Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
zazayên kurmancîzan vs. kurmancên zazakîzan - tirşik
zazayên kurmancîzan vs. kurmancên zazakîzan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heta niha min çiqas zaza dîtine tevan kurmancî zanibûne lê di jiyana xwe de rastî kurmancekî/e nehatime ku zazakî zanibûye.



10.03.2016 15:27 | roza

3. Ez weke Kurmancekê ku hema bêje ji %80 Soranî fêm dikim û carna dikarin biaxivim lê bi rastî bi heman awayî Zazakî nizanim. Hinekî suncê wan bi xwe ye jî. Dereka weke Amadê ku Zaza lê pirr in hema bêje hîç na axivin. Ger bi axiviyan ez bawerim me yê jî çend gotin ji wan hîn bûna.Ragihandin û çapemenî jî di vê mijarê de girîng e. Ji ber ku tvyên sereke yên weke Rûdaw û Kurdistan24 bi Kurmancî û Soranî weşanê dikin yên Kurmanc hêsantir hînê Soranî dibê. Ji bo yê Soran jî heman tiştî mirov dikarê bibêjê. Lê heman derfet ji bo Zazakî nîne an jî kêm e. Di qenalên weke Stêrk û Trt Kurdî de Nûçe bi Zazakî jî tên pêşkêşkirin lê ez rastî bêjim ez bi xwe temaşe nakim. Bawer nakim ku yên Zaza bi xwe jî temaşe bikin..



10.03.2016 20:50 ~2016.03.11 16:10 | nan û av

4. Wê di demek nêz de kurmancên zazakîaxêv jê zêdetir bibin.



Li enstîtuya stenbolê di pola me ya zazakî de heşt kes hene, 6 ji wan kurmanc, 2 jî zaza ne. Mixabin em zazayan qîymet nadin zaravên xwe.

Hezar car mixabin.



11.03.2016 05:37 | endazyar

5. (bnr: endazyar) dibe ku ji wan xwendekarên kurmanc yek ez bim *



27.03.2016 20:59 | roza

6. Tiştek wiha ne pêkan en ji ber ku zaza Kurmancî hîn dibin lê Kurmancî nikarim an jî naxwazin hîn bibim.

Rewsa awarte vê fikrê vala dernaxe!



27.03.2016 21:01 | sibatok

8. Nameyê mi Gulééé ya. Ez Mêrdîn ra ya.

Ez şena zazakî qisey kena yan ti?



27.03.2016 23:02 | gulêê

11. Nizanim Kurmancî ji zazakî hêsantir e, an Kurmanc xwe qurre dibînin û zazakî hîn nabin *

Mînak ev herdû nivîskarê ku ez nas dikim, kajav û bazêçewlîg bi zaravayê dimilî mezin bûne, lê îro bi kurmancî jî têra xwe diaxivin. Maşelle kurmanciya kajav ji ya min baştir e *

Lê di nav nivîskarê kurmanc yên ku ez nas dikim de kesekî ku bi zazakî jî dizane tune.



05.08.2021 18:10 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zazayên kurmancîzan vs. kurmancên zazakîzan
» kurmancên mereşê

Kategoriyên mijarê:: jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî