1. 8. fîlma quentin tarantino ye. dibêjin gelek xweşik e. lê mixabin ne dikarim herim sînemayê, ne jî li ser înternetê peyda dibe. |
|
09.01.2016 20:41 ~20:42 |
simurg56
![]() |
2. filma quentin tarantino ya bi qasê reklam û şiroveyên xwe ne xweş e. filmeke hema bêje ji rêzê ya western ango rojavaya hov e. zêde dirêj e lihin deran ez aciz bum. weke hemu filmên western mirov kuştin pir rehet û ji rêzê ye. senaryo hinekî bi kitekit hatiye fikirîn û baş e lê dibe ji ber ku ez zêde ji western hez nakim, li min zêde xweş nehatibe. min 77 puan dayê li beşa filmande. weke li jor jî hatî gotin torrent peyda dibe û ne zêde bêqalîte ye jî. |
|
24.01.2016 22:43 |
azadixwaz
![]() |
3. -Spoiler- |
|
02.02.2016 18:53 |
havka
![]() |
4. Ji beriya du hefteyan min ev fîlma heştem a Quentin Tarantino li sinemayê temaşe kir. Weke her car têr xwîn, têr henek, têr soundtrackên xweşik bû. Lê dîsa jî hima wê bêhne meriv tehmê jê seh dike bandora wê weke em bêjin fîlmên hunerî û kûrwate ne dirêj e. Hebe jî dibe ku min serê xwe pê neêşandî be nizanim. |
|
03.02.2016 02:34 |
nejwan
![]() |
5. filmeke ku çi ferq di navbera wê û reservoir dogs de heye nizanim. filmeke fizûlî ye. |
|
20.02.2016 11:57 |
nazim tolhildan
![]() |
6. navê fîlma quentin tarantino a dawîn e. çi ferq di nabera vê fîlmê û reservoir dogs de heye nizanim. yên temaşe nekirine, ji kerema xwe re wextê xwe xerç nakin û temaşe nekin. |
|
31.03.2016 15:02 |
nazim tolhildan
![]() |
7. Fîlmê ku ji bo wî şevadin heta dereng neraketime ye. Listikvanên hilbijartî pir serkeftî bûn, jixwe ew ên pîr pir baş bûn. Jinik jî wisa. Lê ji dîtina mirinê, xwînê û mejî min got bes. Stranên ku derbas dibûn hêja bûn û bawerim di oscarê de jî ji muzika xwe xelatek girt. Dîmenên geleki xweş hebûn * |
|
28.04.2016 23:58 |
gulêê
![]() |
8. filma ji aliyê gelek tirşikvanan ve hatî temaşe kirin lê tenê kesekê tenê puan dayiyê di beşa filmande. (ew kî ye gelo* ) |
|
29.04.2016 18:52 |
azadixwaz
![]() |
9. fîlma ku min niha xilas kirî ye. Senaryoya fîlmê xweşa min çû lê helbet di vê meha remezanê de dîtina ewqas xwîn dilê min hinek li hev xist. Bê wê jî bi baweriya min tenê malek wek mekanbûyîn hêlek din a serkeftinê ye. |
|
17.06.2016 19:12 |
xewnname
![]() |
10. fîlm ji gelek milan ve dişibe fîlma 12 angry man ya sidney lumet.. navê fîlmê, heta dawiya fîlmê bikaranîna mekanekî tenê, bi diyalogan teşhîrkirina karakterên fîlmê filan.. |
|
18.06.2016 00:28 |
endazer
![]() |
11. dawîya fîlmê zêde li xweşê min neçû. û di dawîyê de min dît ku Oswaldo Mobray ( tim roth ) dike ku ji cihê xwe rabê. du cara gule berdanê lê xuya dike ku nemiriye. (ev qeşmer di reservoir dog de jî zû ne di mir.) lê xalê me samuel l. jackson û ew ê teredîn (çi bû navê nayê wî bîra min) pê nehesan. ez li benda wî mam lê fîlm xilas. demek kî tarantino abê fînal ji me re hiştiye. |
|
22.10.2016 18:16 ~18:17 |
xwelî li ser
![]() |
12. mirovê ku digot ez bijêrvanê nû me wilo pir xweş abraham lincoln digot min fîlm paş dida û carekî dî temaşe dikir. |
|
23.10.2016 02:57 ~03:10 |
rûbar
![]() |
![]() |
xewa navrojê [2] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [2] |