1. lacan ji xwe re gotiye freud'ê fransayê û gelek bandor li dozîneya psîkanalîzmê kiriye. Wek psîkiyatrîstekî klînîkê metodên ne ji rêzê bi kar aniye û bi psîkanalîstên hemdemê xwe re her tim pevçîniye. semînerên wî yên qasê salekî dewam kirine gelek navdar in û dersên van semîneran wek pirtûk hatine weşandin. bi taybetî bi analîzkirina çandê û berhemên wêjeyî bala mirovan kişandiye û xîtabî derdorek entelektuel kiriye. di salên 1950yî û 1960yî de bi entelektuelên derdora Parîsê wek Deleuze, Derrida, Foucault, Heidegger, Levi-Strauss, Althusser re têkilî daniye û carna jî di navbera wan de polemîkên pir tund çêbûne. şopînerek baş ê paradîgmaya nûjen a ku Freud bi keşfkirina derhişê ava kiriye bûye. |
|
30.01.2016 23:36 ~23:37 |
roza
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |