Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
bi tenê çûna sînemayê - tirşik
bi tenê çûna sînemayê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tevgera ku nîşana "tenêbûna kûr û daxwaza derketina ji vê rewşê" ye. şikir, heta niha nehatiye serê min.



16.08.2013 17:04 | simurg56

2. tişteke ku bi tenê li malê mayînê çêtire ye.



24.01.2014 01:56 | nazim tolhildan

3. Mîna bi tenê çuyîna masîya ye. Di wextên wiha de mirov li paş rudine û diponije..



09.05.2014 01:07 | birho_fîlo

4. tişta ku hûn min bikujin ez nakim. çawa bi tenê yaw ? wele nabe.



09.05.2014 01:08 | brusk56

5. ji dêvla vê çalakiyê hema ji xwe re li malika xwe rûnên û ji kombersa xwe li fîlman temaşe bikin!..



09.05.2014 01:16 ~2021.12.29 16:29 | mergehez

6. tiştê ku 2 car hatîye serê min. ne tiştekî xweş e. qet tewqe nakim!!



09.05.2014 10:30 | rûbar payîz

7. Tişte ku gelek cara hatiye sere min. xweş e lÊ ew qas na ema qaf e mirov rihet e. eger tu tenÊ here tu kengÎ bi xwaze te here, ew kese ku li cem te kÊf xweşe an na derde ki wulo nabÊ. careke ji min pÊştir kesek di salonÊ de tine bu.*



09.05.2014 13:36 | xwelî li ser

8. tişta ku ez hergav dikim. û heya niha min qet ji xwe re nekiriye kompleks. xuyaye ku ji hinekan re weke tiştekî travmatîk e. ha tu tenê çûyî ha tu bi hinekan re, yanî tercîh e. tu çawa bixwazî.



09.05.2014 14:02 | ceso

9. (bnr: ma eyb e)



09.05.2014 14:07 | xwelî li ser

10. (bnr: eyb e şerm e)



09.05.2014 14:18 | mergehez

11. mijara ku serê min neêşandiye*. heta nekevin internetê ez seyra tu filma nakim.



09.05.2014 14:33 | kevçiyê dil

12. ji bo geyekî xort dibe ku mecburmayîn e. dema ez diçûm lîseyê, di pola dawîn de fîlma brokeback mountain ketibû vîZyonê. heta wê çaxê ez neçûbûm sînemayê û ji bo vê fîlmê jî nedkarîbûm bangî hevalekî xwe bikim. siwarbûm minibûsê û çûm bakırköyê. têketim nav avm-yekî û min seansa fîlmê pirsî. li ser afîşa fîlmê "+18" dinivîsand û ez gelekî ditirsiyam ku hek emrê min bipirsin ez ê nikaribim temaşe bikim. alîyê din xiroş û hêcan jî hebû. ji ber ku fîlm "gey" bû. xwedayo! LÊ ŞUKR KESEKÎ MİN NEPİRSÎ. ez ketim, min temaşe kir û derketim. ji wê çaxê vir ve (2006) ez ji TENÊ ÇÛNA SÎNEMAYÊ hez dikim. wekî xwendina pirtûkê li ba min çûna sînemayê jî ji bo kesekî ye. her du jî huner e. her du jî konsantre dixwaze. hema dema hûn pirtûkê dixwînin an jî fîlm temaşe dikin, ne hewce ye ku kesek din li cem we hebe.

edît.



28.11.2014 20:46 ~2019.12.13 23:53 | biruya hayao miyazaki

13. Ez im, ez tenê serê xwe zehf diçûm sînemayê. Heyf ku ji ber pandemiyê hatin girtin :(

Naxwazim kesê li pey xwe kaş bikim sînemayê. Û ji gazind û nerxeyên vala yên derheqê fîlman de dîn dibim. Nexwe tu nehatiya, kî te bi darê zorê anî?

Ya xweş tenê serê xwe ye*



12.05.2021 15:34 | xelîl

14. (bnr: çûna sînemayê bi tenê)



29.12.2021 14:58 | mirovekirind

15. helbet bi hevalan re çûn xweştir e lê ev jî ne tişteke sosret e û dikarim bibêjim xweş e jî. çend caran min di salonê de tena serê xwe li fîlm temaşe kiriye. bêheval û di ser de salon vala *



29.12.2021 22:42 | berxweda

16. hinek trajîk tê kifşê lê herge mirov bikaribe bi tenê xwera demê xwe derbas bike her tişt zêdetir xweştir dibe. sînema? tenê mînake ke



29.12.2021 23:00 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenê me tenê
» çûna çîyê ya endazer

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî