Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 21 peyam
    romantîzma kurdan - tirşik
    romantîzma kurdan
    (6) (1) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Demeke dirêj e tiştek bala min dikişîne. Em gelên rojhilatê Li ser navê romantîzmê hin tiştan dikin ji bo yar an hezkiriyên xwe. Hin amûrên romantîzmê tim bin hişê xwe de digirin. Wek: Find, şerab, heyv, keman... Fikirîm, erê ev amûr bi rastî jî mêriv Dixin nav serxoşiyekê, hestiyariyekê. lê ya bala min dikişîne û hinekî jî aciz dike ev e: Çima di hişê hemû kesî de romantîzm û amûrên wê heman tişt in , çima ya me kurdan tişteke xweser tune ye? Ma romantîzm hezkirin di welatên rojavayî de peyda bûne?* Dema kal û bavên me, dayîkên me ji hev hez dikirin çi dikirin, romantîzma wan çi bû, wan ya dilê xwe çawa digot? Gelo ev jî çandeke desthilatdar nîne ku em didin jiyîn? Pirsên min zêde bûn piçekî * dawiyê dixwazim vê bibêjim. Evîna kurdewarî bawerim ji hemûyan romantîktir e, divê em ewil bigihîjin wê *



    2016.03.05-02:06 | sergijik

    2. hima bibêjin tuneye ez romantîkîya diya xwe û bavê xwe a ku tune bibêjim * romantîk bûna wan çewaye?; berê bi hevdû dîkebin bi lêdanê dest pê dike, alozîyek dertê bavê min dibê hişbe! diya min bi gotina bavê min wekî aşê şeytan nasekine.. werhasil bavê min tep û rep wê bi hevda dikute ji hev dixeyidin paşê dibe êvar me bi zorê dikin xew û guneh di sityê wande edî çi romantîkî û erotîkîyan dikin ez nizanim(belkî nizanibin di hevnin jî û dibe diya min bakîrebe jî..!?).. jiber diya min aşiqî bavê mine bavê min di diya min dine jî dîsa ji hev naxeydin yanî romantîzm li ba wan bawerim tune. yê hemû kurda jî tiştek wisa hebe gotinek xweş tunebe tune(di çandêde tune?).. lê ev jê nayê derxistin ku meriv nikare romantîk be, bi destê hev bigre here nav erdên bi mayîn eylema bike lê divê haya meriv ji heronên bi du pê hebe.. an bi destê hevdû bigrin/hezkirîya xwe bidin kokelîka xwe.., herin serê çiya, gaz û pal bikebin ser dilê hev hetanî qûntara çiya xwe gêra bikin ha jiwera romantîzm



    2016.03.05-21:26 | shorbevan

    3. Ji ber ku qedrê jinê tinne. Tiştekî wek romantîzmê di nav kurdan da hema tu bêjê hê nebuye edet. Mêr hizkirina xwe qet nade nîşan, nav hev da behsa jinên hev kirin tishtekî pirr şerme. Jinên xwe ra dibêjin "zarê me", "xulama te" , "xwişka te" filan û bêvan. Lê şaş fehm nekin ev yek ji zîrekbûna wan an jî şermokwanbûna wan nayê. Lêdana jinê tishtekî normale, qebhetkirin(poz û guhjêkirin) berê da edet bû, hin deverên kurdan hê ranebuye. Têkiliya zayendî gelek caran bi destûra jinan nay kirin û tecawûz e. Kes bila qusurê nenihêre temenê min nêzikê 30 salê. Min mînakeke bash nedîtiyê derheq zilamê kurd da aliyê jinê ve.



    2016.03.06-13:59 | qertewîn04

    4. helbet heye lê ne berbilav e û li ber çavan e.

    ger hûn mînakek bixwazin mixabin ez jî nikarim bidim. heta nikarim mînakek ji xwe jî bidim.

    weke mînak min aniha li wikipediayê nêrî ka wateya rastîn ya romantîzmê çi ye *



    2016.03.06-21:26 ~21:27]| simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan [2]
    1-Bi awayek serkeftî ji xwendina xwe derbasbûn 2-Çareslbûnê pirsgirêk...
    tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1]
    Zarokên 3-4 salî bi kincên zivistanê, bi taybetî dema çakêt û kum li w...
    ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin [5]
    tîrej zana 21 pirr xweş meselê îzah kiriye. xwezî bi tenê pro...
    ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin [4]
    Gotinek li cem me heye ku dibêjin: (paldayi: Heta tu bikeve li pey ke...
    a time for drunken horses [1]
    (bnr: dema hespên serxweş) fîlmê di zaroktiya min da car caran di ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » romantîzma kurdan
    » kurdan

    Kategoriyên mijarê:: cand
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî