Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 75 peyam
hewaya genî ya zivistanê - tirşik
hewaya genî ya zivistanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rastiya zivistana piraniya bajaran e. Ji xwe piştî komira akpê êdî mecburiyetek e li gelek bajaran. Piştî ku niha şev hinekî bi derengî ket hêdî hêdî hewa çêtir dibe.

(bnr: taxa demîrtaşê ya mêrsînê)



04.12.2015 22:47 | azadixwaz

2. ne gemariya zivistanê lê gemariya me ye û zivistanê hîn bêhtir dibe. ji ber ku gelê me herderî wekî çopê dibîne, hema her derî diherimînin. şûnde jî gazindan ji şaredariyê û ji mirovan dikin.



05.12.2015 10:27 | renas

3. li demsala zivistanê evaran dema mija gur dadikeve li ser taxan ji ber qirêjya hewayê meriv difetise, meriv hesaneya xwe digire lê dîsa jî nikare bifilite ji vê bobelata mezin..

.qirêjiya hewayê gef li tendirûstiya meriv dixwe, meriv nikare evaran li parkan werzişê bike..

Sedem wekî Ji ber avabûna bajarên çelexwarî ( Çarpık kentleşme / Urban sprawl ) şewtandina komir û ezîngan..ger erdgaz ( natural gas , doğal gaz) hebe hingê qirêjiya hewayê hinek hindik dibe lê dîsa jî bandora xwe ya neyînî dide..



05.12.2015 18:40 | havka

4. hewa ku li îstenbolê jî heye, hewa ku ez dinihêrim bîna şewitandinê jê tê lê ez dibînin ne bîna hijik û ezingaye bîna komer û pot û bêzên tê şewitandinêye lê min tê dernedixist ku zivistan hatîye ev bîn ji wê belayêye, hetanî min ev sernivîs û peyamên wê nedîtîya. lê gazina nekin rebenê feqîra wa çewa xwe na şewitînin ji nebûna gaz sobeyên ceryanê an jiber fatûreyên/barnameyên tije û bargiran.



06.12.2015 00:00 ~00:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewaya genî ya zivistanê
» genî
» zivistanên nîvgirava koreyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî