Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
qers - tirşik
qers
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bajarê kurdistanê. yek jî dibejin serhed qers.



gerek bibe paytexta kurdistanê. qewitî dikim herin bibinin, bajarê entelektula ye. amed an jî dersîm cem qersê gund dimînin.



12.08.2013 21:51 | zeyd b

2. (bnr: hey maşallah)



12.08.2013 21:59 | simurg56

3. orhan pamuk xwediye xelata nobel di pirtûka xwe ya bi navê berf(kar)de û derneherê tirk reha erdem jî di fîlma xwe ya kosmos de zehf pesnê kevnarbûn û ava yên qersê dikin



12.08.2013 22:17 | newenda

4. li ser bextê wîkîpediyayê be ji bo qersoka şêrîn û rengîn dibêje: ''Li gorî çavkaniyên dîrokî, Di dema Hîtîtiyan de navê herêmê "Ermania" bû. Navek bajar yê kevn jî "araks" û "Karask" bû. Navê ku niha jî tê bikaranîn jî, ji gotina qasrak tê. Tê texmînkirin ku ev nav ji êleke ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûye tê. Li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotinek zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. Kurd jî, ji bajêr re dibêjin Qers û ji herêmê re jî dibêjin Serhed. Ji ber ku bajarê Qersê wekî deriyek e ku Kurdistanê bi Qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwedî şûnwariyek kûr e.

Gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "Qers" dibejin.''



12.08.2013 22:45 | endazer

5. "di havîn toz û xwelî ,

di zivistan berf û boranî;

şaş bimînim ez li wî aqlî,

ku ji şeş meh zêdetir di qers'de jiyayî"



lêbelê ez jî ji qersê me ;

mîna heryek qerslî'yê ji sar û berfê qers de revyayî *



welatê min, diyarê min (bû)..

hetta ki erdehan ji qers de cihê bû û vegûherî li bajarîyê.



ferx nake ; ez "qerslî"me !



08.01.2014 02:08 | pispor

6. ez dibêjim qers mîna kevoka berfê ye.. axx welatê min tu çima wusa durî



cemal sureya jî dibêje



''beyaz

uykusuz

uzakta...''



20.01.2014 18:03 | berf

7. bajarê ku hilbijartina dawî a di 2011 an de mulkiye birtane %19.2 rey standibû û weke parlementer hatibû hilbijartin e. akpê di wê hilbijartinê %42,57, mhpê %17.2, %16.5 standiye.



25.01.2014 10:49 | brusk56

8. yek jê bajarê Kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê Kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji Amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!



25.01.2014 15:31 | ferhenga şikestî

9. hespdiz in.



11.04.2014 11:44 | bijîmillah

10. bajarekî tirşikêye, nivîskarekî nûne, kurdîya wî wekî ya shorbevanî serê ewile.. lê bira neke xem jî xwere bira di tirşikêde zêde bixweyne û binivîse û paşê bira peyamê xwe yê berê û paşê bide berhev û firqa tirşikê bibîne.. dîsa helal be jêre kurdîya wî çiqas nebaş be jî cesaret kirîye bixêr hatîye. ez bawerim pirî jê kes jiber kurdîya wan nebaşe nayên di tirşikêde nanivîsînin werin kes we naxwe..



27.11.2015 11:19 | shorbevan

11. ewî gelo kû dera qersê dikan vekirîye? *

(aram seehad)



16.09.2016 00:31 | bûtîmar

12. bajarê li bakurê kurdistana bakur e. li ser orjîna navê wê gelek îdîa hene. hinek ji wan li jor in.
di hilbijartina dawîn de (2018) hdpê %32 deng jê standiye. ne rêjeyek xerab e. ji ber ku bi rastî jî ne tenê kurd lê dijîn. lê dema çûm qersê, min bîhna wê %32ê nestand. belkî jî pêşdarazîya min be. û jixwe ez tenê rojek lê mam.
dibêjin zivistana wê zêde zêde dijwar e. û jixwe kurd dibêjin navê wê loma qers e.

di navenda bajêr de gelek avahiyên dîrokî hene ku ji aliyê rûsan ve hatine avakirin û hê jî xweşik xuya dikin. keleha wê spehî ye û piranî hatiye parastin. çend dêrên rûsan (ketedrala mezin û dêra hawarîyan), hatine mizgeftîzekirin. mirov bîhna dîrokê ji bajarê qersê distîne.

nêzikî kelehê, xwaringeha bi navê kaz evi heye (bi kurdî mala qazan). li vê derê xwarinên xweserî qersê, tên çêkirin. xwarinên wan gelekî tam in û ne bûha ye jî. min xwarinên goştê qazan, xwarina pîtî, hangel, şorbeya evelik xwarin û şerbeta rihanê vexwar. hemû ji hev xweştir bûn. êdî dema wers tê gotin, xwarinên wê tê bîra min.

gelek kes behsa modernîtî an jî qet nebe pêşverûtîya vî bajarî dikin. min hevalek hebû li zankoyê ku ji qersê bû. wî jî her tim wisa digot. zêde têkiliya min bi niştecihên bajêr re çênebû lê qet nebe min tiştekî negatîf hîs nekir.



12.10.2018 19:46 ~21:45 | simurg56

13. bajarê ku ez encama hilbijartina wê ya herêmî gelek mereq dikim. ji hemû bajaran zêdetir. bajarê min e. bajarê bavûkalê min. bajarê dilê min. ji qersê hez dikim û ji qersîyan jî.



29.03.2019 21:54 | serhednişîn

14. Bajarê kurdan pirr encamên balkêş didin.Berê wan , qers û agirî zêde rojevê da tunebû lê niha ev bajaran êdî wek amedê xwedîyê astekî kifşin.

Lê hê şermek mezine ku bajarên kurda da partîyên tirrek hê jî dikarin bi serhev %50 zêdetirîn rey hildin.Ev balkêş e.

înş qersê jî ser keve.



29.03.2019 22:26 | brzn

15. ez bawerim ku ayhan bîlgen vî bajarê kurd, qedîm û dîrokî bike gul û gulîstan.



31.03.2019 21:49 | brzn

16. ez bawer nakim. tevî ku bi qezenkirina hdpyê kêfa min hat jî lê dîsa hêviya min ji qersê nîne. li wan deran rewşa kurdî gelekî xerab e. dîgor gelek3i girîng bû bes ew jî kete destê akpyê.



01.04.2019 01:12 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qersonik

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî