Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wergera kurdî ya androîdê - tirşik
wergera kurdî ya androîdê

Navê mijarê ya ewil ev bû:wergera kurdî ya adroîdê
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dikariya bibe yek ji projeyên nû yên tirşikê lê mixabin vê gavê pêkan xuya nake.

ev çend roj in ji bo vê yekê lêkolînê dikim. bi qasê min jê fêhm kiriye, wergera androîdê ne karek serbixwe ye. bi googlê ve girêdayî ye. loma heta ku google neyê wergerandin, wê abdroîd jî neyê wergerandin. encax hemû xizmetên googlê (gmail, maps, androîd, chrome, drive, youtube û hwd.) bi hev re dikarin wergerandin.

me got temam baş e, nexwe em hemûyan wergerînin, lê mixabin google piştgirî nade vê yekê jî. google dema bixwaze tiştek were wergerandin, mirovek dixe îş û li wî/wê dide wergerandin.

min duh peyam ji navenda wan re şandibû û îro kesekê ji îrlandayê telefonî min kir;

wî got : -vê gavê wergera kurdî ya googlê tune ye.

min got : -em dixwazin bikin.

wî got : hûn nikarin bixwazin, divê google bixwaze. û ger bixwaze jî wê bêguman xwe bigihîne hinekan û li wan bide wergerandin. dema google bixwaze xizmetê bide zimanekê, mirovek ku wî zimanî dizane digire û êdî ew kes tenê ji bo googlê dixebite û vêgavê daxwazeke wisa ya googleê tune.

min got : çima naxwaze?

wî got : îhtîmalek mezin ji ber ku kurdî zêde nayê bikaranîn.

min got : nexwe hûn dîsa jî daxwaza me ragihînin kesên berpirsiyar û ji wan re bêjin em amade û dilxwaz in ku hemxw xizmetên googlê wergerînin kurdî.

wî got : temam ez ê ragihînimû telefona we qeyd bikim.



lê mixabin ez bawer nakim tiştek erênî jê derkeve. bi rastî jî kurdî di înternetê de gelek kêm tê bikaranîn û loma bala googleê nakişîne. google bi 70 zimanan xizmet dike. ev tê wateyê ku kurdî ne bi qasê yek ji van zimanan populer e.

di mîhengên google chromeê de, di eyarên pêşketî de mirov dikare zimanê googlê bike kurdî. (navrûya chromeê nabe kurdî lê qet nebe google zane ev chrome ji aliyê kesek kurd ve tê bikaranîn) encax gelek bi sed hezaran kurd vê mîhengê bikin, dikarin bala googlê bikişîne.



bi kurtî û kurdî, ji kerema xwe re hûn hemû zimanê chrome'a xwe bikin kurdî û wisa bikevin înternetê. an jî bi firefoxa kurdî bikevin înternetê. ew jî çêdibe. ji ber ku geroka we çi be jî, malperek (weke mînak tirşik jî) dikare hîn bibe ka zimanê geroka we çi ye.

weke mînak %85ê bikarhênerên ku dikevin turkcekurtcesozluk.comê, geroka wan bi tirkî ye. yên din bi zimanên din e û jixwe di lîsteyê de kurdî tune.





zehmet e ku ev rastî biguhere û bala googlê bikişîne. weke din encax ger kurdistana başûr serî li googleê bide an jî rêxistinek cîdî ya kurdên bakur serî li googleê bide, nêrîna googleê dikare biguhere.



gelo em xwe bigihînin rayedarên kurdistana başûr û parlamenterên hdpê?



08.03.2016 16:44 ~16:45 | simurg56

2. Ji bo vê hêvîyek heye êdî. wek tê zanîn google li tranlate'ê kurdî zêde kir.



google bi giştî ji bo zimanên ku zêde nayên bikaranîn û bi awayekî dezgehî departmanekî venake. ji bo ku servîsên xwe yên cuda (wek lêgerîn, map, gmail û hwd.) wergerîne wî zimanê bingeha google translate'ê esas digre.



yanî ger bingeha google translatê ya bi kurdî çiqas zû bê wergerandin îxtîmale ku google jî dest bi adaptasyonê bike.



ji niha ve destpêkir jî... mesela min di hesaba xwe ya googlê de zimanê xwe wek Kurdî hilbijart û niha di telefona min de wexta ez ji chromê lêgerînê dikim hin peyvên menuyê bi kurdî derdikevin.



welhasilkelam google translate ne tenê ji bo wergerêyê wê him google him jî şîrketên din ên navneteweyî ku girîngî nadin kurdî, ji bo ku kadroyek ji bo kurdî avanekin wê bingeha google translate'ê bikarbînin.



niha bi sedhezaran peyv û hevok hene ku divê bêne wergerandin. ji bo temam kirinê herî kêm 2-3 sal divê.



hevalno ger hûn jî alîkarî bikin dibe ku zûtir jî pêşbikeve.



gelek kesên kurdî nezan û nîyetxirab tevlî wergerê dikin û encamek xirab derdikeve holê. ji kerema xwe re hevalên ku kurdîya wan pir baş e bila tevlî wergerê bibin. ev delfetek baş e û divê em ji dest nedin. dibe ku google dev ji biryara xwe berde jî...



tevlî bibin ez bi qurban...

https://translate.google.com.tr/community



09.03.2016 12:23 | xidiran

3. Here lînkê

Min îro li ser wê lînkê sed heb zêdetir hevok wergerand. Wellehî yabo kêfa min jê re hat. wekî lîstika çêkirin e. Meriv her çiqas werdigerînê pileya wî/wê bilind dibe. Ezê berdewamî bim. Hinek zor e helbet. Lê her roj deh hevok sal mîsal 3650 hevok. Daneke xwedê ye welehî. Ji min re lîstikeke qenc derket.



05.11.2017 01:58 | rûbar

4. Min jî zehf wergerîna Google translate'ê kiriye. Lê Google kêfa xwe xira nakê û guhê xwe nade xîretkêşan. Xweşik alîkarî nade. Lê dîse xwidê jê razî deriyê wergerînê vekiriye.

Va camêrna pirsiye û Google'ê jî bi kûrtasî gotiye ; hûn çiqasî wergerînê bikin, emê wilqasî zû dest bi xizmetên kurdî bikin.

How does Google use the answers that I provide?

Google validates your answers by showing them anonymously to other users to evaluate. For this reason, we ask you not to include personal information in any answers. Validated answers are used to train computer algorithms that run services such as Google Translate, Google Maps, Android Keyboard, and others. 

Rast e. Google wergerîna xizmetên xwe bi rêya Google translate'ê temam dine.

L'gorî bersiva Google translate'ê pîştî "kontrola" wergerê, wê xizmetên Google dest bi kurdî bikin. Ev dido salin wergerîna Kurmancî dewam dike. Lê mixabin "kontrola" wergerînan hê dest pê nekiriye. Û nizanim kengî wê dest pê bikê. Dest pê bikê jî, nizam wê çend salan dewam bike.

Tişta min fêhm kirî, saleke dî jî wergerîn û do sal jî kontrol kirin û peyre jî destpêka Google'a Kurmancî wê dest pê bikê. Yanî hê 4 salên rihet mane.

Me çi gotibû ?

kerê nemire heta qîfar çêbin *



04.01.2018 22:51 | gumgumok

5. xebera xêrê ye.

lê gava min vî sernavî dît, min got qey peyva androidê ji zimanê biyanî werdigerînin li zimanê me û dibe "adroîd". te go çi?



14.03.2019 01:28 ~15:20 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera îngilîzîya stranan kurdî
» kurdîaxefî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî