Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
karl marx - tirşik
karl marx
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Karl Heinrich Marx (z. 5'ê gulanê 1818'a li Trier − m. 14'ê adarê 1883'a li London ê) fîlozof, rojnamevanê siyasî û rexnegirê civaka sivîl û aboriya netewî ya klasîk bû,bavikê Bîrdoziya Marksîzmê. Wî hewl dida, Kapîtalîzmê bi awayê zanistî lêbikolê û rexne bike. Karl Marx weke zanyarekî bibandor ê Sosyalîzmê û Komûnîzmê tê hesibandin. Ramanên wî heta roja îro bi awayekî kontrovers tên gutûbêj kirin.

Ew li bajarê Trier a Almanyayê ji dayik bûye. Karl Marx xwediyê gelek berhemên giranbûhaye, berhema wî ya herî bi navûdeng «Kapîtal» a ji 3 cîltan pêktê ye. Her wiha, Firmesun û polîtîk, Malbata pîroz, Manîfestoya Komûnîstî, li Fransayê şerê navxweyî, teoriyên nirxên zêde, hin ji berhemên wî yên serekene.

Karl marks di sadsala 19 de di yê ku felsefe, politik, aborî, Şaraşgarî û Komûnîzm ava kiriya. Li ser gelek mijar û lebatan hizirên wî hene. Lê ên zêde di despêka Manîfestoya Komunîstî bi wê hevoka xwe ya ku têne ser ziman û dibêje, " ta naha dîroka civakan, diroka şerê çiniyên bi hev re ya", tê naskirin. Marks, weke her pergalan di hundurê kapitalizmê de ji fêlitên ku wî bi xuruxunê di nav xwe de wê afirêne, jê wê bawer kir. Li gor wî, çawa ku kapitalizm, cihê faodalizme kevnbûyî girtiya, wê Komunîzm bi Şoraşgariya proleterya e dîktarorî ya wê, wê cihê wê bigirê. Marks, hinek di çavkaniya civaknasî-rêzanî de bi zore li dîrokê dimeyîzend. Li gor rewş û hebûna kapitalizmê, wê Komînîzm wê cihê wê bigirê. " pêsawaziya hemdem ku pêş ket, Bûrzîwazî ji, ya ku xwe di spêriyê de û bidest dixe û çêdike, wê jê bikişêne û hildê. Bi vê yekê, Bûrzîwazî, bixwe, tirbkolanê xwe bi xwe ya. xwe dana ardê û zeferê proleterya di heman demê de nejêbazdanaka"(Ji Manîfestoya Komînîst.

Marks, bawer dikir ku ev guharandin wê bi tekoşîneke şoraşgarî wê bibe. Ancaq ji, bi hev girtina bi çine karkar ya navnetewî wê bibe. "li gor me, KOmînîzim, ne rewşeke ku mirov karê çêke û ne ji li gor wê raskirina wê bê kirin xiyeleke. Em, ji wê rewşê ku wê ji vê rewşê iro re ya ku wê dawiyê jê re bêne dibêjin. Pêşengên wê gavê ji nahahebûna xweza yana"(Îdeolojiya Alman. Marks, di deme ku jîn dibû de ku ne nasdar ji bana, pişt wî bi demekê re hizrên di giştiyê Cihanê de pêşengtiya tekoşîn û gavên çinên karkaran kir. bolşevîkên marksîst li rusya yê Şoraşa Çirî kir. Di sadsala 20an de mirov karê bêje ku li her welatî hizre marks aligir gîtin. Marksîzim di dordorên Aqadamîk û yên Rêzanî(polîtîk) mijara ku herî mazin ya ku dihata nîqaşkirin bû.



serçav: wîkîpediya; http://ku.wikipedia.org/wiki/Karl_Marx



08.08.2013 23:24 | qêl qêle

2. mêre! Dîrokzane!



09.08.2013 16:06 | ferr

3. xwediyê birdozîyekê navdar ku aliyekê dinyayê xira dike aliyekê ava dike..



09.08.2013 18:13 | kelha bayê

4. hinek navê wî wekê Karl marks dinivîsin ev xelet e bawerim ji ber ku ''x'' pêvdenga zimanê elmaniye...jixwwe ên kral dinvîsim nabêjim

... Marx wan bibîne ê pê piyên xwe wan bikene....



09.08.2013 18:35 | kelha bayê

5. karl marx sedsala 19 an feylezofekÎ jiyaye, aborÎnaskekÊ polÎtik Û şoreşger e

xÊndÎ wÊ teorÎsyenÊ damezirÎner Ê komunÎzm.



09.08.2013 19:29 | zerdeşt

6. di dema wî de peyva herî navdar "li ewropa xeyaletek digere"...



09.08.2013 22:51 | felek

7. xwediyê pirtûka dasqapîtal ( pirtûk 3 bergê)



09.08.2013 23:28 | newenda

8. mirovkî hegel ji bo wî wiha gotîye ye: "di vê dinyê de kêsî ji min fêhm nekir, yekî ji min fêhm, lê ewî jî şaş fêhm kir".



24.01.2014 14:10 | nazim tolhildan

9. feylezofê ALMAN.ser TEORÎYA "MATERYAlÎZM''Ê xebitîyE.nivîskarê "manîfestoya komînîst"ê ye.



24.01.2014 15:14 | xewnkar

10. yek ji damezrînerê bîrdoza komunîzmê ye.. ew û hegel hevalê hev in dema ku marks das capîtalê dinivîse temenê wî têrê nake û digihîje dilovaniya xwedê*) das capîtal jixwe ji sê cîldan pêk tê cîlda yekem ji aliyê marks hatiye nivîsin lê herdu cîldên din ji aliyê hegelî ve hatiye nivîsîn an jî em bêjin hatiye temamkirin.. di tirkiye û kurdistanê de komunîstên me yên hêja û teral jixwe qet nexwendine di derbarê das capîtalê de gava ku şîroveyên xwe dikin an jî em bêjin gava ku toeriyên xwe rêz dikin bi pirranî bi devê kesê seyem û bi awayekî bi peyvên jiberkirî diaxifin herçî ne sucê wan e vê rewşa hanê jî ji ber rûxandinê kemalîzmê pêk hatiye ango bi gotina fikret başkaya mîstîfîkasyonekê mezin pêk hatiye lewma jî ne tenê şoreşger û çepgirên tirk her weha mihafazakar, rastgir, umetxwaz hemû bi nêrin û ramanên xwe ve ji bin bandora kemalîzmê rizgar nebûne mixabin jî kurdên me jî piçikek jî be di bin tesîrê de mane.. neyse karl marks bixwe teoriyek ava kiriye lê tu car di pratîkê de weka ku di teoriyê de xweş be xwe pratîze nekir ji ber ku dûrî xwezayê mirovan bûn her ku çû piçikek din rûxiya qaşo lenîn ramanên wî pratizê kir lê encam qe baş derneket li du wî stalîn hat di civîna komîtern ya sêyem de çend esasên enternasyonalîzmê ji ber berjewendiyên sovyetê guherand û dest avêt enternasyonala çarem di eniya rojhilatê de tirs û hov bû rastiya jiyanê kes êdî ji birayên xwe jî ewle û bawer nedibûn ji ber teoriyên komplo û taswiyeyê... gotinekê feylesofa tirkekî ya cemîl merîç heye ez ne şaş bim di kitabeke de digotin 'min das capîtalê girt destê xwe lê tenê min cîlda yekem xwend a rast min pirr tişt fêm nekir jixwe marksîstên me jî fêm nekirine' ango bi kurt û kurmancî kes wî fêm nekir lê ji ber fêmnekirinê bi milyonan însên hatin kuştin..



24.01.2014 15:35 | ferhenga şikestî

11. (bnr: marxîzm)



12.07.2015 13:19 | xendekî

12. feylesofekîye, nivîskarekîye û îdolekîye.



12.07.2015 14:44 | shorbevan

13. Karl Heinrich Marx di 5ê Gulana 1818an de li Trier a yek ji bajarên Almanyayê hatiye dinê. Fîlozof, civaknas, aborînasê polîtîk, dîroknas û sazûmankarê sosyalîzma zanistî ye. Di ciwanîya xwe de Hegelîyên Ciwan nas kir û peywendî bi felsefeyê re danî. Li zanîngehên Bonn û Berlîn perwerdeya hiqûqê stand. Ji fîlozofên wek Spînoza, Hegel, Feuerbach feyz wergirtiye û bandor li gelek fîlozof, siyasetmedar û şoreşgerên sedsala 20emîn kiriye û hîna ramanên wî tên nîqaşkirin. Karl Marx di sala 1843an de bi dergistiya xwe a bi navê Jenny re zewicî û ji vê zewacê 7 zarokên wan çêbûn , lê ji ber şert û mercên Marx di nav wan de tenê sê zarok gihîştin emrekî dirêj. Karl Marx di 1843an de dest bi nivîsîn û sazkirina ramanên xwe kir. Di sala 1844an de wî li gel hevalê xwe yê herî nêzîk friedrich engels Manîfestoya Partiya Komunîst weşand, ku ev beyanname di cîhanê de yek ji pirtûkên herî zêde hatiye wergerandin û xwendin e. Karl Marx digot, "fîlozofan heta îro bi awayên cuda tenê cîhanê şîrove kirine, lê ya girîng guhertina wê ye. Marx ji ber fikrên şoreşgerî pêşî ji Prûsya, dûvre ji Fransa tê mişextîkirin û koçî Brîtanya dike, heta dawiya emrê xwe li London dijî.

Marx ji ciwanîya xwe heta roja mirinê hemû ked û jîrahî û ramanên xwe ji bo hilweşandina pergala kapîtalîst û avakirina cîhaneke komunîst bi kar anîye. Karl Marx bi gelemperî serê xwe bi ravekirina têkilîyên ked û sermiyanê, kapîtalîzmê, dîrokê, avahîya civakî, materyalîzma dîyalektîk êşandîye. Berhema wî ya herî navdar Kapîtal e ku ji sê bergan pêk tê. Berga yekemîn ji alî Marx ve tê weşandin, berga duyem û sêyem bi nîşe û çavkanîyên Marx ji alî Engels ve tê çapkirin. Navê çend pirtûkên wî yên din ev in: Bîrdozîya Alman, Li Fransa Şerê Çînî, Malbata Pîroz, Grundrisse.

Karl Marx di sala 1864an de beşdarî enternasyonala yekemîn bû û ji bo yekitîya karkerên cîhanê xebat kir. Piştî têkçûna komuna parîsê pirtûka bi navê Li Fransa Şerê Navxweyî dinivîse. Di pirtûka Rexneya Bernameya Gotha de li ser mijarên rêxistina partiya karkeran, ji kapîtalîzmê derbasbûna komunîzmê disekine. Karl Marx li gor otorîteyên ramanî giregirekî felsefeyê ye. Sartre ji bo Marx wiha gotiye: bêyî guh dayîna wî tu zanîst nayên kirin.

Li ser jiyan û berhemên Marx bi sedan pirtûk hatine nivîsîn. Romana bi navê Dizîna Agir ku ji pênç bergan pêk tê jiyana Marx û serdema wî vedibêje. Marx di 14yê Adara 1881an de jiyana xwe ji dest dide. Li ser kêla gora wî wiha dinivîse:
Karkerên hemû welatan, bibin yek!



19.04.2020 21:19 | hespêsor

14. friedrich engels/131665



04.03.2021 22:14 | yûsiv

15. Xwedîyê ramanên serxwebûna mirovan û serxwebûna zanistên ko têkîlîya wan bi mirovan re heye nexasim aborîya serbixwe, sîyaseta serbixwe hwd.



05.03.2021 19:32 ~19:33 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» karl haoushofer
» marxîzm

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi felsefe dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî