Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
etarok - tirşik
etarok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gorî gotina diya min etarok her çar demsalên salê jî dihatin gundan û bi firaxên xwe yên pişta kerê zarok û jin kêfxweş dikirin. Ji van firaxan sabûn, qajik, ristik, gustîlk, bazing, pêlav, tirhî, basma filan û bevan. Hewce nîn bû ku tu pera bidî etaran ji bo standinê, pevguherîn jî dibû.



29.03.2016 13:05 | gulêê

2. 'Atar ,mirovê ku berî dikan,market werin gundan, li gundan digerîyan û tişt difirotin. Hûremûrk difirotin zarok, jin, mêr, pîr û canan. Dema atarek dihate gund jin û zarokan xwe li dora wî lev didane hev. Şe, ristik, sabûn, ta, şekal, cil, gore, aynik(neynik), cilêt , derzî, şûjin, çilorîk, desmal, yazme, lepik, qajik, benîşt, kêr, misîn, qotîk, qetremîzk, silehî, xarûfk. Çaydank, ... difirotin. Carcaran jî bi qewêtiyan 'atarî tanîn.



Xusûsî zarok û keçên ciwan bi hatina ataran dilxweş dibûn.



29.03.2016 13:28 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» etarok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî