



hama mijarê rakin wek xwelîyekê li ser xwe da bikin.



04.04.2016 11:55 ~11:57 | azad30

12. Piranî ji bo hemû pirsan dawiya bersiva wan digijîje adem, havva, xwedê an ji pexamberan filan.



04.04.2016 11:56 | gulêê

13. Ferhenga Şikestî serîda jî tu. Hem mijarê wek holîganekê veke paşî were gazinda bike. dê hadê vê jî jê bibin.



04.04.2016 11:59 | azad30

14. ateîstan bawerî nabe , filîstin rûmeta me ye , îsraîl dijminê îslamê ye û ku hevek rû bidî wan dikarin bibijên " tu çima nimêja xwe nakî / tu çima rojiya remezanê nagrî".Simbil û rî dirêj kirin.Silava misilmana dayîn.

Dema ku tu ketî cihekî û te silava misilmanan ne da ,qewlê dayika min sereke biaqil dibêje "eleykim selam".Wê demê divê tu serê xwe berjêr bikî û xwe kerr bikî ji bo ku piştê "eleykim selam" gotin tune ku tu bibêjî.

Dizane ku nimêj tune ba te , dîsa jî daxwaz dike ku tu pê re herî nimêja înê



22.02.2020 01:21 | brzn

15. Xişîmin, naxwênin, ji mirovan hez nakin, tehemûla wan ji raman û bawerîyên cuda re nîne.



22.02.2020 02:06 | hespêsor

16. (bnr: ferqa dîndar û dînperest)



22.02.2020 06:03 | cinorek

17. Ji wan re netewe ne girîng e lê dengê xwe ji neteweperweran hetta ji nijadperestan re jî nakin. Tenê wexta kurdek qala ziman yan jî mafên xwe dike dibêje Kurdbûn tirkbûn erebbûn yan jî ecembûn ne girîng e bo min.



22.02.2020 09:52 | xabûrî

18. dirûtîyên wan me ji gelek tiştan sar kirine ji gelek tiştan dûr hiştine. tabî bi taybetî dîndarên kurdên me. sîyaseta îslamê li ser mejîyê wan bi awayekî bêwate bandor kirîye. çend roj berê İbrahim halil baran ji bo wan gotibû ker, keretî. Belê dîndarên kurdên me niha ev profîlê de ne.
Nîşe: dîndarên ku dijminê netewa xwe nin û bi navê ol û dîndarê li hember me sekinîne, behsê wana dikim.



22.02.2020 10:16 | kajav

19. Taybetmendîyê kesê oldar ji bêbawera re dibe mijara henek û sixêfa.
Kesên bêbawer piranî dê û bavê wan bisilman in lê dema ji nişka ve dibên êdî ez bawer nakim û xwe hiltavên bisilmana û wan weke kesên haya wan ji tû tiştî tûne,cihêl,hatine xapandin,biçavkorî bi ol ve hatine girêdan dibînin,belê hindek kes wuha ne lê bi gelemperî mirov nikare baxive.
Axaftinên bêbawerên kurd bûne wek yê kemalîstan,bila kes nebêje na tiştek wusa tûne ye ez bi xwe di nava wan qebraxê kemalîstan de me û tiştên ji wan dibihîsim û li vir dibihîsim heman tiştin.
Wer hasil em werin ser taybetmendîyên oldaran:
-Her tim bi destmêj in
-tizbîya 99 morîk di destê wan de ye
-piranî kûmik didin serê xwe
-kuçik û ajalên kedî di nava malê de xwedî nakin
-her karî bi navê xwûdê destpê dikin
-silavê bi erebî didin û di gotinê rojane de pir navê xwûdê bikartînin
-dawetên xwe de mewludê didin û şahîyê nakin
- yên gelekî oldar û cihêl dibin hizbilşeytan



22.02.2020 11:09 ~11:08 | tîrêj zana 21

20. ji ola xwe bêxeberbûn.
erê bi min taybetiya karekterîstîk a oldaran ev e. haya wAN ji bawerî û dînê wan tune ye. qet naxwînin. naxwazin bixwînin. nexwazin bikevin şikê lewma qet lêkolîn nakin. xwe jê dûr digirin ku bikarin jê bawer bikin.



23.02.2020 00:06 | brusk56

21. Pîştî ku te nimêj dikin, êdî xwe ji sedî sed oldar dihesibînin. Wekî din pirsgirêk nîn in.



23.11.2020 17:11 | merwano

22. Heram tenê ji wan re helal in.

Wê rojê nivîseke rojnameya navçeyê ket pêşiya min, wêneyê nivîskar jî tê hebû, nivîskar nas dikim, min çav li nivîsa wî gerand, qala ol, oldarî û hwd. dikir axir serê we neêşînim.
Ev camêrê ku evqasî oldar(!) Midûrê dibistanekê ye ku ji bo lawikê wî ji dersa nemîne, ezmûn betal kiribûn, lê çi ecêbe tenê dersên ku lawikê wî jê mabûn...



16.02.2023 18:34 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên karakterîstîk yên xelkê ruhayê
» êntropî

Kategoriyên mijarê:: cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî