Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
17.02.2016 teqîna bombeyî ya enqerê - tirşik
17.02.2016 teqîna bombeyî ya enqerê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Teqîna ku bi bombeyekî mezin li dijî servîsên leşkeran pêk hatiye. Xwedê bike tiştek bi neynoka kurdekî birûmet nebûbe wekî din cehnima wan bikim! xwedê wan bike êzingên cehnimê!



17.02.2016 20:44 | ceso

2. êrîşek gelek profesyonel e. dişibe mîna êrîşên pkkê û di vê pêvajoyê de dijminê herî mezin yê tirkiyê jî ew e lê dîsa jî dibe ku ne ew be.

li gorî agahiyên dawîn hejmara miriyn bûye 28. wer xuya ye wê hê jî zêde bibe.



17.02.2016 22:01 | simurg56

3. Encama êrîşên tirka li deverên kurda. Eger di bajaran de kurdan qetil bikin û bombe bavêje ser YPG, dawî dê ev bi.



17.02.2016 22:08 | hola êzîda

4. xwedê bizanibe ger nehatina kuştin ewê çend zarokan an kurdan qetil bikirina werhasil rê ewe têde çûne hinek neyarê kurda yên faşîst belî kêm bibin hinek bîhna kurda derê.. dibe pkkê kiribe kiribe baş kirîye ji ber ev şere û emê timî alîyê mazlûman bigrin.. dibe şerefsiza ji bû bikebin suriyê an dijberîya xwe û li hemberî pydê meşrû bike ev teqîne bi destê xwe jî kiribin dibe dibe jiber karê wan kuştine îhtimalek mezin heye ku pkkê kiribe jiber ku tirkîye naxwaze li rojava gukî bidest bixîne pkkê jî peyamek pê şandibe ji wanre..



îmze: shorbevan




5. Êrîşa kû dewleta tirk bi hinekan daye kirin û avête ser ypg û pyd da kû bibe sedemek ji bo tirko bikevê sûriyê. *



18.02.2016 23:26 | xwelî li ser

6. bobelat û bûyerên wilo mezin bi dil û hestan nayên nirxandin. ez hêvî dikim ku îslamîstên qûnbigû vê êrîşê pêk anîbin, ger ku kiryarên vê êrîşê ne ew bin an jî ew bin lê bes neyê sepandin wê ihale li ser ypg'yê bimîne. ne ku li ber mirinan dikevim û xwe diqehirînim, qet xema min nîn e lê ev êrîşa ha ne li gorî berjewendiyên kurdistanê ye. loma yên ji vÊ êrîşê kÊfxweş dibin; yan mêjîsist in ku ji rastiyÊn civatê dûr in û nikarin rasyonal bifikirin, yan jî xwe tatmîn dikin, bi hestên xwe dinirxînin.

demeke dirÊj e kurdistan li ser êgir e, hama bêje her roj bi dehan welatiyên me li ber guleyÊn dijminÊ me yÊ sondxwarî ji kîsÊ dêya xwe diçin, helbet em dişÊn ku heyfa mêrxas û jinxasÊn me were hilanîn ev yek gelek normal e lÊ piştî van êrîşÊn bi vî rengî çavÊn dijmin bêtir sor dibin û bajar û bajarokÊn me bÊtir wêran dikin û hejmara kuştiyÊn me ji hejmara kuştiyÊn wan sê çar qat zÊdetir dibin. tevî van pevçûnan jî em tu berkeftî bi dest naxin. piştî van agahiyÊn reel divÊ meriv bipirse çi ket destÊ me?

ji xalÊn erêniyÊ wÊdetir gelek encamên nÊyînî yÊn vÊ êrîşÊ hene

yek jÊ; dewleta tirko dixwest ku mudaxaleya rojavayî bike û destkeftiyÊn ypg û kurdan tÊk bibe, lÊ dewletÊn mezin Ên wek amerîka, rûsya û dewletên ku girêdayî natoyê ne, rÊ nedidan tirkiyÊ ji ber ku ew ypgyÊ wek rÊxistina terorî nedihesibandin. lÊ aniha ji roja ewil dest pÊ kirin û xwestin îhaleyê li ser ypgyÊ bihêlin û ji hemî cîhanÊ re bÊjin ku binêrin ypg di nava bajaran de çalakiya terorî dike, û mafê me heye em êrîşî wan bikin.. hÊ tu tişt ne diyar bû, serokên komarareş propagandaya xwe kirin û Êrîşê meşrû kirin..

ya dî di bakur de wÊ êrîşÊn dewletê zÊdetir be û hêdî hêdî na, bilezûbez bikevin bajarokÊn dî û kes nikaribe ji wan re bÊje kirt, ev yek ne tenÊ statuya kurdistanê bîst sal paşde dixe, di heman demÊ de aborî û xîmên civatê jî serobino dike, êdî tu hÊz û qiweta xelkÊ namîne..

ya dî her ku diçe rÊxistinÊn kurdistana bakur di çavÊ gel de reş dibe. ya herî xeter ev e ku êdî xelk piştgiriya xwe ji rÊxistinan vekÊşîne û bi stûxwarî pişta xwe bide vÊ dewletÊ..

wek encam: xwudÊ bike ku kiryarÊn vÊ ÊrîşÊ ne tevgereke ji tevgerÊn kurdan be



18.02.2016 23:27 ~23:30 | ferhenga şikestî

7. teqîna ku kî pêk anîbe ferq nake: bivê bila tak be, bivê pkk, an daîş an jî elnusra ferq nake, kes nikare îspat bike ev êrîş ypg'ê kiriye. dewlet qûna xwe jî biçirîne nikare amerîka qanih bike ku YPGê ev çalakî kiriye. di sêrî de ev çalakî ne rêbazeke ypg'ê ye û ne feydeya ypg'ê ye. tu kara ypg'ê ji vê tiştê nîn e. heke bixwaze şer bike ma hewce ye were nava enqere wê li efrînê bersiva topên dewletê bide. ypg vê nake ji bo navê xwe yê pak pîs bike an jî rê bide hinekan navê wê bê pîskirin vêca wê bê nava enqerê bombeyan teqîne? zarokekê biçûk jî ji vê derewê bawer nake. ku duh amerîka daxuyanî da û got em nizanin kê wilê kiriye û wê alîkariya me ya ji bo YPGê bidome.



19.02.2016 15:51 | xendekî

8. êrîşeke teyrêbazên azadiya kurdistanê ye. Îşev tak'ê daxuyanîyek belav kir û ev teqîna li enqerê girt ser xwe û got ev çalakî ji bo gelê me yê li cizîrê hatî qetilkirin hatiye kirin.



sputnik kurdistan:

Here lînkê



ji daxuyaniya tak'ê:

zinar raperîn

Hevalê me Zinar Raperîn, di sala 1989’an de, di nav malbateke welatparêz de, li Gûrpinara Wanê hatiye dinê. Ji sala 2005’an ve, li gelek zemînên cuda ên têkoşînê de têkoşîn daye. Ji sala 2011’an pê ve jî, hevalê me di refên TAK’ê de, wekî fedayiyê Rêber Apo û gelê kurd, kedeke mezin daye. Bi mûtewazîbûn, sadebûn û fedekariya xwe, di nava TAK’ê de xwediyê sekneke pêşeng û mînak bû. Êrîşên li hember Serokatiya me û gelê me, di wî de hêrs û tolgirtineke mezin çêkiriye û li ser vê bingehê xwe ji peywirên xwe re amade kiriye. Îro jî bi vê çalakiya ku kiriye re jî, ji hemû dinyayê re da nişandan ku, çiqas lawekî egîdane û şervanek birûmet ê gelê kurd e.

Em cardin soza girêdaniya bîranînên wî nû dikin. Em ê di bin fermandariya wî de, ew ala têkoşînê ku dewrî me kir, hetanî ku mêtîngerên faşîst ên dagirker ji welatê xwe biqewitînin, em ê li her derê û di her demê de bilindkirinê berdewam bikin.



TOLHILDAN; bo dayîkên egîd ên ku li nava mal û kolanên xwe de hatine qetilkirin!

TOLHILDAN; bo pitikên kurd ên mahsûm ku di zik dayîka xwe de hatine qetilkirin!

TOLHILDAN; bo hemû mirovên kurd ku di jêrzemînan de bi hovîtî hatine qetilkirin û şewitandin!





RÊHEVAL ZINAR BÊMIRIN E!

ŞEHÎD NAMIRIN!

BIJÎ KURD Û KURDISTAN

BIJÎ SEROK APO!

BIJÎ TAK!





Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK)



19 - 02 - 2016



19.02.2016 18:50 ~2016.02.20 12:12 | xendekî

9. ji aliyê tak'ê ve hatiye kirin. lê di vê rewşa ku hemû dewletên ewrupayê, amerîka û rusya piştgirî dane pyd'ê de çalakiyeke çiqas raste nizanim. çalakiyeke bi vî avayî pêwîst bû yan na? divê kurd xwe ji destê xwe ve xwe marjînal nekin, ji çalakiyên marjînal dûr bikevin. ev çalakî kêrî dewleta tirk hat yan kêrî kurdan hat nizanim. bê şîrove...



20.02.2016 10:36 | nazim tolhildan

10. ji aliyê takê ve hatiye kirin. rapora tiba edlî jî nîşan daye ku êrîş ji aliyê endamê takê abdulbaki sömer ve hatiye çêkirin.



22.02.2016 20:16 | simurg56

11. êrîşa min neşopand bê tirs ketiye dilê tirkan an na. êrîşek profesyonel bû.



25.02.2016 21:23 ~2016.11.22 19:37 | berxweda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.02.2016 teqîna bombeyî ya enqerê
» teqîna mezin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî