Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bob dylan - tirşik
bob dylan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hunermendên Amerîkî ye lê hemû dinyayê bi mûzîka xwe deng veda ye.

72 salî ye û herî dawî albumek bi navê tempest derxistiye ku ji aliyên gelek otorîteyên mûzîkê ve di nav albûmên wî yên herî baş de hatiye pejirandin.

di devê wî de mizika û destên wî de gîtar derketiye û dinya hejandiye. weke ku em dibêjin ozan tê pejirandin. gelek helbestên wî di pirtûkan de hatine weşandin.

dapîra wî ji rumên trabzonê koç kiriye.



yek ji min re bêje bes e. me fêmkir tu gelek tiştên wî zane*



09.08.2013 15:03 | reşkêşevê

2. kilama wî ya bi navê "one more cup of coffe" bi rastî jî pirr xwes e...



09.08.2013 22:41 | felek

3. Bob Dylan, di 24’ê Gulanê ya di sala 1941’ê de, li bajarê Buluth ê ku girêdayî eyaleta Minnesotaya Amerîkayê çêbûye. Navê wî yê nasnameyî: Robert Allen Zimmerman e. Di bajarê Hibbibg de mezin bû. Bapîr û dapîra wî ji Trabzonê (Dewleta Osmanî) koçkirine Odessayê (Împaratoriya Rûsya) û paşê di sala 1905’an de koç kirine Amerîkayê. di Bîranînên xwe yên bi navê: chronicles: volume one de behsa hatina silaleya dapîra xwe dike ku ew ji konstantînopolîsê hatine.

Dema ku ji zanîngehê tê avêtin hêj ciwanekî 18 salî bû. Herhal heznekirina wî ya ji zanîngehan bi gotina wî ya: “zanîngeh ev e: cihê ku bi nîspeta hizûrxanê bêhtir kes dimrin” tê fêm kirin. Lê hêj 20 salî (li hevbûna ruhaniyeta wî) porên wî yên gijomijo û qirêj, cilên wî yên qerpalmerpal bi gîtara ser milê wî li new york’ê bû. Di nav “Beatnic”an de bû. Li gor wî New York cihekî ku “hêj gelek insan (mirov) naçin, ê ku biçin jî venagerin” bû. Û çûyîna New York’ê, wekî “çûyîna Heyvê” ye.

Wexta albûma wî ya bi navê “the freewheelin’ Bob DYLAN” (di sala 1963yan de) derket piyasê, Dylan derketiye li ser riya herî baş. Li ser bergê albûma wî wêneyek heye ku bi hezkiriya xwe re di kuçeyên New York’ê de hatiye kişandin. Strana “blowin in the wind’’ ketiye ser zimnanê herkesî. Dylan, her carê behsa tiştekî cuda dikir; behsa pirsnîşan û tiştên ku em di bersivdayina wan de îza dikişinin, dikir. Birastî behsa hemû tiştê dikir. Behsa ehmeqiya şer û cengê, behsa xwedê, bêedaletiyê, seksê, eşqê, hezkirinê, mirinê hwd. kiriye. Her carê ji kesên cûda bertek kişandiye. Hin tişt digotin; lê carek din eynî tişt dubare nedikir. Tenê gora dilê xwe dijiya. Herhal ji wî pêştir tu kes nizanî çiqas Gîtar û Armonîkaya xwe hez dike; jixwe ber vê yekê muzîka folk hilbijartibû.

Li gor gotina joan baez “tiştên ku ewî didît, bitenê ji bo wî tiştek îfade dikir”. Ne ew kesê ku ji bo divêtiyên kesên din serê xwe biêşînê. Bêguman ji vê tiştê re “egoîzm” jî tê gotin; lê ev mînaka hezkirina xwe, bijîna tenê bo xwe ye. Li gor Joan BAEZ, çavên wî qey hemû rastiyan dîtibû ku ewqas gehîştî bû. Û ew bi xwe wek pelekî zivistanê lawaz bû.

Di 1965’an de li tûrneya Îngilîstanê ew û bohemên elît bi hevre li Otela Savoy mane. Û mariane faithfull ku ji bo nêzîkê wî bibe diçe li otele û li quncika odê rûdine. Li ser daktîloya Dylan kaxizek stûr a tiwaletê heye. Li ser kaxiza stûr a tiwaletê de bi nivîskî qala pîva risteyê kiriye. Faithfull difikirê ku bala Dylan nakişîne ku wê demê Dylan berdewamê nivîsandina hin tiştan dike. Dema Fithfull dipirse “tu çi dinîvîsî?” ji bersivê re şaş dimîne. Dylan di derheqê wê de helbestekî dinîvîse. Li ser pêşniyara Dylan, şevekî di odeya otelê de guhdariya albûma Dylan ya nû dikin. Li gor Faithfull, bedelekî taybet a guhdarkirina stranên Bob Dylan heye, wê şevê bûye kesekî bihîs û ji wî re cilwe dikir.

Lê Faithfull ducan e û hefteyek din wê bizewice. Faithfull wê şevê bi gotina xwe ya rast ve pişman bû. Sebeba vê ne bihevrebûyîn e! Tiştên ku Dylan ji bo wê li ser kaxizên tiwaletê nivîsandibû tu caran fêr nabe. Ji ber vê xwe pirr diêşîne. Herhal xatûna ku Bob Dylan herî zehf acizkirî Faithfull e.

Heta ku di 1973’yan de albûma wî ya bi navê “pat garrett and billy the kid” derketî qasekî bêdeng mabû. Wê salê bi berhema xwe ya bi navê “knockin’ on heaven’s door” ve carek din xwe dide nîşan. Strana “one more cup of coffee”, ku di albûma “desire” de, piştî sê sal dî tê û ev stran wê bibe klasîkek din.

Dylan di nav helbestkarên sedsalê de jî tê pejirandin. Bûye namzetê xelata wêjeyê ya nobelê jî. Tenê bi nivîsê jî qîm nekiriye. Tevlî hûnera wênesazîyê jî bûye.

strana wî ya herî navdar blowin' in the wind e



27.10.2013 06:03 | zero

4. (bnr: like a rolling stone)



30.04.2014 15:56 | xwelî li ser

5. hunermendên stranên wî yên mr. tambourine man, one more cup of coffee, like a rolling stone dizanim û hez dikim. berevajî gotinên li jor, bi ya min dengê wî jî xweş e. hinek mirov dibêjin qey dengê mirov çiqas bilind be, bikare xwaromaro bibe ewqas xweş e. lê na, bi ya min ya girîng hest e û dengê bob dylan jî xweş e, ya tom waits jî xweş e.



30.04.2014 21:53 | simurg56

6. mûzîkvanekî efsaneye, lê weke mûzikvaniya xwe bi gotinên xwe yên mûzîkan û helbestên xwe ve jî navdar e. xuyaye ku ev rastî ji aliyê komîteya nobelê ve jî hatiye ferq kirin ku îsal xelata wêjeyê ya nobelê dane wî.



14.10.2016 11:18 | nazim tolhildan

7. tirk ji nihade lê asêbûn * di hz. nuh da digihîjin hev *
Here lînkê

xelata wî lê pîroz be..
berê komek hebû stranên tirkî (Yıldız tilbe, davut guloglu..) ji tirkî divegerandin kurdî, nizam saxin an.. ger saxbin xêra dê û bavê xwe hima stranên vî camêrî jî vergerandina hê bimiriyana, ewê qenciyek qenc bi guhê me bikirina.. na na henek deng neçe wan hişşş! *




14.10.2016 16:15 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bob's your uncle

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî