1. navê bikarhinêrek instagramê ye. |
|
06.01.2016 10:57 |
brusk56
![]() |
2. Min pêla hanê hemû ji vîdyoyên wî sêr kir ku dît rast e meriv bi kurdî jî dikare bikene. |
|
06.02.2016 14:04 ~14:08 |
mîr
![]() |
3. Xwediyê kurmanciyek pir xweş e. Tenê ji ber vê dikare were temaşe kirin. |
|
06.02.2016 15:37 |
brusk56
![]() |
4. bi rastî jî vîdyoyên li gorî konsepta vine'ê dikişîne. serkeftî ye. ji ber hinek vîdyoyên wî zikopişto bûm. |
|
07.02.2016 11:29 |
simurg56
![]() |
5. Bi vê vayna xwe Here lînkê ez ji kena kuştim. Û gelek bîranînên min ên zarokatiyê bi bîra min xistin. |
|
25.07.2016 14:32 |
endazer
![]() |
6. ev vine jî dikenîne... kurro tirşik ,tirşik. |
|
25.07.2016 15:19 |
mijdar
![]() |
7. vine'van û şanogerê kurd ku vîdeoyên kurdî amade dike.ji aliyê mîzaha xwe serketî ye û xwediyê tespîtên baş in.lê ev zilam çima nizane bi kurdî binivîse min fêhm nekiriye. |
|
25.07.2016 18:49 |
bayesar
![]() |
8. Eger tistekî neyê serê min, qet komîk nîn e... |
|
26.07.2016 15:58 |
ferhenga şikestî
![]() |
9. ne ji ber ku tunebûna fenomenên kurd yên komîk, bi rastî jî têra xwe komîk e. vîdyoyên beredayî jî hene lê di hinek vîdyoyên wî de tespîtên gelek xweşik hene. |
|
26.07.2016 21:15 ~21:17 |
simurg56
![]() |
10. Bi saya van vîdeoyên kurt gelek navdar bû, zêdetirî 170 hezar şopînêrên wî hene, ji vî karî nan dixwe, ihtimaleke mezin demeke şûnde reklaman bigire û gelek pere jî qezenç Bike* welhasil tevî van hemî motivasyonan dîsa jî fêrî nivîsandina kurdî nebûye xwelî li serî be. Digel ku motivasyona tirşikê jê gelekî kêmtir e jî Di tirşikê de gelek nivîskarên ku kurdiya wan di asta perwin buldanê de bûn, aniha bûne ordiyaryûsa/ê zimanê kurdî. |
|
26.07.2016 22:10 ~22:12 |
ferhenga şikestî
![]() |
11. mijara qet bala min nakişîne. |
|
26.07.2016 23:29 |
azadixwaz
![]() |
12. hevalê min ê malê jî ketî û miriyê vî fenomenî ye, her roj destê wÎ de telefon wekê derwêşeke bicizbêketî li dora min diçe û tê û bi vaynên vî camêrî dikene. gelek vaynên wî an zêde amator in an jî teqlîd in, ji ber wê kenê min pê nayê, lê ew vayna wî ya min di peyama xwe ya din de lÎnka wê daye, gelekî ez kenandim û kêfa min anî. erê kenê min bi gelek vaynên wÎ nayê, lê ji ber ku vaynên wÎ bi kurmancî ne, ji ber ku di hin vaynên xwe de cih dide rastî û diyardeyên civaka kurdî -wek pêşgîra mêvana, telika mêvana, balîfê mêvana, şekirê mêvana - ez li cem hevalê xwe vaynên wî reş nakim, heta gelek caran , çi qasî kenê min neyê jî, devê xwe beş dikim. * |
|
28.07.2016 17:44 |
endazer
![]() |
13. îro du vîdyoyên bi sernavê serpêhatiyên mehmûd parve kirine. gelek komîk bû. ji xwe re gencîneyek xweş dîtiye, ez dibêm wê gelek vîdyoyên xweş derxe ji vî mijarî. vîdyoyê veke binnivîsên bi tirkî ne tu kar e di vê navberê de. |
|
29.11.2019 23:48 |
simurg56
![]() |
14. Ciwanekî ji bo parastina çand û zimanê kurdî dixebite.Karekî grîng dike.Di nav ciwanan de hişyarî diafirîne(heya astekî).Ez lê pîroz dikim lê vî demên dawî bi taybetî projeya Mala Minê de hebûna wî mirov aciz dike.Bi kesên wek mîna Ozlem Taş ve xebitîna wî xelet e.Dîsa jî em pişta wî ne ! Spas Deno |
|
30.11.2019 00:26 |
mêrxasê serhedê
![]() |
15. xwedî deh navan e: deno, deno72, 72deno, denozer, denozer72, deniz ozer û hwd. gelek bi heyecan bû. dema ciean haco pesna wî da, ji kelecana xwe, got "ez pê xemgîn bûm". tabî bêguman mesele hat konsera ciwan haco ya li batmanê jî. ez bawer im êdî di hemû hevpeyvînên di gel ciwan haco de, behsa wê tê kirin. lê heqê deno heye, camêr jixwe batmanî ye û konser li ber derîyê mala wan çêbûye. |
|
03.05.2020 19:28 |
simurg56
![]() |
16. fenomeneke kurd.heyranê ciwan heco. |
|
03.05.2020 19:40 |
jehr
![]() |
![]() |
xewa navrojê [2] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [1] |
![]() |
xewa navrojê [2] |