Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 17 peyam
    henasey aşiqan - tirşik
    henasey aşiqan
    (2) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. helbesteke wefayî ye, ji aliyê hunermendê gewre 'ednan kerîm ve hatiye bestekirin. klîba wê jî heye li ser youtubeê, tara caf çengê lê dide, 'ednan kerîm dibêje. şahesereke muzîka kurdî ye. dixwazim hemû tirşikvanên meraqliyê muzîka soranî, 'essehî guhdarî bikin.



    2016.03.30-03:52 | terkexem

    2. (bnr: kanê helbest kanê lînk!)



    2016.03.30-11:19 | ceso

    3. helbesteke wefaî ye. ji bo xatirê ceso helbest:





    Wefayî - Henasey Aşiqan

    Weku ney kun kun e cergim

    Le taw hicranî to boye

    Be sozî ney desutêm û

    Be nexmey ney denallênim



    Eman ey motrîbî meclîs

    Be heqî tarî rohanî

    Billaw bê nexmekey sazit

    Ke awî awirî hîcran e



    Eto ey rohekem saqî

    Eto ey omrekem motrîb

    Peyapey lêde çeng û ney

    Demadem bêne peymane



    Be tîrî xemze bimlawênewe

    Zollfim le gerdin ke

    Be ser hatume meydanit

    Be dill bot bume nîşane



    Demêkî mest û bîmar im

    Demêk bêhoş û hoşyar im

    Çi kes nazanê derdî min

    Meger ew çawe kallane



    Henasey aşiqan ba netgirêt

    Bê mirwetî ta key?

    Bitirse ey gollî nasik

    Beden lew baî ziryane



    Eger zolfit weku min

    Aşqî rûy to niye bo çî

    Serapa têk çûe

    Kewtwete ber pê dest û damane?



    Vefaî bo gollêkî ser û

    Balla şêt u şeyda ye

    Weku qumrî denallênê

    Weku bulbul xezelxwan e



    Wefayî





    ednan kerîm û tara caff jî wiha strandine:














    2016.03.30-17:18 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşik translate [1]
    êvara înê mimkun e peyvek an bêjeyek bi du wateyan, bi wateya xwe ya ...
    nûbûnên di tirşikê de [14]
    (stur: îro tirşikê de hinek nûbûn û guherîn çêbûn, hinek ji wan li jêr...
    tirşik translate [1]
    bi îngilîzî: friday evening bi tirkî: cuma akşamı bi kurdî min got &...
    xelîl xemgîn [1]
    Xwedanê wî dengî ku kengî bête guhê min ez yêkser diçime zarokatiya xw...
    tirşik translate [1]
    êvara roja înê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » henasey aşiqan

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî