1. Niha pirtûkên me yên kurdî gihaştine 758 pirtûkan. *) |
|
11.12.2016 08:12 |
darînê daryo
![]() |
2. Lê ger Evdila keskîn û lal laleş ji me re bişînin wê bigihîjin 2 hezarî |
|
11.12.2016 08:13 |
darînê daryo
![]() |
3. taybetmendiya pirtûkxanê ya pêşî li ber çavê mirov dikeve ew e ku pirtûkxane bi destpêşxeriyeke sivîl, takekesî û serbixwe a çend xortan hatiye damezirandin. jibo dabînkirina pêdawîstiyên wê di serî de ji hin camêran alîkarî girtine û wekî dî ji şaredariyê heta bi qeymeqamtiyê li deriyê her kesî xistine bo ku piştgiriya pirtûkxanê bê kirin. saziyên dawî ên binavkirî pî nedaye ber wan, lê herçiqas alîkariyek ji wir wernegirtibin jî karibûne xwe bigihînin çavkaniya herî girîng a ku |
|
10.02.2017 23:17 |
darînê daryo
![]() |
4. pirtûk |
|
10.02.2017 23:24 |
darînê daryo
![]() |
5. Çalakî |
|
10.02.2017 23:25 |
darînê daryo
![]() |
6. Ji bilî van çalakiyên ku êdî dixwazin formata wan biguherînin û ji qada helbest, çîrok û romanê derxin da dubarebûn çênebe, û hinekî bêtir giraniyê bidin bîranînan û pêşangehên hunerî, çalakiyeke dî jî kirine ku ew dimîne helwesteke ku misyonapirtûkxaneyê ji nû ve tarîf dike: Hinga ku ê salek di ser avakirina pirtûkxaneyê re derbas bibûya, di 22ê Nîsana 2016an de, ango di 118emîn salvegera rojnameya Kurdistan de, bi 17 xwendavanên xwe re şitlên daran ji şaredariyê werdigirin û li ciyê ku Şêx Evdirrehîmê birayê Şêx Seîd hatiye kuştin wan diçînin. Navê Mîqdad Mîthad Bedirxan, avakerê rojnameya Kurdistan, li vê daristanê dikin. |
|
10.02.2017 23:26 |
darînê daryo
![]() |
7. Pirtûkxaneyeke kurdewarî ya ku ji aliyê tirşikvanekî ve li bismila amedê hatibû vekirin e. Pirtûkxane gelek berhemên kurdî dihewand. Xwudiyê pirtûkxaneyê li lîseyê diket waneya me ya " türk dili ve edebiyatı" ( ziman û wêjeya tirkî). Lê di waneyê de ji wêjeya tirka bêhtir behsa wêjeya kurdî dikir. Ehmedê xanî, baba tahîr ûryan, feqiyê teyran , melayê bateyî.... |
|
14.12.2020 14:17 |
tîrêj zana 21
![]() |
8. Piştî avêtina qayûman ya li ser şaredariya, ji neçarî pirtûkxane hate girtin. Niha pirtûkxane tune ye. |
|
14.12.2020 14:20 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |