Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
spîtama - tirşik
Spîtama | 2016
Nivîskar: Rênas Jiyan | Kurmancî | Roman | 244 rûpel

Romana mîtolojiyê û yeke dîrokî ye. Spîtama jidayikbûnê ve ne lawikekî normal e, yekî mûcîzewî ye. Di pirtûkê de çîroka Spîtamayê tê vegotin. Spîtama ...
spîtama
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê romana nû ya rênas jiyan e. serê vê salê çap bûye. Li gor googlê spîtama navê zerdeşt pêxember. heta navê bavê wî jî pourušaspa spitāma ye. Mirov dikare pirtûkê ji ser pirtukakurdi.comê bikire: Here lînkê



Bergê pirtûkê:

Here lînkê



21.02.2016 04:09 ~04:11 | xendekî

2. rênas dîsa ecele kirîye, peyv û gotinên berredayî çirvîtkan diavêjin...xwedê bi xêr ke....



26.02.2016 12:56 | rojgar

3. berga pirtûkê qet xweş nebûye, wek ku zarokekî pazdeh salî xêz kiribe, rênas di vî warî de gelek qels e divê bergên pirtûkên ji weşanxaneya wî derdiçin yekê zanayê vî karî çê bike..

ez vê pirtûkê gelek meraq dikim, min ji vir du sal berê di vê mijarê de bila rênas jiyan roman jî binivîse daxwaz kiribû, û çend meh beriya niha jî min pirseke xwe ya vî rengî şandibû bernameya ku ew bixwe beşdarî bûbû, di wê bernameyê de gotibû ez lê hûr bûme..

bi qasî ku min seh kirin rênas ev çend sal in li ser nivîsandina romanekê dixebitî, di peyama jor de hatiye gotin ku ecele kiriye, lê nizanim heya nexwînim ezê nikaribim bidarizînim..

xwedê bike wek ku nêzî helbestê dibe nêz nebûbe û romanê, ku roman ji hêmayan bêtir qada vegotin û şayesandina ne, di nava hêmayan de nefetisandibe..

bi xêr be



26.02.2016 21:55 | ferhenga şikestî

4. sofî û murîd dikarin shêxên xwe bifrînin...xwendevanên rênas pichekî kor in.

rênas jîyan bi vê pirtûkê kevir li gûzeka xwe xistîye... mixabin... romaneka virnî



16.03.2016 16:28 | jîjo

5. Heyfa rênas



27.06.2016 00:27 | cîncoqo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» spîtama

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî