85827. Mixabin li bakur kurdî dimirê. Kal û pîrikên me Tirkî nizanin , zarokên me kurdî nizanin. Ji bo kurdî felaketeke mezin û ji bo dewlet û neyaran ji serkeftineke girîng e. |
|
27.10.2013 15:55 |
simurg56
|
85848. ji ber ku bazara kurmancî li bakur tune ye tişteke normal e. berî şeş salan min ne dikarî kurmancî xeber bide ne jî dikarî fahm bike. zimanê min ê dayikê kurdî ye lê bi tirkî mezin bûm. bes çaxa ez bûm dora 15-16 min got ez ê hîn bibim. |
|
07.06.2013 13:56 |
endazer
|
102134. ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka pkk and pdk ye. rast e ji ber ku pkk wekî tevger zimanê kurdî nekir zimanê sereke lê kadroyên pêşîn ê pkkê binêrin ya tirkên çepgir yan jî kurdên welatparêz hene. jixwe hebûna tirkên çepgir dibe sedema li paş mayîna kurdî lê jixwe welatparêzên kurd ên ku pkkê saz kirin hemû xwendekarên zanîngehê bûn û tirkî zimanê wan ê rojane bû. ji ber wî hemû xwendin û nîqaşên wan bi tirkî bû. lewma jî ocalan pirtûkên kurdî nexwendibe ev yek tişteke normal e. lê ev ne mesele ye. dikarin hîn bibin û bila hîn bibin jî. |
|
07.06.2013 13:56 |
endazer
|