Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
şahidên yehowa - tirşik
şahidên yehowa
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. civatekî xiristiyanan in û li vê Here lînkê malperê civat û baweriya xwe didin nasandin. ez çawa ketime vê malperê wele nizanim, keliyê herî dawî ez li bloga gaysome comicê bûm. *



a min şaş kir, zilam jêhatî ne, tê bêje qey hemû zimanan wergerandine û ji bo kurdî çar vebijark hene:

Kurdî (Kurmancî- Latînî)

Kurdî kurmancî (kavkazûs)

Шә′дед Йаһоwа (Kurmancî- Kirîlî)

کوردی سۆرانی



ev têgiha kavkazûs min li googleê gerand lê encam tenê li malperên şahidên yehowa derketin. li terciha "kavkazûs"ê navê civat dibe şedên yehowa (hinek deran şedêd y. ), li kurdî dibe şahidên yehowa. û gelek cudahiyên devokî li navbera van tercihan hene. xwedê bike a xêrê. *



06.02.2016 22:49 ~23:02 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: jw.org)



19.09.2017 19:42 | cinorek

3. Em dikarin bibêjin mesîhî ne lê xwe wekî Mesîhiyan nabînin. Ji ber ku mesîhîyên vêga %95 tev baweriyê teslîsê dikin. Lê ew baweriyê teslîsê nakin. Yên ku nizanin re teslîs çi ye bibêjim. Di baweriya katolîk ortadoks û protestanan de Xwedê xwe 3 şiklê nîşanî mirovan dide. Yek Îsa ye yek giyana pîroz yek jî bav e.

Lê şahidên yehowa bawerî vê tiştê nakin. Ji xeynî wê Xaç û putan pîroz nabînin. Kişandina cixareyê qedexe ye û hwd.



03.10.2020 13:37 | yûsiv

4. Xwedê ji wan razî be ji ber ku bi zimanê me jî parvekirinên wan hene. Aqûbet li serê misilmanan jî be. Di serî de misilmanên kurd...



04.10.2020 12:43 | xabûrî

5. Çalakiyên îrşadî bi avayekê modern pir baş dikin.
Ji xwe malpera wan ya jw.org bêmesal e. Di wikipediaê de bile ewqas ziman tinne ye.
çalakiyên wan ne tenê di qeda farazî de ye. Li kurdistanê, li endonezyayê, li koreya başûr, li her kuncê dinyayê hûn dikarin rastê misyonerên wan bên.
Gava min li welatek biyanî li danişgahê dixwand, ez weke part-time li dikanekê jî dixebitibûm. Carna ji wan kesan dihatin dikana me. Lê ne direkt banga misyoneriyê dikirin. Evvele çend tişt dikirin û dilê xwediyê dikanê şadikirin. Paşê bi zimanek nerm behsa xebatên xwe dikirin. Her çiqas ku ji misyoneran xûllîbim jî ji wan hêrs nedibûm jiber ku ew mişterî bûn.



05.10.2020 06:37 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şahidên yehowa

Kategoriyên mijarê:: oldin malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî