Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; qers
peyamên çepikkirî

23129. "di havîn toz û xwelî ,

di zivistan berf û boranî;

şaş bimînim ez li wî aqlî,

ku ji şeş meh zêdetir di qers'de jiyayî"



lêbelê ez jî ji qersê me ;

mîna heryek qerslî'yê ji sar û berfê qers de revyayî *



welatê min, diyarê min (bû)..

hetta ki erdehan ji qers de cihê bû û vegûherî li bajarîyê.



ferx nake ; ez "qerslî"me !



07.06.2013 09:41 | simurg56

24420. yek jê bajarê Kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê Kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji Amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!



08.06.2013 14:50 | simurg56