Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    xwedê - tirşik
    xwedê
    (15) (15) (37)
    di mijarê de bigere

    1. hostê xerakirin û tevlihevîyê... *

    kurdînezan...

    dostê tirk û ereb û eceman...



    2013.08.16-11:05 | devliken kelogiri

    2. Yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê wî



    2013.09.28-21:58 | ceso

    3. dijminê kurdên welêtparêz e. li kuderê dinê kurdeke xwenas û welatparêz hebe li ser serê wan zilm dibarîne. kesê nedîye û kes nizane ku ji çê xwe avakirî ye.



    2013.09.29-14:54 | takyudin

    4. Mezinahiya ku hem dê û hem bavê hemû mirovan e. Bi hezkirin û henûniyeke ji ya dê û bav mezintir li hin zarok(ebdên) xwe mêze dike. Hin zarok(ebd), cûqasî beradayî, zalim, zinêkarê diya xwe jî bin, Wek virnîkê malê ne, wek delaliyê malê ne li ba Xwedê, tim herî pir ji wan hez dike. Hin ebd jî, di qencî û basiyande qûn li xwe bicîrînin, tim camêr û ciwanikên xwedî bext bin jî, bav/Xweda ji wan hez nake, nekiriye, dê neke bavê mino...



    2013.10.07-01:38 | dîno

    5. yê ku tirşik xuliqandiye.. (bnr: ne jê bûya em çênedibûn)



    2013.10.07-01:49 | endazer

    6. fenomanekî ji ber ku bawerîya wî bi min nine bawerîya min pê nine.



    2013.10.07-02:07 | saladin

    7. peyveke ku rûmeta kurdî ye. yek ev, yek jî xweza. ji van herdu peyvan gelekî hez dikim.

    xweda/xwedê: kesê ku xwe bixwe daye. jixweber çêbûye.

    xweza: ya ku ji xwe za bûye. jixweber çêbûye.

    her du peyv jî gelekî watedar in.



    2013.10.07-19:37 | simurg56

    9. kesê ku ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin û ji aliyê nietzsche ve hatiye kuştin.



    2013.10.16-18:37 | gernasnenas

    11. xwedê û wext xelet nehata xitimkirin wê ew mîrateyên kewan li me bihatan!

    "Xwedayê xurdê, tevî hêwirzeyên xwe yên firêz,

    Xîçên deh saliya min li eniyê bûn rêz,

    Xweda tune, lê namire, xweda tune, lê namire,

    frezyano, frezyano, dildara min, min bernede" dibêje kawa nemir.

    tune lê namire jî!



    2013.10.17-05:14 | zero

    12. wekî herakleîtos gotî ye: "xwedê; şev û roj e, zivistan û havîn e, şer û aşitî ye, têr û birçî ye.. herwiha; şekl an awayê cihêreng distîne" Ê EV JÎ wahdetÊ wicÛd E.



    2013.10.18-10:53 | biruya hayao miyazaki

    13. merive beri tiştek bawer dikirin ; naveî tiştî dadînîne xwedê.



    2013.11.13-17:01 | sîyabend

    14. ew hebûn e ku derheqê wî de gere ev bê gotin: çi bi we kiriye? Çima jê nagerin?



    2013.11.14-00:54 | mamoste marûf

    15. li gorî ansîqlopedîya larousse mezin :



    xwe-di-hê = xwe-tê = xwedê

    (di-hê = nûhokê lêkerê 'hatin' = tê)



    ew ku bixwe tê ye.

    yani li wê dinyayê de her tişt ji tiştekî din de tê an jî ava dibe. lêbelê tiştek he ye ku ji tiştek din de nayê , an jî , ji tiştek din de nayê ava kirin ; ew xwedê ye.



    eger ew teorî rast be; ew bêje, bêjeyek mûcîzeya zîmanê kurdî ye ;

    û di zimanê kurdî de, şîroveyek mûcîzewî ye derbarê jînê.



    2014.01.08-04:17 | pispor

    16. xelet hatiye fêmkirin.



    2014.01.24-05:11 | zero

    17. afirînerê hemû gerdûnê.



    2014.01.25-21:23 | ryaman


    19. wenda bûye.. min çi kir, çi nekir wî nedît mixabin..



    2014.05.16-13:00 | mergehez

    20. (bnr: kayıp aranıyor)



    2015.06.23-11:12 ~11:28]| ceso

    23. ew kes an tişt yê ku mirovan ji xwe re çêkiriye.



    2015.06.23-14:00 | dijber

    24. xwedê, xweyî, xwedan. kesê ku tişkî ava kiribe çêkiribe. helbet xwedê heye lê çewaya? çiye? li kure? kes nizane. xwedayê mirova dê û bavê wane. ev jî rastîyeke ger xwedê ku hebe jî ewyê di olada tê beskirin nîne.



    2015.06.23-16:43 | shorbevan

    25. xwedê ji xweda tê, yanî: yê xwe afirandîye

    Sebeqeyek ji qewlên êzîdiyan dibêje:



    "Siltan Êzîd bi xwe padşaye

    hezar û yek nav li xwe danaye

    navê mezin her xweda ye"



    li gorî êzîdiyan navê xwedê gelekin, lê xwedê tenê yeke. ji wan navan yê herî mezin û girîn jî xweda ye. sebebê wê jî ev ku ev nav dibêje "xwedê xwe afirandiye".



    2015.06.23-16:55 | hola êzîda

    26. tiştek e ku baweriya bi wî ji bo min hîc ne hewcedarî ye û hebûn an tunebûna wî ji bo min hîc ne girînge. bijî miletê êzîdî.



    2015.07.06-02:05 | hola êzîda

    27. (bnr: îlahiyat)

    (bnr: teolojî)



    2015.09.18-15:26 | biruya hayao miyazaki

    28. "xwedê li ser gumana(zena) ebdên xwe ye" wê rojê hevalekî min ji min re got û min piştrast nekir lê got, ayeta xwedê ye.

    heke wiha be, gelek pirsgirêkên din dê derkevin lê gelek pirsgirêkên heyî jî dê çareser bin.

    û ez vê tiştê ji dil qebûl dikim û dixwazim û pê bawer im.



    2018.09.26-20:24 ~20:28]| biruya hayao miyazaki

    29. Kesê/kesa kurdan ji kokê ve sansûr kiriye. Heçî tiştên kurdan kirine an bidest xistine %100 tehba wan e û piçek jî alîkariya xwedê tê de nîne.



    2019.11.24-21:15 | berxweda

    30. (bnr: 404 not found)

    tu delîlên hebûna wî nîne. tişta nîne nayê îspat kirin, lewma nîqaşa hebûn û nebûna xwidê bi rêbazên teolojîk dûrî mantiq e. lê em dikarin bi awayek sosyolojîk, zanistî îdîayên olan nîqaş bikin. dema mirov li pey şopa dînên îbrahîmî diçe digihe mîtolojîya sumeran, zanînên wê serdemê yên ilmî û civakî. bo mînak mîta adem û hewa di mîtolojîya sumer de heye, ravekirina gerdûnê piştî tofanek dîsa bawerîyek sumerane. tewrat û incîl û quran li gelek ayetan de mijarên siyasî, deshilatdarî û heta eşîrî nîqaş dikin. bi taybetî ayetên quranê ji bo bersivdayîna konjonkturê, li gor serencama mihemed "hatine xwar". Derketina pêxemberan ji herêmek sînordar, hema bêje ji silaleyek, tunebûna pêxemberên jin, nakokîyên bêhejmar û zanînên xelet... ev mînakên jor destnîşan dike ku ol tiştek kulturî ye, sosyolojîk e. pêşengên bawermendîya her herêmê li gor şert û mercên erdnîgarî, zanîn û bawerîyên wê demê bawerîyên nû, olên nû afirandine. Xwedayê ewil mirov bû. Niha jî mirov xwedê dide jiyîn. Ji bo mirov beşerîbûna olan fehm bike bi çavek objektîv xwendina çend rûpelên pirtûkên wan bese. Tu xwedayê gewre tehdîd li mirovên biçûk nake, sond naxwe, ewqas methê xwe nake.

    Qudreta xwidê û ehlaq divê were nîqaş kirin. Ku xweda hebe û mutlaq qenç be wê demê ev tê wê wateyê ku qudreta wî têre nake şeytan û xirabîyan têk bibe. Na heger xwida qudretek mutlaq be û dihêle her xirabî bêt serê evdên wî, wê demê ew xwidayek xirabe.



    2020.04.03-15:59 ~16:02]| hespêsor

    31. heke xwedayek hebe û me afirandibe (mirovekî ku dikare bihizire , rexneyan bike û ser her zindiyên li ser cihanê re be) wê demê ev mirov dikare xwedê jî rexne bike ango li gor xwe tune bike ji bo ku xwedê , xwediyê dad e.Ew hişmendî daye me.
    Lê hevalo , lê ku ji me pirr zêde jêhatîtir zindîyek hebe û em bo wî wek mûrî bin , wek mûrî li gor me çiqas bê hişmendî ye. ( Li gor îslamê ev hizir ne rast e. )
    lê gerdûn pirr mezin e yaw , ez ditirsim ku bêjim ew tune ye.Li gor mezinbûna wî emir û bejna me pirr pirr piçûk e wek atomekî ku mirov çiqasî jê mezintir be.
    Bes e bes e.Min dev jê berda! hişê min jî tevêhev bû.Dibe hebe dibe tunebe ez ji herduya jî ne bawerim.



    2020.04.03-16:21 | brzn

    32. min serê zêde bi hebûn û nebûna wî/wê, neêşand! xîre nakim. ne hewce ye. ku ew çax hat û xwedê hezkir * ez ê xîre bikim û lêbikolim.



    2020.04.04-11:40 | xwelî li ser

    33. Çewa ku derzîyek bê xwedî çênabe ev kaînata bê ser û binî jî helbet bê xwediyek çênabe, aqil vê yekê qebûl nake. Ji olan nikarim tiştekî bêjim, dibe ku mirovan ew çêkiribin lê afirînerek teqez heye. Yên ku dibêjin tuneye çavên wan kor e qey.
    Edît: û ez bawer im gelek ji wan jî di jiyana rojane da peyva Xwedê bikartînin. Mînak: Xwedê ji te razî be, Xwedê te nehêle û hwd.



    2020.04.04-12:53 ~12:58]| xabûrî

    34. di nav ateîst û xwedanasa de ev dîaloga gelekî cîh girtî ye ;
    xwedanas: hûn hertim dibêjin xwedê tinne wêga ji min re tinne bûna xwedê îspat bikin !
    ateîst(gewr) : tiştê ku tinne nayê îspat kirin , heke îspat biba zaten em ê xwedanas bûna ..

    lê belê ez dîsêjî bawermend im ,
    divê xwedak hebe anjî ez ê bi çolê kevim .



    2020.04.04-13:18 | shwinsherm

    35. Hebûna xwedê hêj nehatiye îspatkirin, loma li civatên xortan nabe mijarek nîqaşê



    2020.04.04-16:51 | qijilyo

    36. Xwedê ez im. Ene'l-Hakk. (bnr: hallâc-ı mansûr)



    2020.04.04-17:49 | roz

    37. xwedê = xwedî dê,
    xweda = xwe bi xwe da, ji xwe berî xwe çê bû,
    yezdan = (bnr: farisî) kesê ku tişta daye

    nakokiyek mezin e ku tu millet bi qanda kurdan ji olê xwedê ra xizmet nekiriye, lê xwedê ji kurdan ra tu tiştekî çênekiriye, dibe ku ji ber vî awayî be her diçe bêoldarî di nava kurdan da zêdetir dibe rewac, yanê kurd dibêjin "oy xwedê êdî bese lo"



    2020.04.04-18:33 | afa

    38. Mi peyamek dît, peyam eyn wusa ye
    '' yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê wî''
    Wî ji bo mêr tê pê kar anîn, haşa xwedî 'mêr' e?
    Ew çewte wusa tê nivîsandin.
    '' 'yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê xwedê''



    2020.04.04-18:36 | dilreş

    39. Ji bo '' xwedê '' wê/wî naye pê kar anîn. Wey xelete.



    2020.04.04-18:38 | dilreş

    40. Hebûna Xwedê ne hevce ku em bêjin heyî an tinneye. Mirov bêje jî tine ye. Ew hertim heye. Mirovên bawerîya xwe dîna naynin. Baweriya xwe zanistîyê dikin. Zanistî raste, Dîn xelete? Wê çaxê mirovê baweriya xwe xwedê naynin çava zanîn dîn xelet e an zanînistî raste? Min mijarek nivîsandin bu (bnr: dinya pehn e). Wê mijarê de min bawerî xwe zanistî yê nanî û min got dinya pehn e. Jiber ci ji bo ku zanistî derew e. Delîlê min ji heye lê mijar ne ew e. Li qurana pîroz dinya na bêje gilovere,dibêje ku roj û hîv li dinya'yê dizivire. Lê gorî zanistî dibêje çi? Dinya li rojê dizivire. Werin yabo bawer bike. Ez quran ku baweriya xwe lê anime raste? An ji zanistaya nav derewa raste?



    2020.04.04-18:51 | dilreş

    41. her tiştî cînavk heye û cînavkê xwedayê misilmanan wî ye. Misilman dibêjin xwedê(yê) alemê, rebê jorî. Êzidî dibêjin yezdanê dilovan. di hemî olên îbrahîmî de xwêdê nêr e. Îsa kurê xwedê ye. di hin civakên panteîst de xweda û xwedawend hene, di hinan de tenê xwedawend heye. nav kurdan de yeqîn nakim kesek hebe zarokatîya xwe de xwedê wek pîremêrek pordirêj, zelamek an jî cenawerek tirsnak xeyal nekirbe. sebebê vê jî ew e ku xwedê li gor hişmendîya mêrên bavsalar hatiye afirandin û ol jî li gor daxwaz, berjewendî û fantazîyên mêran bûye amûra desthilatdarîya civakî.



    2020.04.04-18:59 ~19:01]| hespêsor

    42. '' Ew kerin, bê ziman in,korin, rîya rast nikarin vegerin.''
    Bakara. 18

    Kesên ku baweriya xwedê naynin. Kesên ku wê mijarê de dinivîsîn. Çavên van, destên van,tilê yên van hene. Ji bo bê nivîsandin çava dest caw tilî lazim e Ji bo wê cîhanê jî xwedî yek lazim e. Cihan an feza an jî bejin feza bê xwedî na be.
    Heger hûn delîl bixwazin çav dest tîllî ya binerin hûn çawa dinivîsînin Ew delîlek xweda ye.



    2020.04.04-19:15 ~19:30]| dilreş

    43. farabî gotiye cewherek e, îbn sîna yekser red kiriye. redkirina wî bo cewherbûna xwedê wiha ye:

    tiştê ewil û dawî yê metafîzîkê heyberên şênber in. ji ber ku mirov dikare wucûd û mahiyeta heyberên şênber veqetîne. bi vê taybetiyê ve ew di heman demê de dibin heyberên pêkan(mimkin). lê ji bo hebûnê/hebin pêdiviya wan bi hêmaneke din çêdibe. her wiha, mirov dikare hebûn û tunebûna heyberên şênber bifikire.

    lê veqetandina mahiyet û wucûda wî li aliyekî, mahiyeta xwedê ji heybera wî ne cihê ye, her wiha jê giringtir, pênase û cûreya wî jî tune ye. heyberên şênber ji aliyê wî ve dibin pêkan ku ew ji ber vê taybetiya xwe, dibe hêyberê pêdivî(wacib). an jî mirov dikare heybera xwedê bifikire lê nikare tunebûna wî bifikire.

    şaşiya farabî ji ber vê ye: heyberên pêkan ji cewheran (û çawaniyên ku piştre tevlî cewheran dibin) pêk tê. cewher ji aliyê hebûnê ve ji hêman* û sûretan pêk bê, tiştên em li ser rûyê erdê dibînin derdikeve holê, yên ku wekî cisim tên binavkirin: qedeh, qelem, pc, sêv an jî av. lê cewher ne tenê cisim in, her wiha cewherên dercisim jî hene wekî hiş/aqil, nefs. berî tevlîhevbin û bibin cisim, perçeyên cisim yanî hêman û sûret jî tenê serê xwe dibin cewher. qey farabî li vir xwedê nêzîkî aql û nefsê dîtiye/kiriye ku navê/hebûna xwedê heman demê ji aliyê gelek fîlozofan ve wekî hişê çalak/aqlê fe'al hatiye dîtin. îbn sîna wekî sir jî bi nav kiriye.

    ecêb e. ji xwe cewher yek ji nav deh kategoriyên arîstoyî ye û her deh jî bi heyberên şênber pêwendîdar in. û farabî çawa xwedê wekî cewher hesibandiye min fêm nekir.

    huh.
    (bnr: felsefeya îslamê)

    not: piştî deh rojên giran min tiştên jor fêm kirin, xwedê bike ne şaş bin*. ha, dema min ev peyam dinivîsand, di youtubeê de ev hebû:










    2020.04.04-20:08 ~20:29]| biruya hayao miyazaki

    44. hevalekî min ê ereb gotibû allah di her zimanî de allah e hûn çima dibêjin xwedê. bi rastî ez hîç wisa nefikirîbûm û ev pirs bi min gelek ecêb hatibû lê ji aliyekî jî rast bû. dema mirov bibêje xwedê divê bizane ku ev bêje dikare cîhê her afirandêran bigire.

    herwiha peyveke pir xweş ser kurdan û xwedê jî heye: netirse, xwedê kurdî jî dizane.

    herwiha bi farsî jî xuda ye û wek hüda ketiye tirkî.



    2020.07.30-22:55 ~23:21]| keyomerd

    45. peyvek pirr gosirmet e , Xwedê anku Xweda ,Dema ku peyvê mÊze dikî wek "ya ku xwe afirandiye" tê fêhm kirin.Gelo ev wate çawa çêbûye bi rastî ez jî vî yekê pirr tatêl dikim.Ne ji ber ku ez kurd im û kurdî hez dikim lê bandora Peyva xwedê ji peyva Allah anku god zêdetir li min dike...Ev jî giringiya ziman derdixe holê.



    2020.07.30-23:13 | brzn

    46. Hevalekî min a xrîstiyan vê peyvê wiha ji min re şîrove kiribû. Digot peyva Xweda, ji - xwe - da yê tê ango xrîstiyan gelemperî heta %98 bawerî teslîs ê dikin. Yên ku bawerî teslîsê dikin dibêjin bavê me yên asîmana, Îsa û gihana pîroz dibe yek xweda û ew her yek jî bi xwe tiştek in. Ango Îsa jî bav jî gihana pîroz (ruhul kudus) xweda ne. Û bi wan Îsa ji bo gunehên mirovatîyê efû bike jiyana xwe li ser xaçê da. Ev hevalê min û kurdên mesîhî jî vê peyvê wiha şîrove dikin û dibêje peyva xweda ji vir hatiye. Ecêb *



    2020.07.30-23:22 ~23:23]| yûsiv

    47. peyva xwedê li gor ola mesihiyan îsa mesîh e. încîla yûhenna bi vê ayetê dest pê dike: "di destpêkê da peyv hebû. peyv bi xwedê ra bû û peyv bi xwe xwedê bû."



    2020.11.22-20:23 | heyf

    48. Bi Kurdî "Xweda", tê wateya ewê kû,
    "Ji xwe dide " , "Ji aliyê xwe dide ".
    Li gorî baweriya ma ya Îslamê dayîn ne marîfeta me ye. Tenê hew a Xwedayê Mezine, em malêwî didin dest hinekan, lê ji ber go ew ji terefê xwe dide, Ew (Xwe-da) ye.



    2020.11.23-02:44 | zîzo

    49. gorî îslamê zayenda xwedê tune ye. anku xwedê ne mê ye ne nêr e. lê gorî rêzimana kurmancî xwedê nêr e.

    herwiha di îngilîzî de jî ji bo "god(xwedê)" dibêjin "he(ew, lê nêr)"



    2021.01.20-15:55 ~2021.01.21 12:12]| keyomerd

    50. Xwedê ne mê ye nejî nêre.
    Rêzimana Kurdî wî tê bikaranîn.
    Wî gelo tenê mana nêr tê manê? Gorî min ne nêr tenê ye. Mirov testên din jî dibêje wî. Ew nayê wê wateyê ku "wî" nêr be.
    Minak bidim
    Navê wî fîlmî ciye?
    Her wuha jî ne wateya nêr tenê ye. Zimanê me ne ecêbe. Pir mantiqî ye.



    2021.01.21-00:57 | dilreş

    51. Dema ku ez piçûk bûm min digot wey mêrekî zehv mezin ê bi fayke ye. Faykê wî jî bi tame tameyî bû li ber çevê min. û rengê faykê wî jî şîn û reşê vekirî bû...



    2021.01.21-01:38 | bûtîmar

    52. ne wekî bi gelemperî tê gotin û bawerkirin ji xwe+dan'ê tê. ji xwe+taw'ê tê. taw hevreha tava kurmancî û twanîna (karîn, şiyan) soranî ye. anku yê xweberê ditwane, dikare, dişê biafirîne. ji vir jî tê têgihiştin ku berî ku zimanê kurdî bi zaravayan lêk ve bibe, me kurmancan jî ji devla karînê twanîn bi kar tanî. piştî zarava derketine, twanîn li ba soranan maye û kurmanc jî ew ji dest daye û karîn û şiyan bi kar aniye. helbet ez ne zimannas im û ev tenê teoriya min e, dibe ku ne rast be jî. lê xwe+taw rast e wîkîferheng jî wisa dibêje.



    2021.01.21-12:23 | keyomerd

    53. Di gelek zimanên îranî de ji du kiteyên eslî pêk tê: xod+dan. di farisî de wek xoda tê telafûzkirin û li gor ilmê etîmolojiyê xoda rasterast bi kurmancî xwedan e. Weka li jorê jî hatî gotin xod; xwe, dan; kinbûna twanîn û tevanesten (karîn, şiyan) e. serencam ji van peyvik û qertefan jî xwetwan (xwedan) çêbûye. bi erebî dikarin bêjin malik an melîk.

    nizanim peyva xoda yan xwedê beriya îslamê çiqas berbelav bû lê ereb ji bo xwedê/îlah di wateya xwedanê her tiştî de dibêjin malik'ul milk. hetta di îngilîzkî de jî dibêjin lord ango dîsa xwedan.

    têbînî: em jî tê de hemû gelên îranî û ewropî dînên wek îslam û mesîhîyê ji ereb û cihûyan (muhemed û îsa) girtine. loma adetî ye me gotiye xwedan û ewropayî jî gotine lord.

    - adonîs/130999

    - adonay/131009

    - odin/131002



    2021.01.21-16:45 ~2021.02.11 23:25]| ezcan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    raelîn [1]
    lerizîn. lêkerekî ku ez dibêm qey ji erebî ketiye kurmancî....
    etîmolog alî kardoxus [1]
    Zimannasek Kurd e lê nizanim çima naverokê xwe bi zimanê Kurdî çênake....
    doxînsistîzm [1]
    di vê ol û bawerîyê de şer tune, pevçûn tune, gelacî û fesadî tune, xw...
    doxînsistîzm [4]
    ol û bawerîyeke nuh e ku bêyî hatina wehîy min xwe kirîye pêxemberê wê...
    tirsik.net [1]
    Dive Ji her navçeyekê kurdistanê herî kêm tirşikvanek hebe....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwedê kurekî bide te

    Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî