1. hunermenda gotın u cümbüşé. sala 1934'é qamışloyé hate dınyayé. strane xwe zimané kurdi, erebi, yunanki, sorani dı got. ji bo gele kurdan efsaneyek gelek mezın bu. 4 sal beriya iro çu rehma xuda. |
|
08.08.2013 13:05 |
ari
![]() |
2. Mirovê kû bapîrê mîn herî hezdikir ew bû, |
|
08.08.2013 13:12 |
asîwa
![]() |
3. Gorî Fikra min,ji hunermendén welét yé herî afrîner u héjaye. |
|
08.08.2013 18:31 |
ezpinktufloyd
![]() |
4. Wexta ez zarok bûm, bavê min pir araq vedixwar û carcarna derenk dima.. Diya min jî xanim kî pir muselman bû kû her wext bela araqê şer dikirin û nodî sed li derî bave min re venedikir...Rebeno bavê min jî li ber derî heya ke diya min derî veke wê strana digot, Strana aram tigran "sebra dila" .. |
|
08.08.2013 21:20 |
delal
![]() |
5. dengé çiyaya ji dilé wÎ diherikîya . |
|
08.08.2013 22:03 |
quzulqurt
![]() |
6. bilbilê Kurda ye. |
|
09.08.2013 00:49 |
sergingupir
![]() |
7. " Heger ez cara duyêmin werim dinye, ezê hemû çek, tank û fişegan bihelinim, bikim tembûr/saz û cümbüş"..aram tigran |
|
09.08.2013 03:40 |
dino21
![]() |
8. Hunermendên ku herî zêde bandora wî li ser serokatî heye |
|
09.08.2013 14:31 |
reşkêşevê
![]() |
9. ew Hunermendekû her tim ez guhdarî dikim strana wî ya "te ez kal kirim bi civanî lé ez xort bum tu baş zanî" |
|
09.08.2013 14:37 |
gabarî
![]() |
10. ahura mazda wÎ star bike * , hunermendekÎ hunermend, dengekÎ zelal, Û dildarekÎ kurdan |
|
09.08.2013 23:15 |
zerdeşt
![]() |
11. ew pir evîndarê Amedê bû. ev stran ji bo amede cara yekemîn li amedê xwend. vîdyoyê veke bi eslê xwe ermenî bû lê ew dengê hemû rojhilata navîn e. |
|
15.11.2013 22:03 |
diljan
![]() |
12. konsera Aram TİGRAN HERÎ DAVÎ E AMEDÊ. vîdyoyê veke |
|
04.02.2014 14:36 |
arams
![]() |
13. hunermendê di nav hunermendê kurdde yê cara ewil min stranên wî gohdar kirîye ev kesê pîroze, kasete kî wî hebû ez hê çar pênc salîbûm strana wî ya bi navê eyvax limin wax ji wê gavêde ketiye bin hişêmin niha îro ket bîra min û min gotinên vê strana wî amade kiribû ez hatim tirşikê min dît navê wî di rojevêdeye ev jî tesadufeke.. rihê wî şad û bextîyar be.. |
|
05.01.2016 23:30 |
shorbevan
![]() |
14. Dema ku behsa Aram Tigran dibe keké İyas tê bîra min! İlyas Ayaz. Ji farqînê bû brayê İlyas û li Kobane şehîd ket. Wasîyeta wî ew bû ku wî bi strana Aram Tigran a bi navê ''Lo Lo Pısmamo'' bibeşêrin... Li Farqînê xwestoka wî hat cî. |
|
05.01.2016 23:53 |
filîtê qutto
![]() |
15. camêrek dilxweş û ermenîyek zimannerm li ber kurda digere û qîm nake bi tirkî jî nesîheta li me kurda dike. lê Aramo heyrano bawer ke qelpîtî zêde bû kêm nebû: |
|
20.04.2020 15:35 ~15:36 |
rizgarm
![]() |
16. Humermekî her roj qedr û qîmeta wî zêdetir dibe. Xizmeta ku hunera Kurdî re kiriye gelek zêdeye. Di dilê me de cihê wî her dem wê hebe. |
|
10.08.2020 22:08 |
kajav
![]() |
17. Hunermendekî bêhempa.Bi qasî ku ez dizanim bi eslê xwe ermen e lê stranên xwe Kurdî digotin.Him sazbend him jî stranbêj bû.Gelek helbestên kurdï kir stran û got.Cihê wî nayê dagirkirin.Xwedê rihma xwe lê bike. |
|
10.08.2020 23:08 |
jehr
![]() |
18. stranbêjê ku wexta li orta stranên xwe dibê "haaaah çavê mino" mirov dike ku rabe ser pîyan. |
|
20.05.2021 23:01 ~23:01 |
hueyn
![]() |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
diran di qirikê de ye [1] |
![]() |
swêd [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |