Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
azadiya welat an azadiya welêt - tirşik
azadiya welat an azadiya welêt
(1) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. çawa ku tu nikarî ji dewla "azadîya min" bêjî "azadîya ez" di vê navê rojnameyê de jî nikarî bêjî "azadiya welat". ango peyva "welat" livir hewceye ku bête tewandin û bibe "welêt". ew nivîskar û xebatkarên vê rojnameyê, berîya ku gotin û çêran bikin li kurdîaxêvan lazim e li navê nava xwe binhêrin.



2013.08.08-17:52 | rojnamevan

2. dibe ku bi awayî "azadiya welatî" jî bê bikaranîn.



2013.08.08-19:21 | azadixwaz

3. rojnameye kurdistane azadiya welat



2013.08.08-20:47 | ümit

4. pirsgirêka ku dema mirov li ser wê difikire, dibîne ku piraniya peyvan nayên tewandin. bnr: derî, dibistan, televîzyon, meraq, pirtûk û hwd.

yanî peyva 'azadiya' dênin li pêşiya kîjan ji van peyvan, ew peyv wê neyên tewandin. ji ber vê yekê heye ku ji bo peywa welat jî tewandin opsîyonel be. li cihê ku hema bêje tu peyv natewe, çima welat bitewe?



2013.08.25-20:16 | simurg56

5. pirsgirêka navê rojnameya azadiya welat.

bê tewandin an nê tewandin erê divê bê tewandin hema bûye marka ha ji vê saetê û pê ve bela xwe di hinin tişta nedin lo/lê.



weke dibêjin ne 'bijî yek gulan' e 'bijî yekê gulanê' ye yaw de bicihemin lo, û bes.



2013.08.26-00:52 | giyanstêr

6. Erê divê bi awayê "azadiya welêt" an ji "azadiya welatî" bê nivîsandin.

gelo ji bo çi peyva "welat"î netewandine? Li gorî fikra min sedema vê ev e:

Pêşî rojnameyê bi navê" welat"î dest bi weşanê kiriye. Piştre "rojnameya "welat"î hatiye girtin.

Piştî ku rojnameya "welat"î hatiye girtin. Rojnameyê bi navê "azadiya welat"î dest bi weşaneke nû kiriye. Li gorî min ji bîr kirine ku peyva "welat"î bitewînin...



2015.08.24-22:42 | zimanhez

dengdanên dawîn (Yên Din..)
queer [1]
Ango qûnde, qûnek...
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê [4]
civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hu...
europa universalis iv [1]
derheqê kurdan de agahiyên kêrhatî dide. (wêne: https://tirsik.net/wen...
komkujiya geliyê zîlan [1]
Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
di dîrokê de îro [3]
îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
belki ev jî bala te bikişînin
» azadiya desthilatdariyê
» welat verroj
» azadiya rojhelatê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî