Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
yekemîn civînoka tirşîkvanên ezîz ya li mêrsîn ê - tirşik
yekemîn civînoka tirşîkvanên ezîz ya li mêrsîn ê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Erê elhamdulîllah civînoka yekem ya tirşîkvanên mêrsîn ê bi dawî bu. Ez û Rasteqin li kolanekê rûniştin û ji bo hevnasînê em civîyan ya rast em hîvya azadîxwaz jî bûn lê ji ber ku mala wî li edenê bu herhal musaît nebu loma nehat. Axkî em civîyan û me sohbetek gelek xweş kir. Hêjayî tevlîbûnê bu . ji qur'an bigrin heya tevrat ê ji serborîyên jiyan ê bigrin heya hêvîyên xwe me behsa tiştên curbicur kir. Rasteqîn camêrek ji dil, samîmî û zana bu. Bifikirin camêr qur'an , tevrat, incil û nizanim tijî pirtukên dîn î xwendîye lê tu yeka jî ne hilbijartîye * xwezî hêjku hebekî hilbijartiba* axirî ez bi naskirina rasteqîn gelek keyfxweş bûm. Axaftina li gel tirşîkvanekî gele keyfa min îna ez bo her tirşîkvanekî pêşnîyar dikim ku bila bajarê xwe civînokan li dar bixe*mirov bi vê yekê xwe zêdetir digire bi tirşîkê...



28.03.2016 21:19 ~21:25 | azad30

2. Civînoka jê kêfxweş buyîm ku serkeftî derbas buyî. Ji ber ku ez van rojan ne musaît bum, min nekarî tevlî bibim lê hêvîdarim ya duyemîn ji bo tevlîbuna min jî pêkan be.



29.03.2016 08:19 | azadixwaz

3. kekê azadîxwaz tu çi gava ku'b xwazî em dikarin dîsa jibo hevnasînê bicivin. rasteqin 24/72 dixebite,ez jî tenê nava heftê de navneyna seet 9-4 an de dixebitim. Ji bilî van deman çi wextê ku tu hez bikî û musaît bî em dikarin kom bibin... keyfa te ye..



29.03.2016 10:30 | azad30

4. civînoka înşileh ezê beşdarî ya duyemîn bibim.



nîşe: ezê pêwendiyê bi we re demeke nêzde danim.



29.03.2016 17:02 | azadixwaz

5. Civînoka hêvîdarim berdewama wê bê. Ku herdu hevalên beşdarî Civînoka yekemîn buyîn musaît bin em dikarin a duyemîn îro yan jî sibe pêk bînin.



06.04.2016 11:37 | azadixwaz

6. civînoka ku wê înşallah rûniştina 2.yemîn sibê danê êvarê çêbe. vê carê wê kekê azadîxwaz jî tevlî bibe an go teşrîf bike. hîvya gelek hevalên din jî...



06.04.2016 13:56 | azad30

7. Civînoka wê sibe saet 5an li cihê kevn bidome. Heta wê demê bimînin xêr û xweşiyêde.



06.04.2016 15:49 | azadixwaz

8. Cîvîna ku ji bo tevlîbûnê hewl didim ku karê xwe yê rojane xilas bikim. Wê vê carê azadîxwaz û hevalek rasteqîn jî tevlî bibe.



07.04.2016 16:06 | azad30

9. Civîna ku ger li mêrsînê bûma ezbê teqez beşdar bûna.



08.04.2016 11:17 | brusk56

10. civînoka ya duyemîn jî li bin navê yekemîn de pêk hatî. civîn bi beşdarbuna rasteqîn, azad30 û min pêk hat. li ser bingeheke germ û ji dil civînê destpê kir. li ser gelek mijaran carna bi henekan carna bi cidiyet hate axaftin. mijara sereke her tim rewşa zimanê kurdî û tiştên em bikarin bikin bu. li ser pêşniyar û fikrên ji bo tirşikê hat axaftin. helbet weke din li ser kurdan, jiyana rojane, gelên weke kurdan, kurdistana sor, kovara bîrnebun, hinek tirşikvan (ez nabêjim kîjan bun), têkiliyên jin û mêran û her weke din hate axaftin.

ber bi xelasbuna civînokê gengeşiyek navbera min û rasteqîn derket û berî ku em ji hev bixeyidin dawî lê hat. (naveroka wê ne giring e û we j'xwel'pê ye)*



08.04.2016 14:10 | azadixwaz

11. Civîna ku du cara çêbuye û heya min jê tune bu. Heyf! Ger ya seyem çêbibe ez ê teqez herimê*.



19.04.2016 21:06 ~21:06 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn bloggerê kurda
» ezîz şahrox
» mêrsîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî