1. Karl Heinrich Marx (z. 5'ê gulanê 1818'a li Trier − m. 14'ê adarê 1883'a li London ê) fîlozof, rojnamevanê siyasî û rexnegirê civaka sivîl û aboriya netewî ya klasîk bû,bavikê Bîrdoziya Marksîzmê. Wî hewl dida, Kapîtalîzmê bi awayê zanistî lêbikolê û rexne bike. Karl Marx weke zanyarekî bibandor ê Sosyalîzmê û Komûnîzmê tê hesibandin. Ramanên wî heta roja îro bi awayekî kontrovers tên gutûbêj kirin. |
|
08.08.2013 23:24 |
qêl qêle
![]() |
2. mêre! Dîrokzane! |
|
09.08.2013 16:06 |
ferr
![]() |
3. xwediyê birdozîyekê navdar ku aliyekê dinyayê xira dike aliyekê ava dike.. |
|
09.08.2013 18:13 |
kelha bayê
![]() |
4. hinek navê wî wekê Karl marks dinivîsin ev xelet e bawerim ji ber ku ''x'' pêvdenga zimanê elmaniye...jixwwe ên kral dinvîsim nabêjim |
|
09.08.2013 18:35 |
kelha bayê
![]() |
5. karl marx sedsala 19 an feylezofekÎ jiyaye, aborÎnaskekÊ polÎtik Û şoreşger e |
|
09.08.2013 19:29 |
zerdeşt
![]() |
6. di dema wî de peyva herî navdar "li ewropa xeyaletek digere"... |
|
09.08.2013 22:51 |
felek
![]() |
7. xwediyê pirtûka dasqapîtal ( pirtûk 3 bergê) |
|
09.08.2013 23:28 |
newenda
![]() |
8. mirovkî hegel ji bo wî wiha gotîye ye: "di vê dinyê de kêsî ji min fêhm nekir, yekî ji min fêhm, lê ewî jî şaş fêhm kir". |
|
24.01.2014 14:10 |
nazim tolhildan
![]() |
9. feylezofê ALMAN.ser TEORÎYA "MATERYAlÎZM''Ê xebitîyE.nivîskarê "manîfestoya komînîst"ê ye. |
|
24.01.2014 15:14 |
xewnkar
![]() |
10. yek ji damezrînerê bîrdoza komunîzmê ye.. ew û hegel hevalê hev in dema ku marks das capîtalê dinivîse temenê wî têrê nake û digihîje dilovaniya xwedê*) das capîtal jixwe ji sê cîldan pêk tê cîlda yekem ji aliyê marks hatiye nivîsin lê herdu cîldên din ji aliyê hegelî ve hatiye nivîsîn an jî em bêjin hatiye temamkirin.. di tirkiye û kurdistanê de komunîstên me yên hêja û teral jixwe qet nexwendine di derbarê das capîtalê de gava ku şîroveyên xwe dikin an jî em bêjin gava ku toeriyên xwe rêz dikin bi pirranî bi devê kesê seyem û bi awayekî bi peyvên jiberkirî diaxifin herçî ne sucê wan e vê rewşa hanê jî ji ber rûxandinê kemalîzmê pêk hatiye ango bi gotina fikret başkaya mîstîfîkasyonekê mezin pêk hatiye lewma jî ne tenê şoreşger û çepgirên tirk her weha mihafazakar, rastgir, umetxwaz hemû bi nêrin û ramanên xwe ve ji bin bandora kemalîzmê rizgar nebûne mixabin jî kurdên me jî piçikek jî be di bin tesîrê de mane.. neyse karl marks bixwe teoriyek ava kiriye lê tu car di pratîkê de weka ku di teoriyê de xweş be xwe pratîze nekir ji ber ku dûrî xwezayê mirovan bûn her ku çû piçikek din rûxiya qaşo lenîn ramanên wî pratizê kir lê encam qe baş derneket li du wî stalîn hat di civîna komîtern ya sêyem de çend esasên enternasyonalîzmê ji ber berjewendiyên sovyetê guherand û dest avêt enternasyonala çarem di eniya rojhilatê de tirs û hov bû rastiya jiyanê kes êdî ji birayên xwe jî ewle û bawer nedibûn ji ber teoriyên komplo û taswiyeyê... gotinekê feylesofa tirkekî ya cemîl merîç heye ez ne şaş bim di kitabeke de digotin 'min das capîtalê girt destê xwe lê tenê min cîlda yekem xwend a rast min pirr tişt fêm nekir jixwe marksîstên me jî fêm nekirine' ango bi kurt û kurmancî kes wî fêm nekir lê ji ber fêmnekirinê bi milyonan însên hatin kuştin.. |
|
24.01.2014 15:35 |
ferhenga şikestî
![]() |
12. feylesofekîye, nivîskarekîye û îdolekîye. |
|
12.07.2015 14:44 |
shorbevan
![]() |
13. Karl Heinrich Marx di 5ê Gulana 1818an de li Trier a yek ji bajarên Almanyayê hatiye dinê. Fîlozof, civaknas, aborînasê polîtîk, dîroknas û sazûmankarê sosyalîzma zanistî ye. Di ciwanîya xwe de Hegelîyên Ciwan nas kir û peywendî bi felsefeyê re danî. Li zanîngehên Bonn û Berlîn perwerdeya hiqûqê stand. Ji fîlozofên wek Spînoza, Hegel, Feuerbach feyz wergirtiye û bandor li gelek fîlozof, siyasetmedar û şoreşgerên sedsala 20emîn kiriye û hîna ramanên wî tên nîqaşkirin. Karl Marx di sala 1843an de bi dergistiya xwe a bi navê Jenny re zewicî û ji vê zewacê 7 zarokên wan çêbûn , lê ji ber şert û mercên Marx di nav wan de tenê sê zarok gihîştin emrekî dirêj. Karl Marx di 1843an de dest bi nivîsîn û sazkirina ramanên xwe kir. Di sala 1844an de wî li gel hevalê xwe yê herî nêzîk friedrich engels Manîfestoya Partiya Komunîst weşand, ku ev beyanname di cîhanê de yek ji pirtûkên herî zêde hatiye wergerandin û xwendin e. Karl Marx digot, "fîlozofan heta îro bi awayên cuda tenê cîhanê şîrove kirine, lê ya girîng guhertina wê ye. Marx ji ber fikrên şoreşgerî pêşî ji Prûsya, dûvre ji Fransa tê mişextîkirin û koçî Brîtanya dike, heta dawiya emrê xwe li London dijî. |
|
19.04.2020 21:19 |
hespêsor
![]() |
|
|
04.03.2021 22:14 |
yûsiv
![]() |
15. Xwedîyê ramanên serxwebûna mirovan û serxwebûna zanistên ko têkîlîya wan bi mirovan re heye nexasim aborîya serbixwe, sîyaseta serbixwe hwd. |
|
05.03.2021 19:32 ~19:33 |
pîroz
![]() |
![]() |
beytocan [2] |
![]() |
beytocan [1] |
![]() |
xetên sor ên tirşikvanan [2] |
![]() |
hak-par [1] |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |