1. dengbêjekî herêma botanê ye. ji silopiya rengîn e. li herêmê ji aliyê herkesî tê naskirin û tê hezkirin. bu wê gewriya xwe botanî kilamên xweş dihûne. |
|
28.12.2015 12:04 |
xendekî
|
2. salihê şirnexî - yeman: salihê şirnexî - hoy hoy memo: vîdyoyê veke salihê şirnexî - delîl yadê: vîdyoyê veke salihê şirnexî - lawikê metînî: vîdyoyê veke |
|
28.12.2015 12:20 ~2016.10.23 13:17 |
xendekî
|
3. dengbêjê min û bavê min e, min digo qey min mijar li ser vekiriye lê eve dibînim xendekÎ pêşî ji min standiye. navê wî yê rastî salihê emerê cangîr e. |
|
02.11.2016 23:44 |
endazer
|
4. Dengbêj Salihê Şirnexî, an jî Salih Erener an jî wekî ku di heremê de wekî Salihê Emerê Cangir jî tê nasîn. Çîroka her du stranan jî hene. Ger hûn guhdarîya strana "Memo" bikin li wir Salihê Şirnexî dibêje. Ez ê kurt behsa Bîşengê bikim: Sala 1992an Bîşeng Anik li Lîseya Şirnexê xwendekar e. 92yan de li Şirnexê wekî gelek bajar, navçe û gundên Kurdistanê şer û pêvçûn pêk tê. Li gorî dewletê PKK wê biavêje ser bajêr û îstixbareteke bi vî awayî dikeve destê wan de. Lê ev yek derew e, mebest ew e ku welatperwerî û sempatîya Şirnexîyan ya ku roj bi roj li gel hereketa sîyasî ya kurdan bilind dibe ji holê rake an jî gelê Botanê bi şîddet û çekî "terbîye" bike. Di 16 salîya xwe de dema şerê 92an de Bîşeng ji alîyê dewletê ve tê binçavkirin, di Emnîyeta bajêr de îşkence lî tê kirin û encama van îşkenceyan de Bîşeng tê qetlkirin. Dengbêj Salihê Şirnexî jî wekî hemû Şirnexîyan hay ji qetlkirina Bîşengê heye û li ser kuştina Bişengê kilama xwe distrîne, dilê mirovê dişewitîne, diêşîne. Ger Salihê Şirnexî ev kilam li ser Bîşengê nestrandîba îhtîmaleke mezin îro haya me dê ji vê bûyerê tûnebûya. Çi dibêjî di kilama xwe de? "Erê Bîşenga min ê naxwe îro dijminan çima li min we kir Van zaliman da'wa dozekê li me vekir Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir Ax we mala me bi destên xwe xira kir Erê Bîşenga min ê, min ê digot lê te ji bîr nakim Xudê ez ê rabim navê te li tarîxê, dinyayê kar kim Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan Belê çawa mala me bi destên xwe xira kir Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga min ê tu ciwan î Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortan î Ax van zaliman tişt halê me nizanî Erê Bîşenga min ê ez ê li Şirnexa şewitî ketim wê li hemberê Xudê yeqîn dikim gawir e lê wîjdan li ser e Xudê wekîl ez ê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi keder e Ax de rab, de rab Bîşenga min ê tu ciwan î Ax tu ezîza li ber dilê van lawan î" |
|
11.01.2020 07:50 |
lehî baranyan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |