Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
firat cewerî - tirşik
firat cewerî
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Firat Cewerî li sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi Dêrika Çiyayê Mazî nêzî Mêrdînê hatiye dinyayê. Di salên heftêyan de digel malbata xwe li Nisêbînê bicih bû, li 80an koçî Swêdê kir û heta niha jî li Swêdê dimîne. Wî berî 80ê dest bi nivîsîna bi kurdî kir. Wî deh salan kovarek bi navê Nûdemê derdixist. Di şaxên cihê de nêzî deh kitêban nivîsîne û deh–donzdeh kitêb jî wergerandine zimanê kurdî. Herwesa kitêbên wî jî jibo zimanên dî hatine wergerandin.(erebî, almanî,swêdî,tirkî,farîsî,zaravaya soranî) Kitêba Kevoka Spî bi farsî jî belav bûye. Payiza Dereng dê bi tirkî jî çap bibe.

Firat Cewerî li 24'ê gulanê di kongreya PENa Swêdî de wekî endamê komîteya wê ya nû ya kargêr hat hilbijartin. Ew ji sala 1987ê endamê PENa swêdê ye. (çavkanî : vikipedia û pirtûka wî)



16.08.2013 19:06 | brusk56

2. (bnr: kovara nÛdem) Di kovargerÎya kurdÎ de mÎnakeke girÎng e.



22.08.2013 11:26 | gome

3. xwendevanê ku pirtûkên wî pêsniyazî hevalên xwe bike ji wêjeya kurdî û dinyayê tishtek fam nekiriye.



22.08.2013 13:21 | rojgar

4. nivîskarê ku pirtûka wî ya ez ê yekî bikujim qet ne xerab bû e û ez dikarim bi awayekî xwe bawer vê pirtûkê pêşniyarê herkesî bikim .



22.08.2013 13:36 | brusk56

5. "ez ê yekî bikujim" pirtûka dawî min xwendî ya wî ye.



22.08.2013 20:27 | gabarî

6. nûdem ji bo edebiyata kurdî xizmeteke başbû.lê ez niviskariya camêr hiç naecibinim.



02.09.2013 21:49 | tivirloismail

7. çûnçik şekirî



02.09.2013 21:55 | newenda

8. terkexem û terkeselatekî xwudêjêrazî derheqê xwudêhêliştiyê firat û nêrînên wî yên ûtopÎk ku dibêje bila alfabeya latînî û zaravayê kurmancî li ser hemû kurdan bê sepandin û di vî warî de bila standardîzasyonek çêbe tiştinên xweş li hev anîne dîwarê xwe lê kiriye..

''Xwedê xêra wî binivîse, hemû şêremêrên kurdan bibin yek, tîm û 'toplim'a komediyê ava bikin, dîsa jî nikarin bi qasî Firat Cewerî min bikenînin.(1) Camêr li ser navê "hevpeyvîn"ê fikrên xwe yên utopîst û ûltra-luks pêşkêş dike û rasterast dibêje bila kurdên başûr dev ji elifbêya erebî berdin û bi tîpên latînî binivîsin. Ev qurretî û bêminetiya me kurdan yan ji Sobariyan tê, yan ji Medan yan jî ji Fransiyên pozbilind.



Pirzimanî, pirçandî, pirdevokî, pirelifbayî/piralfabeyî ne bendav û barîqat in li ber yekîtiya kurdan û edebiyata wan. Zarokên kurdan jî ne ehmeq in elhemdûlillah, wekî zarokên xelkê dikarin sê-çar zimanan hîn bibin û bi sê-çar elifbêyan jî bixwînin, binûsin, bistirên û bi hev şa bin kaka gyan. Werger û transkrîpsiyon û adaptasyon jî herwiha rê û rêçik in li ber têgehiştina mînî-edebiyatên kurdî yên zarave û devokên cuda. Jixwe di van salên dawî de bînaenaleyh çend xortikên xwedîxîret û jîr û jêhatî milên xwe xurt dane ber barê vî karê giran. Wan fermandar û gardiyanên tek-perest ji hiş û mejî û qelem û deftera xwe dûr bike. Dûr bikin! Bes e lo! Vê standardîzasyon û yekîtiya derewîn ruhê me reş, mejiyê me gewr kir lo! Wellehî bes e! "Ez ê yekî bikujim" ha!..



Yan jî ez ê bêjim ava Ewropayê efsûnî ye kî vedixwe fikrên wî/wê zikopişto dibin lê ne ji kenan, ji oryantalîzmeke bê hedd û hidûd. Heyatim, kê ji te re bi vî awayî behsa yekîtî û standardîzasyonê kiribe, tinaz û laqirdiyên xweş jî lê zêde kirine, te hay jê nebûye. Ew mesele werga/wisa/wilo/we/wenî/wiha nabe. Êmiş delêm, em ne Ataturkê qûnneşuştî ne, şorişa tîpan di sedsala bîst û yekemîn de pêk bînin. Mirov xwe li dara rastiyê û realîstiyê digre û paşê diaxive. Berçavkên te yên "kemalîst-bîner" kevn bûne. Van fikrên surrealîst encax tu dikarî bo çîrokên xortên kurdan ku nikarin li kuçeyên Stockholmê bikutin keçikên Swêdî, bi teknîka realîzma efsûnî bikî motîf û bi erotîzmeke "ox xweş ox xweş" bihûnî û ji xwe re pariyek nan jê bixwî. Li vê dinyaya pûç û vala, ji xeynî vê b'kêrî pênc qurîşan nayên. Ji kerema xwe deriyê hiş û mejiyê xwe veke û fikrên xwe bide ber bayê payîzê, hindik maye genî bibin camêr!..



YEKÎTÎ BÖÖLE BİŞİ DEYİL QANQA, STANDARDİZASYON BU DEYİL, eDhéBIyhAT bÔyLÊ bI$Î DéYHiL...



______

1: Şêrejin her ken û keyfxweşî ne ji bo me doxînsistên beredayîst, belam eve meseleyeke cuda ye pismamno û dotmamnê, ez ê tevlihev nekim. Serêşî ne lazim... Berdewam bikin, bixwînin...''



09.09.2013 19:22 | endazer

9. notaya strana carek were carek here,carek bide carek bistîne.



09.09.2013 19:46 | tivirloismail

10. nivîskarê pirtÛka kevoka spi ye.



11.09.2013 20:14 | cinorek

11. ew kesê ku di jiyana xeyala de dijî



11.09.2013 20:29 | newenda

12. kê çi dibêje bila bêje, dibe ku romanên wî nebaş bin, ew bi xwe di çîroknûsiyê de serketî ye



21.10.2013 21:12 | elomelo

13. kolumnÎsta malpera nefel Ê ye jÎ...



08.11.2013 13:19 | cinorek

14. di hejmara yekemîn kovara wêje û rexnê a bê de gotareke siper liser romanên camêr heye.



08.11.2013 20:05 | tivirloismail

15. çima nizanim lê van rojan bala min pir dikşîne. ji ber çi ye ez jî nizanim. piştî hefteya lanet -hefteya fînalan- ez pirtûkek wî ji xwe ra bikirim û bixwînim.



09.01.2014 17:43 | kurê xelkê

16. Nivîskarê albert camus tîne bîra min e



"Çima gunehê min ê pê bê? Ma Xwedê rojê bi çendan zarokên xwe nakuje? Ew jî ne tenê bi kêrê, wan bi her celebî dikuje. Hinan dişewitîne, hinan di avê de dixeniqîne, bi navê kanserê pêncê xwe davêje hinan û nûçeya ji mirinê bitirstir digihîne wan; erda xwe dihejîne û malên hinan bi ser wan de hildiweşîne. Hin malbatan ji kokê de qir dike. Carina pêlên derya xwe radike û evdên xwe dikişîne binê behrê."



Ji: Ez ê yekî bikujim / Firat Cewerî rpl:21



05.04.2014 23:56 | berxweda

17. xwediyê pirtûka 'dile şikestî' yê ye. ez ji we dere rê bikevim: pê zimanek zelal nivisiye, lê çîrokên wî ne gelek xwedî bandor bû. ji xeynî we jî me re qala jîyana ewrûpa diki. li gorî min ew tiştek ne gelek raste. pewîste ku nivîskaren kurd berhemên xwe de hinek kurdewar bi.



06.04.2014 00:26 | argeşbotan

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» firat med - yarê

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî