Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    29 mijar û 36 peyam
    eliyê evdilrehman - tirşik
    eliyê evdilrehman
    (0) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. di 29’ê Berfanbara sala 1920î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ( nêzî 450 malbat) ji “zilma Dîwana Romê” reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan/ qafqasya) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir. Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir. Sala 1955an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya (bnr: riya teze)yê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn. Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne. heta dawiya emrê xwe di rojnameya rêya taze de redaktorî kiriye. Eliyê Evdilrehman, di 21ê Rêbendana 1994an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.





    Berhemên wî :





    Dê (1958/biranîn-helbest) , xatê xanim ( 1959/roman) , hişyarbûn ( biranîn-helbest), gundê mêrxasan ( 1968/biranîn), murtele beg (1989/roman), gulistan (1974/ helbest), hebandin (1974/biranîn-helbest), biranîn (1979/biranîn), hesreta min ( 1984/helbest), şer di çiyayan de( 1989/roman).



    2016.02.06-23:51 ~23:53]| nejwan

    2. Elîyê Evdilrehman
    Di sala 1920î de li Wanê dayîk dibe. Zarokatîya wî di nav zelûlîyê da derbas dibe. Di sala 1926ê de ji ber zilma Komara Tirkîyayê malbata wî û 4.500 kesên ji kurdên eşîra Brûkîyan mecbûr dimînin koçê ber bi Sovyetê bikin. Li wir perwerdeyek baş dibîne. Hêj di zarokatîya xwe de hin helbestên wî di rojnameya "Rîya Teze" da tên weşandin. Înstîtûya Êrîvanê di beşa Zanyarîya Navneteweyî de dest bi teza xwe ya bilind dike. Teza wî li Azerbeycanê tê qebûlkirin û li Bekûyê doktora xwe temam dike. Di dibistanên Ermenîstanê da dersên navneteweyîyê dide.
    Sala 1955 dibe destpêka afirandina berhemên wî. Gelek gotar, serpêhatî û nîvîsên ji Azerîkî werger kirî di "Rîya Teze"de tên weşandin û di Radyoya Êrîvanê de beşa Kurdî de têne pêşkêşkirin.

    Berhemên Elîyê Evdilrehman:
    Morof (helbest-1957), Xatê Xanima Dêrsîmê (roman-1959), Hişyarbûn (helbest-1959), Afrandina Nivîskarên Kurdê Sovyetê (serhatî-1961), Du Dilê Hezkirî (pexşan-1961), Dê (pexşan-1965), Gundê Mêrxasan (roman-1968), Gulîstan (helbest-1974), Îhtîram ( Azerîkî / helbest-1975), Bîranîn û Serpêhatî (1979), Hesreta Min (roman-1983)



    2020.05.18-17:13 | hikmetek

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kapîtalîzm [2]
    sîstema ku hêdî hêdî dawiya emrê xwe dike û xwe vediguherîne şeklekî d...
    ulysses [1]
    kul û derdê master kurd bû. romana modernîst a ku ji aliyê ...
    yûsiv [1]
    dest û milên wî sax bin. îro tirşikê bi mijarên cûrbicûr û têrûtijî xe...
    yûsiv [1]
    min gelkî ji c.m.î hez dikir lê yûsiv ev da gotin: (bnr: bye bye cemi...
    xelîl [2]
    bi vê peyama xwe, hişê min ronî kir. piştî nûçeyên "wê filan dewl...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » eliyê teremaxî

    Kategoriyên mijarê:: weje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî