Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 34 peyam
hût - tirşik
hût
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. arjen arî di helbesteka xwe de dibêje;



''hÛtekî heftserî ye di çÎrokan de çile

min dixwe, dil dikevêje, zeman dirûxe..''



11.09.2013 15:10 | endazer

2. HEMa BÊJE Lİ HER GUNDEKÎ kurdİstanÊ leqaba KESEKÎ YE. Lİ GUNDÊ ME LEQABA ZİLAMEKÎ TARABANÎ BÛ. Lİ GUNDÊ HEVALEKÎ MİN LEQABA KALİKÊ WÎ BÛ. Lİ MEZRİKA HEVALEKÎ MİN Î DÎ LEQABA CÎRANÊ WA BÛ... xalÊ hÛt kalÊ hÛt



12.09.2013 02:26 | seydayê_peyvan

3. Zarokên sermezin re jî dibêjin



11.01.2017 01:07 | bûtîmar

4. Ji kesên bê por an jî kesê pora wî weşayî re tê gotin.



11.01.2017 07:30 | mijdar

5. Bavo ji nêçîrê tê ;
Kur : bavo bavo te kêvrûşk anîn ?
Bav : erê kurêmin erê min hût jî anîn.



11.01.2017 11:05 | nestêle

6. cem me navê wan tiştan e ku ji hedê xwe zêdetir mezin in. weke hûthûte jî tê fîşalkirin.



11.01.2017 17:49 | simurg56

7. (bnr: hûtmasî)



11.01.2017 20:29 | xendekî

8. (bnr: çîroka hûtê heftserî)



12.01.2017 11:40 | gumgumok

9. Meraq dikim gelo têkiliya vê peyvê bi peyva xut'ê heye gelo



12.01.2017 12:28 | ferhenga şikestî

10. li cem me jî wexte em çiştekÎ ji xwe mestir dikin dibêjin ma ti hûtî?
u li gûndêma nava xalê nûrî me kiribû hût/hûto



12.01.2017 23:35 | şervantes

11. Di vê gotarê de dêw û hûtên xebroşkên kurdî bi berfirehî hatine behskirin. Here lînkê



05.07.2022 18:50 ~2022.07.06 18:45 | ezcan

12. Hût(حوت) bi erebî hûtmasî (bi Tirkî balîna) ye.

Îja ez wisa difikirim ku kurdên me yên dûrî derya û okyanûsan navê hûtan bihîstine lê nedîtine. Loma peyv ketiye nav zimên lê nizanin çi ye. Tenê dizanin tiştekî pir mezin e. Dibe ku şaş bim jî lê fikra min ev e.



05.07.2022 20:36 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» hûtê binê beriyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî