Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
terhane - tirşik
terhane
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mastê ziwakirî ye.

bi tirkî tarhana li gorî wikipediayaya tirkî koka vê navê ji zimanê farisî tê (terḥāne) lê xwarin bixwe aîdê tirkan e. (çawa yanî??)

xwarinek ecêb e. piraniya wê ji mastê pêk tê. mastê ziwakirî ye. li gorî kêfa çêker, cûrbecûr baharat û tiştên din jî carina lê tên zêdekirin.
piştî hat amadekirin li ser cilekê tê raxistin û li ber tavê tê ziwakirin. dema ziwa dibe, dibe mîna cîpsên îro yên li marketan.
wisa ye; Here lînkê
bi vî awayî, xav jî tê kirkirandin û xwarin. min zêde jê hez nekiriye lê hinek kes gelek jê hez dikin.
piştî vê merhaleyê, ev terhaneyên mîna cîpsan tên firikandin û dibe toz. paşê we kengê bivê, hûn dikarin ji vê tozê şorbe çêkin.
(bnr: şorbeya terhaneyê)

toza terhaneyê: Here lînkê
şorbeya wê: Here lînkê

li meraşê gelek tê çêkirin, xwarin û vexwarin.



26.03.2016 11:22 ~2019.08.28 18:21 | simurg56

2. (bnr: şorbayê keşkê)
Tarhana an ji bilevkirina eceb “terhane” tirkî ye.kurmanc vê gotinê bikarnayînîn.
Kurmanc ji vê gotinê re dibêjin keşk.
keşk mastê ziwakirî jî nîn e. mast û danê hişkkirî ye..
ji mêst û danê kelandî keşkê çêdikin.



19.09.2019 23:49 ~23:51 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» terhane

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî