Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 18 peyam
    pîroz - tirşik
    pîroz
    (26) (1) (12)
    di mijarê de bigere

    1. Di devoka qaşanên ku li derdora mereşê bi bişkok, bijkojê re tê gotin..hin deran pîrzonik jî tê gotin ku denga p'yê hinek hişk e..gotina bişkoj jî heye lê gotina pîrozê wekî cureyên bijkojên îşlikan biçûk re tê gotin..



    2015.12.23-19:46 ~19:47]| havka

    2. kesê an tiştê qedirgiran, bimbarek, qedîm, miqedes



    2015.12.23-20:03 | shorbevan

    3. resena vê peyvê ji zimanê avesta ya peyva ''paiti-raok'' tê. yanî tiştê pêronî ye. yanî pîroz= pîruz=pêroj e



    2018.01.27-02:15 | umed

    4. peyveka din a ku bi saya medyaya civakî li nav kurdên xwenezan jî belav bûye. bi rastî tiştekî xweş e ku kurdên ne kurdewar jî êdî dibêjin newroz pîroz be û eydî pîroz be (cejn hîn qasî wê belav nebûye :D). herwekî peyvên kerem kirin û mamoste jî. êdî heya bavê min jî dema mişterî tê dibêje keremke, tevî ku di devoka me de divê kerem bik be.

    herwiha tirşikvaneka mêrdînî ye. jixwe dema cara pêşî min nivîsên wê xwandin ji devoka wê ez tê gehiştim mêrdînî ye. ji me gazin kiriye ku kes xêrhatina wê nekiriye. ya rast ji bo hêvotina (teşwîqkirina) tirşikvanên nû ev kiryar tiştekî baş e. dema ez jî nû hatibûm tîrêj zana û yûsivî xêrhatina min kiribû û ez jî şa bûbûm. tu jî bi xêr hatî tirşikê. bihêvî me tu bi dewamî li vir binivîsî. tu ê hevaltiyên çak jî bi dest bixî û kurmanciya te jî ê gelek pêş bikeve. û pêşniyazeka min ji bo te ev e ku bi vî awayî nenivîse (ew ê biki, ew ê biçi) lê wek ew ê bike, biçe binivîse. ez jî alîgirê devokparêziyê me lê devokparêziyeka bi rêzimana dirust. bi xêr hatî dîsa *



    2021.04.17-10:31 | keyomerd

    5. Tirşikvanê ku ew jî kategoriya yên ku goştê wî/wê xelkê ra tehl de ye. Ji mêrdîna rengîn e, bixêr hatiye, sersera hatiye . Ew yek dê rêjeya me jina li tirşikê zêde bike jixwe tirşik ji mêran aciz bûye.
    Hevalek hêja ye, hêviya min ji xwedê în şa Allah her tim serkeftî be. Me kurdan ji wê divê milyonek wa hebe da em bigihêjin armancê xwe.

    (bnr: serkeftin li gel jina ye)
    (bnr: rêjeya jina li tirşikê)
    (bnr: hewl dana gihiştina sed peyama)



    2021.04.17-15:20 ~2021.07.17 08:21]| navîgiranmezelîwêran

    6. Spas dikim. Nav xêrê de bin. Xwedê biki ko ezê gelek fêde ji vir bigirim û qasî ko min ji vir girt li vir jî zêde bikim.


    Wekî din piçekî ecêbmayî mame ji ber ko di peyama jor li ser min " yekî xwîn tahl" hatîye gotin:((



    2021.04.22-01:17 | pîroz

    7. Nivîskarê ku dibe li peyamê taybet binêre (:



    2021.04.22-22:32 | navîgiranmezelîwêran

    8. bi xêr hatî ye .
    nivîsên wê balkêş e .
    gelo ji ku derê mêrdînê ye di meraqa min de ma.



    2021.05.16-21:25 | shwinsherm

    9. Xwedê xêrê bide we, omerîme ji Mehsertê me.



    2021.05.16-21:30 | pîroz

    10. nivîskarekî xwînşirîn û netewpervere. wek bernava wê xeyalekî wê yî pîroz heye û bawerim ku yê bigihîje xwestina xwe. (bnr: xwedê te jî râzî be) (bnr: xwedê te bihêle)



    2021.07.16-20:35 | doesntmatter

    11. berê li cem me kurda roj mînan xwedê bû .

    gelo pîroz ji "pê roj" -di riya xwedêd-(tanri izinde)
    an ji pî roj -mohra xwedê- (tanrisal) ê tê



    2021.07.17-00:38 | shwinsherm

    12. Li Tirşikê ez bi nasîna hinek kesan gelek aciz û poşman bûm, Xwedê wê bihêle ew tu car ji bo min nebû poşmaniyek. Gelek kêfa min jê re tê nexasim dema qala serpêhatiyên zarokatiya xwe dike( li tirşikê) kenek li ser rûyê min peyda dibe * ewqasî diyar e zarokek gelek şêrîn bûye :d



    2021.07.17-08:30 ~08:30]| navîgiranmezelîwêran

    13. çaxa ku rastî nivîsên wê têm, kêfa min jî tê cî. bi şêweya herêma xwe dinivîse loma siviktir û xweştir e xwendina peyamên wê. meraq dikim qet xwe daye ber nivîsîna çîrokan gelo?



    2021.08.25-02:03 | ezcan

    15. (bnr: ger ez xort bûma min ê te ji xwe ra bixwesta)

    Ji vê hat girtin :

    (bnr: gerezbabuma minêporêtebialasta)



    2021.09.01-22:33 ~22:32]| navîgiranmezelîwêran

    16. Tirşikvana ku min hê nuh nas kiriye û maşalê derfet çêbibe dixwazim em rû bi rû jî hev du bibînin. Axaftina wê zahf resen û delal e hingî bi coş diaxive mirov matmayî dimîne *



    2021.09.02-00:06 | biaqila malê

    17. kêfa min jê re gelek têtin. miroveke jidil, dilrehm û dilpak e. hêvî me jiyaneke bi dilê xwe bijî û li tirşikê jî daîm bibe.*



    2021.09.02-00:25 | xelîl

    18. pîroz/136370 nivîskara ku şevê din min û biaqila malê hevdû dîtiye. Pêşî ew hevdû dîtin 45341 saetan. Paşî ez çûm cem wan. Xwîna me tevizî li ser hev. keçikek jidil bû. Dema ku dida ser hev û xeber dida min di go qey metka min e xeber dide. * kurdiyek wek jinên berê li ser zimanê wê bû maşale. Keçikek jêhatî ye. Hevdîtina min û yûsiv hate bîra min. Yûsiv jî wek pîrozê li gor temenê xwe zahf pêşketî bû. Wek keç û xortên tirkan ne wilo fahş in. Giran in, Efendî ne, bikêrî xwe tên maşela maşela. Xwedê tovê keç û xortên wilo zêde bike.



    2021.09.08-08:43 ~08:45]| xwelî li ser

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    denemîşkirin [1]
    Peyveke tirkmancî a ku kuştina wê hêsan e. min ev peyva, çend...
    îtîrafên tirşikvanan [5]
    Dema dibînim kurdên me yên welatparêz pişt didin yekitiya gelê Aryan...
    troll [4]
    nava kesêa ku ji hêrs kirin an şaş kirina mirovan hez dike ye. le kesê...
    gotinên stranên kurdî yên herî xweş [1]
    stranên kurdî yên nû de pir zêde gotinên klîşe hene. lê kêm be jî goti...
    ahmet güneştekin [2]
    pornografê êş û jana kurdan....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pîroz

    Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî