Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 30 peyam
xwedê - tirşik
xwedê
(14) (15) (35)
di mijarê de bigere

1. hostê xerakirin û tevlihevîyê... *

kurdînezan...

dostê tirk û ereb û eceman...



2013.08.16-11:05 | devliken kelogiri

2. Yê gava ku însan xwe dihetikîne sûcê xwe jî dixin stûyê wî



2013.09.28-21:58 | ceso

3. dijminê kurdên welêtparêz e. li kuderê dinê kurdeke xwenas û welatparêz hebe li ser serê wan zilm dibarîne. kesê nedîye û kes nizane ku ji çê xwe avakirî ye.



2013.09.29-14:54 | takyudin

4. Mezinahiya ku hem dê û hem bavê hemû mirovan e. Bi hezkirin û henûniyeke ji ya dê û bav mezintir li hin zarok(ebdên) xwe mêze dike. Hin zarok(ebd), cûqasî beradayî, zalim, zinêkarê diya xwe jî bin, Wek virnîkê malê ne, wek delaliyê malê ne li ba Xwedê, tim herî pir ji wan hez dike. Hin ebd jî, di qencî û basiyande qûn li xwe bicîrînin, tim camêr û ciwanikên xwedî bext bin jî, bav/Xweda ji wan hez nake, nekiriye, dê neke bavê mino...



2013.10.07-01:38 | dîno

5. yê ku tirşik xuliqandiye.. (bnr: ne jê bûya em çênedibûn)



2013.10.07-01:49 | endazer

6. fenomanekî ji ber ku bawerîya wî bi min nine bawerîya min pê nine.



2013.10.07-02:07 | saladin

7. peyveke ku rûmeta kurdî ye. yek ev, yek jî xweza. ji van herdu peyvan gelekî hez dikim.

xweda/xwedê: kesê ku xwe bixwe daye. jixweber çêbûye.

xweza: ya ku ji xwe za bûye. jixweber çêbûye.

her du peyv jî gelekî watedar in.



2013.10.07-19:37 | simurg56

8. kesê ku ji aliyê mirovan ve hatiye afirandin û ji aliyê nietzsche ve hatiye kuştin.



2013.10.16-18:37 | gernasnenas

9. xwedê û wext xelet nehata xitimkirin wê ew mîrateyên kewan li me bihatan!

"Xwedayê xurdê, tevî hêwirzeyên xwe yên firêz,

Xîçên deh saliya min li eniyê bûn rêz,

Xweda tune, lê namire, xweda tune, lê namire,

frezyano, frezyano, dildara min, min bernede" dibêje kawa nemir.

tune lê namire jî!



2013.10.17-05:14 | zero

10. wekî herakleîtos gotî ye: "xwedê; şev û roj e, zivistan û havîn e, şer û aşitî ye, têr û birçî ye.. herwiha; şekl an awayê cihêreng distîne" Ê EV JÎ wahdetÊ wicÛd E.



2013.10.18-10:53 | biruya hayao miyazaki

11. merive beri tiştek bawer dikirin ; naveî tiştî dadînîne xwedê.



2013.11.13-17:01 | sîyabend

12. ew hebûn e ku derheqê wî de gere ev bê gotin: çi bi we kiriye? Çima jê nagerin?



2013.11.14-00:54 | mamoste marûf

13. li gorî ansîqlopedîya larousse mezin :



xwe-di-hê = xwe-tê = xwedê

(di-hê = nûhokê lêkerê 'hatin' = tê)



ew ku bixwe tê ye.

yani li wê dinyayê de her tişt ji tiştekî din de tê an jî ava dibe. lêbelê tiştek he ye ku ji tiştek din de nayê , an jî , ji tiştek din de nayê ava kirin ; ew xwedê ye.



eger ew teorî rast be; ew bêje, bêjeyek mûcîzeya zîmanê kurdî ye ;

û di zimanê kurdî de, şîroveyek mûcîzewî ye derbarê jînê.



2014.01.08-04:17 | pispor

14. xelet hatiye fêmkirin.



2014.01.24-05:11 | zero

15. afirînerê hemû gerdûnê.



2014.01.25-21:23 | ryaman


17. wenda bûye.. min çi kir, çi nekir wî nedît mixabin..



2014.05.16-13:00 | mergehez

18. (bnr: kayıp aranıyor)



2015.06.23-11:12 ~11:28]| ceso

dengdanên dawîn (Yên Din..)
pirsgirêka nivîsandina peyva seksê bi tîpa x yê [1]
dema tîpa x weke "eks" tê xwendin di youtube da "mihemed sexo" dibe mi...
hüdapar [1]
Partiya ku yekem car min tevgereke wan eciband. Camêran di rojeva Tirk...
hüdapar [1]
Îro li ser twitterê tagek çêkirine; #kürtmeselesi Tiştên pir xweş dib...
kotlin [1]
zimanê bernamesaziyê yê nuh ê androidê ye. ji hêla googleê meh...
tirsik.net [1]
Ji naha pê da ezê hewl bidim ji bo bibim nivîskarek. Çiqa kêfa min ji ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedênenasên tirsonek

Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî