Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşo - tirşik
tirşo
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. giyayek jiber tehma wî tirşe tirşo jêre tê gotin. û hew



nebata carna bi karîyê tê şaşkirin û mal tê xerakirin

riweka di vî wêneyîde ↙

Here lînkê



22.01.2016 21:58 | shorbevan

2. piştê wek kezîya keçan çêkirina tirşo , dihêlin ku ber tavê ziwa/zuha be , piştê zuha kirinê jî dibe amûrek bo keledoş a navdar.



02.04.2020 19:53 | brzn

3. li cem me jê re dibêjin tirşok gelek xweş e û ji ber ku tehma wê jî tirş e kurdên me yên serhedî gelek jê hez dikin. dema ez biçûk bûm ber bi meha gulanê dema tirşokê me berê xwe dida çiya û zozanên bilind. pelê tirşokê piçûk in û weke hemû gihayên biharê zû pîr dibin. û gihayek jî heye pelên wê mezin in bêhtir li nava gundan û cihê heywên lê diçêrin tê dîtin. jê dibêjin tirşokê gayê. ji ber ku min zehf ji tirşokê hez dikir dema tirşokê ku tirşok bi dest nediket min tirşokên ga xwarin û piştî demekê pê ketim demeke dirêj min nekarî tirşok bixwim.



02.04.2020 20:08 | roberz

4. (bnr: tirşok) jî dihên gotin.



02.04.2020 20:10 | brzn

5. Ma dimilkî vanî tirşing . Ez nê hêşînayî ra zaf hes kena. Bi varita payîz rey de tirşing mîyanê leman de binê puşê daranê şelbêr û mazêran de xwu merdiman newnena. Heta germê amnanî hêşîn manena. Seba ke tirşing tirş a mi bi sola werde werdinî.



03.04.2020 03:33 ~07:44 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşo

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî