Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
bi kurdî helbestên herî xweş - tirşik
bi kurdî helbestên herî xweş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestên ku di kurdî de pirtirîn tên ecibandin in.



(bnr: gulfÎroŞ)



Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,

Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.

_____________________Gul bi dil didî.



Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,

Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.

______________________Gul bi dil bidî.



Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

Ê gulperest bî, can û dil didî.

__________________Can û dil didî.



Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

___________________Dil bi kul didî.



Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

____________________Dil bi gul didî.



cigerxwîn



29.03.2016 23:37 | gumgumok



4. eger karibî

guliyên vî baxî

yek bi yek bijmêrî

eger karibî

hemû masiyên gir û hûr

yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî

eger karibî

dema koçberiya teyran

yên ber bi jêr û ber bi jor ve

yên ber bi jor û ber bi jêr ve

yek bi yek bijmêrî

wê demê ez jî soz didim

heçî qurbanên

vê axa şîrîn ya kurdistan

yek bi yek bo te dijmêrim. - Şêrko Bêkes



29.03.2016 23:50 | biaqila malê

5. Dema şandeyeke biyanî tê welatekî,

tacgulekê dibin ser gora

Şervanê Winda.

Ger sibê

şandeyeke biyanî were welatê min

û ji min bipirse: Ka gora

Şervanê Winda?

Ezê bibêjim: Ezbenî,

li berava her coyê

li ser doşkê her mizgeftê

li ber deriyê her dêrê

her şikeftê,

li ser kevirê zinarê her çiyayî

li çiqê her dara daristanê

li Kurdistanê

li her bosta axê

li her geza esman...

xem nake, piçekî xwe bitewîne

û tacgula xwe lê deyne.





Ebdulla PEŞÊW



30.03.2016 01:18 | roza

6. "...

lezê neke!

li benda tarîtiyê bimîne.

Tarîtî keleha mêran e!

..."



E. Peşêw



30.03.2016 01:20 | roza


8. Eger sed sal di çala de bimînîm
her roj sed mar û dûpişka bibînim
Zivistana li ser ava bimînim
Havîna pezî kûvî biçêrînim
Li hevraza berê aşa bikêşinîm
Ne wek carek, yekî ehmeq bibînim

Şêx Ebdirrehmanê AXTEPÎ



05.01.2020 12:14 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya helloyê
» helbestên şêrko bêkes
» herî ser rehetiyê
» xweş dilê min

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî