Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
newroz amedê ya 2016 an - tirşik
newroz amedê ya 2016 an
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. newroza îsal wê çawa be niha kes nizane lê belê ji niha ve tirseke mezin ketiye di nava gel de. çûyîna newrozê ji bo hin kesan xeternak e ji bo hin kesan jî ne pêwist e. neçûn jî wekî qebûl kirina zilmê tê dîtin. wê sibe diyar bibe ka ev pêvajo li ser gel bandorek çawa çêkiriye



20.03.2016 13:52 | renas

2. Newroz: tê wate ya hatina biharê roja nû ye serkeftina kawayê hesinkar sembolîze dike, bi kêf seyran û coş tê pîroz kirin. Belê tê pîroz kirin lewra rojeke pîroz e. Seyran û dîlane. Ji bo kenê ye coşê ye govendê ye. Bo hemû kurda ye. Îpoteka partiya bavê kesî da nîne. Amûrê hilbijartinê nîne, konser nîne, mîtîng hîç nîne. Cîhê bazar kirina mirinên kurdan nîne. Divê were betal kirin û dewsa wê ji bo zarokên cizîrên, ji bo insanèn jêrzamînan da hatin qetilkirin ji bo vê rizîbûn û pûçbuna me konekî reş û mezin were vegirtin. Da ku em bizanibin şîn û şahiyên xwe..



21.03.2016 00:23 | qertewîn04

3. Newroza ku ez bawerim li gora salên dîn zêde kes tevlî nebûne û hinekî sar derbas bûye. bûyerên vê dawiyê (operasyonên li hin bajarên Kurdistanê bi sebeba kolandina xendek û çalan) û encamên wan gellek bandorên neyînî li ser gel hiştin û ti xweşî û hêvî di dilên wan de neman.

her sal tenê ji ber mereqê jî bê ez diçûm qada newrozê lê îsal ez nêzîkê wir re jî derbas nebûm...



21.03.2016 22:23 | nan û av

4. li hemû kurdan pîroz be!.. newroza ku baş derbasbûye başiya wê bê qeza û bela derbasbûye ji vî baştir êdî nabe.. helbet wekî newrozên berê nabe berê her çiqas qedexe bûn jî teqînî û filan û bêvan tunebûn.. van demên paşî ji ber newroz ne qedexebûn ti tehmkî tunebû niha bitehme niha meriv nizane wê çibibe,jibû çi?... tirsa mezin yek jê şî afişekirina merivaye.. mînakek ku pêwîstbe yê min herçiqas mindigot ez naçim newrozê dilê min hebû ez herim min nihart newroz ne li kazlıçeşmeyêye û qedexeye, ez fikirîm min got ezê xwe di nava nal û bizmarde rakim herim lê ez viya jî fikirîm; lê ger min li wandera bidin sekinandin/biqefêlin? herî kêm ewê diminin, jixwe min ji tîpê(tipten kayıp) yanî ji nasnameyê hindakiriye dema binihêrin amed temame edî ne hewceye li sicîla min binihêrin.. werhasıl ez neçûm newrozê ez çûm cîhadê* /(min çû binevşa narîn û sergijik aldatmîşkir *



21.03.2016 23:41 | shorbevan

5. newroza ku îsal ji ber ku ne li amedê me beşdar nebûm. lê bi qasî ku ji dîmenan tê fahmkirin gel bersiveke baş da wan hovan.



22.03.2016 00:28 | kurê xelkê

6. sar bû..



22.03.2016 11:49 | kezebmonitor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» newroz
» 2016

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî