Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îslama bê hedîs - tirşik
îslama bê hedîs
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tevgereke îslamî yê biçûk e û di dîrokê de teze ye. ji wan re tê gotin quranîst, yanî tenê quranê wek çavkanîya îslamê qebûl dikin û hedîsan qebûl nakin. ev tevger xwe weke reformîst dibînin û dixwazin civaka îslamê ya diniyayê (bnr: ummet) reform bikin.

pirsa ku divê em tirşikvana bikin: ma îslama bê hedîs dibe? betalkirina hedîsan betalkirina dîroka îslamê ya 1200 salane, betalkirina fikir û baweria bi sedan milionan misilmana ye, betalkirina makezagonên dewletan e (îran, siûdî ...) û .....

û betalkirina hedîsan bi çawa dikare were qebûlkirin? quran bê hedîs dikare were şîrovekirin? quran bê hedîs dikare were fêmkirin? Ji bîr nekin, eger hedîs betal bibin, divê hemû hedîs betal bibin, ne tenê yên ku kêfa merov jê nê.

û eger hêdis betal bibin jî, gelo eger quran tenê bimîne, wê encamak bêtir hûmanîst û gorî mafê mirovan derkeve? yan ayetên quranê jî hene ku divên bên betalkirin, daku rê li ber terorîsma dînî bê girtin?

Werhasil, gelek pirsên din jî hene, sebra min tune ez binivîsim, ji xwe hûn misilman in û ev ewil pirsgirêka we ye. lê rica dikim hûn çare bikin, ji ber ku we misilmanan di dîrokê de nîya me êzîdiyan û em êdî dixwazin azad bijîn.



13.01.2016 11:29 | hola êzîda

2. (bnr: îslama rast ev e)



13.01.2016 20:55 | simurg56

3. xweneke xweşe ji bo reformîstan, lê dûrî rastiyê ye. wan fêm nekir ku eger hedîs rabin çi tê guhertin û kîjan nakokiyên nû derdikevin. mînakek, eger hedîs rabin, hemû konteksta dîrokî ya quranê tê rakirin. wê gavê kesek nikare bêje "te vê ayeta quranê fam nake ji ber ku tu dîroka li pişt wê nizane".

gelekî dûrî realitêyê ye ku rojeke "îslama bê hedîs" bi ser keve.



14.01.2016 11:41 | hola êzîda

4. di yek ayeta quranê de jî naye gotin ku hedîs qedexene. behsa "vê kitabê" dike ku gotina xwedê ye, hedîs quranê betal nakin û şûna wê nagre. hedîs tên bikaranîn ji bo zelalkirina quranê. eger ji ber nakokî an ne pêbawerî hedîs bê redkirin, ev tiştekî din e, lê nikare bê gotin ku quran hedîsan qedexe dike. ev xwexapandineke mezine.



14.01.2016 16:30 | hola êzîda

5. û ji bîr nekin ku şafîîtiya kurdan jî betal dibe eger hedîs betal bibin. û hinekî ser bifikirin ku ev yek ji bo we tê çi wateyê.



14.01.2016 16:33 | hola êzîda

6. îslama safîtir e û ya heqîqî ye.



14.01.2016 17:26 | gêjê

7. tekane îhtîmala hebûna îslamê ye.

ger îslama bêhedîs tune be, wê demê em dikarin bêjin ku îslam dînek xerabûyî, têkçûyî û wendabûyî ye. ji ber ku îhtîmalek din tune.

li gorî her mezheba îslamê, yên din xelet in. heta li gorî hinekan, divê yên din werin kuştin jî. hatine kuştin jî. sedema hebûna mezheban û nakokiyên misilmanan, şerên wan û terorîstbûna wan hemû hedîs in. belkî em bikarin bêjin ku hedîs, ilmê şeytên e.



tê gotin ku ger hedîs tune be wê îslam çawa were jiyîn. bersiv: te ji quranê çi fêhm kiribe.

di quranê de xwedê dibêje ku ola îslamê di quranê de hatiye temamkirin. bi tu awayî çavkaniyek din nayê nîşandan, heta hişyarî tê kirin ku ji xeynî quranê rêberek din tune be.



welhasil, li gorî mantiqê û li gorî çavkaniya yekemîn (quran), di îslamê de tu qîmeta hedîsan, şêxan, melayan û hwd. tune. îslam dînek afirandî be jî, dînê xwedê be jî rastiya îslamê ev e. û bi tu awayî nikare were înkarkirin. jixwe min hê neditiye tu misilmanek kariye bi awayek aqilane hedîsan biparêze. tenê ji bo ku serê xwe neêşînin, ji fikirînê direvin.

jixwe kurd û tirk jî di jiyana xwe de gelek caran di înkara mezheba xwe de ne. tenê nikarin vê yekê qebûl bikin û baweriya xwe revîze bikin an jî nizanin xwe bi çi ve girê bidin.



ji bir nekin, nivîsandina hedîsan di saxiya pêxember de qedexe bû. di serdema çar xelifeyan de jî qedexe bû. cara ewil 150 sal piştî mirina pêxember ev hedîs hatine nivîsandin. ev çi xweda ye ku qeydeyên xwe piştî 150 salan li ser riwayetan daye nivîsandin.



û mînakek: dema pêxember xutbeya dawîn xwendî, dibêjin li wir 10-100 hezar kes hebûn. li gel ku li wir ew qas mirov hebûn jî, niha misilmanan li ser xutbeyê %100 li hev nekirine. gelo ger bi hezaran kesan nekarîbin tiştekê rast fêhm bikin û di aqlê xwe de bihêlin, çawa dibe ku piştî 150 salan mirov ji gotinan mirovek ku ji mirovek ji bihîstiye ku wî ji ji yeke in wî jî ji yeke din wî jî ji yeke din.... bihîstiye bawer bike.

bifikirin; ataturkê tirkan ev hê 68 sal e, miriye. ger wê demê ti gotinên wî nehatibana nivîsandin û qeydkirin, piştî 82 sal din jî derbas bû, me wê çiqas ji riwayetên gotinên wî bawer bikira?





îslam rast be jî hedîs derew in. îslam dînê heq be jî hedîs derew in.



14.01.2016 20:43 ~20:45 | simurg56

8. mijareke şolî ye, îslama bê hedîs dibe yan na baş nizanim lê hew zanim ku îslama bi hedîs gelek qirêj e..



14.01.2016 21:54 | ferhenga şikestî

9. îslama bêhedîs cigara bê dû ye



14.01.2016 22:04 | bêîman

10. ha a bi hedîs ha a bê hedîs rakin serê herdûya lihevdû (bi)xin..



15.01.2016 00:43 | shorbevan

12. Xeyala misilmanên (?) laîk e.
Tê gotin "îslam bi hedîs(xeber) û mezheban perçe perçe bû" em ê difikirin wekî rast e. Em ji dipirsin "hûn çawa me ji perçebûnê xilas kin?" wan dibêjin "qur'an (xwedê) ji nava me hakem be" em jî dibên rast e. Heta niha problemek tune.

Em dibêjin gorî qur'an "destê dizan bila bê jêkirin" wan dibêjin "na ew tişt ne modern e" em dibêjin çi bû "hakem ne qur'an(xwedê) bû?"

Em dibêjin gorî qur'an cîhada bi şûr (şer) li ser misilmanan farz e.(bnr: sureya tewbe) (tewbe 111 yuqatîlûne fî sebîlîllah) Wan dibêjin "na ew tişt ne modern e" em dibêjin disa çi bû "hakem ne qur'an(xwedê) bû?"

Em dibêjin "gorî qur'an 'kesê ku kanuna xwedê naxwaze fasik e, kafir e' (maîde 44) " wan dibêjin "na em laîk in"

Hûn emrên qur'anê qebul nakin niha em çilo li hev bên? Li ser we meselen ayet hene hûn qebul nakin, hê tiştên ku hikme wan bi ayetên aşkere danîne hûn li hev nayên, lê dibêjin "îslam bi hedîs û mezheban perçe perçe bû".



23.06.2017 11:17 ~21:10 | cûndûllah el-kurdî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» îslama muhemmedî
» bêderên kevn bi ba neke
» hedîs

Kategoriyên mijarê:: dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî