Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mehmet gultekîn - tirşik
mehmet gultekîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar,lêkolîner û folklorzanekî kurd e. Ji Bazîdê ye. Nivîsên wî yên derbarrê folklor, dîrok û wêjaya kurdî di gelek kovarên kurdî de derket. Niha jî carna di nûbihar, kovara folklora kurda û basnewsê de dinivîsîne. Cara ewil min wî 5 sal berê berî ku lîseyê xelas bikim nas kir. Wê çaxê salnameya ehmedê xanî nu derxistibû. Paşê jî min nivîsê wî yên di kovara de xwand. Di sala 2013'an de ji avesteyê pirtûka wî ya zargotina kurdên serhedê derket. Pirtûk ji klam û destanên epîk ên dîrokî,mêrxasî û serhildanan pêk tê. Wek ji navê pirtûkê jî diyar e ev berhem ji nava kurdên serhedê hatiye berhev kirin. Kilam û destanên tê de bi rastî jî gelekî xweş in. Şaxeke destana kerr û kulik jì tê de heye ku bi min xweştirîn şaxê vê destanê ye.wekî din hin şaxên derwêşê evdî û şaxeke destana elî xwarza jî tê de heye.

Gultekîn pêşgotinek têr û tije jî nivîsandiye ku tê de gelek agahiyên giranbiha heye. Li ser dîrok û taybetmendiyên dengbêja serê xwe pirr êşandiye. Zanebûna wî ya bi çend zimanên biyanî kiriye ku lêkolînek e baş di derbarê dîroka dengbêj û muzîka kurdî de bike. Gultekin niha li almanyayê dijî û xebatê xwe yê li ser folklor, dîrok û wêjaya kurdî didomîne. Salê du cara tê welat. Miroveke dilnizm û zarşêrîn e. Herin wî nas bikin. Wê kêfa we gelekî jê re bê. Hevalê stranbêjê mezin nizamettîn arîç e.



Çend agahiyê giranbiha ku di pêşgotina pirtûka xwe bi me re parve kiriye :



1.yekem dengbêjê ku em navê wî dizanin Çingo ye. Ji mala Çingoya gelek dengbêj derketine. Çingo di qesra mîrê bazîdê de di dema îshaq paşa û kurê wî dengbêjiya qedrê kiriye. Kurê wî şerîfê çingo jî ji behlul paşa re dengbêjî kiriye.



2. Di sala 1949'a li îtalyayê festîvala zimanan tê lidarxistin.di van festîvalan de him li ser gelek zimana konferans dihatin lidarxistin him jî hunermendên ku ji gelek welatan hatibûn dawetkirin bi zimanên xwe stran û kîjanê xwe pêşkêşî guhdaran dibirin. Di festîvala wê salê de jî dengbêjek ji muşê li ser navê muzîka kurdan beşdar dibe. Dengêj kesekî ermen e. Ev jî tiştekî pirr normal e. Gelek dengbêjê me hene ku bi eslê xwe ermen in.



Min dixwest dirêjtir binivîsînim lê bawer kin pirr betilî me. Hema îro xêrekê bi xwe bikin û herin vê pirtûkê bikirin. Ana fîkrê vê mijarê ev bû.



29.03.2016 10:19 ~10:24 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet emin ince

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî